Rojnameya Ronahî

KOMPLOYA MEZIN A GLADÎOYÊ… Derketina Ji Sûrî…(2)

Abdulla Ocalan

Di dema derketina ji Sûrî de du rê li pêşiya min hebûn: Ya yekê riya çiya bû, ya diduyan jî riya Ewrûpayê bû. Eger min riya çiyê hilbijarta ev dihat wê maneyê şerê dijwar bibûya û eger min riya Ewrûpayê tercîh bikira ev jî dihat wê maneyê ku ez li şensê çareseriya dîplomatîk û polîtîk digerim. Çawa ku tê zanîn, amadekariyên ji bo riya çiyê ji zû ve dest pê kiribûn. Derketina çiyê îhtîmala xurt bû. Lê tam di wê pêlê de heyeteke Yewnanî hat cem me. Nûnera me ya Atînayê Ayfer Kaya gelek têkiliyên telefonî bi rayedarên di asta jor de danîbûn. Di encama van têkiliyan de heyeta Yewnan hat cem me û vê bûyerê kir ku em berê xwe bidin Atînayê. Derdê rayedarên Sûrî ew bû ku ez bi lez derkevim. Lê ji çûna min a Ewrûpayê zêde ne dilrehet bûn. Di vê mijarê de alternatîf neafirandin û ev ciddî qusûra wan e. Ya rastî, di nava hesabên me de çûna Atînayê tinebû. Firsendek bû. Min ji ciddiyeta dostên li wir jî bawer kiribû û lewma min fikar nekir ku ez vê firsendê bi kar bînim. Eger min zanibûya ez ê bi wê tabloyê re rûbirû bibim, ji sedî sed ez nediçûm Atînayê. Li vir pirsa divê mirov bike ev e: Li Yewnanistanê jî beşê Gladîo’yê bi hêz e, gelo di senaryoya derketina min de xwedî rol bû? Ez nikarim bersiveke vebirrî bidim. Hewcedariya vê mijarê bi lêkolînê heye. Heye ku di radestkirina min a Tirkiyê de DYE’yê bi rêveberiya Tirkiyê re li hev kiribe ku pirsgirêkên bi Yewnanistanê re çareser bikin. Ji bo vê, dibe ku bi kêmanî di asta sozdan û prensîbê de li hev kiribin. Nexasim di çareserkirina pirsgirêkên Ege û Qibrisê de îhtîmaleke xurt e, niyetên xwe diyar kiribin. Ji sedî sed divê mirov ji bîr neke ku Tirkiye di vê mijarê de dikare bêsînor paşve gavê biavêje.

Sûriyê di 9’ê Cotmehê de bi hosteyî berê balafirê guhert û li Atînayê daxist. Kengî balafir li Atînayê daket Sûrî dilrehet bûbû. Dema ez li Atînayê daketim Kalenderîdîs derket pêşiya min. Kalenderîdîs serbazek bû di NATO’yê de wezîfedar bû û demeke dirêj li Tirkiyê mabû. Heman wezîfe li Swêdê jî meşandibû. Îhtîmal hebû ku di Gladîo’ya Yewnan de cih digirt. Gelekî dostane xuya dikir. Di navbera me de rêberekî balkêş jî hebû. Hinek belgeyên NATO’yê bi dizî dabûn min. Belkî jî bi sedema ku ez pê ewle bibim, wisa kiribû. Li heman balafirgehê wî ez bi xwe birim cem generalê hewayî û Şefê Îstîxbaratê Stavrakakîs ê li odeyekê radiwestiya. Stavrakakîs ji min re got, ji bo demekê be jî nabe ez li Yewnanistanê bimînim. Helwesta xwe di vî warî de hişk bû û mîna bibêje Nûh lê nebêje pêxember ji ya xwe nehat xwarê. Dostên soz dabûn me li naverastê xuya nedikirin. Heta êvarê me li ber hev da. Bi awayekî xweber têkiliya me ya Moskovayê Numan Uçar ket dewreyê. Me bi balafireke taybet a Yewnan berê xwe da Moskovayê. Di wê demê de Rûsya di nava kaoseke ekonomîk de bû. Me bi riya Serokê Partiya Demokrat a Lîberal Jîrînoskî xwe li Moskovayê danî. Îcar Şefê Îstîxbarata Hundir a Rûs derket pêşiya me. Ew jî xwedî hewayeke wisa bû, Nûh got pêxember negot. Di wan şertan de me nikarîbû ku em bimînin. Di wan rojan de qaşo ez sîhûsê rojan veşartî mam. Yên ku ez li cem wan dimam û bi min re eleqedar dibûn siyasetvanên bi koka xwe Cihû bûn. Min ji wan bawer dikir ku durist in. Bi rastî dixwestin min veşêrin. Lê ne rast bû ku ez vê rêbazê qebûl bikim. Di nava vê demê de hem Serokwezîrê Îsraîlê Şaron, hem jî Wezîra Karê Derve ya DYE’yê Allbright hatibûn Rûsyayê. Serokwezîrê wê demê yê Rûsyayê Pîrîmakov bû. Hemû jî bi koka xwe Cihû bûn. Herweha Serokwezîrê demê yê Tirkiyê Mesût Yilmaz jî di dewrê de bû. Di dawiya dawî de li ser Projeya Herikîna Şîn û krêdiya IMF’ê ya deh mîlyar dolarî li hev kirin û bi vî awayî rê li derxistina min a ji Rûsyayê vekirin.

Min çûyîna Moskovayê tavilê tercîh kir. Ji ber ku min bawer dikir ku “Çi dibe bila bibe ezmûneke wan a heftê salî ya sosyalîzmê heye; çi li gorî berjewendiyê wan be, çi jî li gorî enternasyonalîzma wan be, bi hêsanî wê karibin min qebûl bikin.” Tevî ku sîstem hilweşiyabû jî min pêşbînî nedikir ku ewqasî ji aliyê moralê ve têkçûne. Ji kapîtalîzma lîberal gelekî xirabtir em bi kapîtalîzmeke burokratîk re rûbirû bûn. Ji helwesta dostên li Moskovayê bi kêmanî bi qasî yên li Atînayê hêviya min nemabû. Ya rastî, derketibû holê ku têkiliyên bi navê dostaniyê hatibûn danîn zêde ne ewle bûn.

Bi awayekî xweber em ketin riya xwe ya sêyemîn. Berê me li Romayê bû. Me xwest em ji têkiliyên xwe yên li wir sûdê bigirin. Me bi du parlementerên dost ên Partiya Kominîst a Jinûve Avakirinê têkilî danîn. Bi alîkariya van têkiliyên nû me dest bi serhatiya xwe ya Romayê kir. Îcar bi senaryoya formalîte ya Îstîxbarata Îtalî rojên me yên Romayê dest pê kirin. Vê serhatiya me jî şêst rojan dewam kir. Serokwezîrê wê demê Massîmo D’Alema helwesta xwe durist, lê kêm bû. Ji aliyê siyasî ve tam garantî nedabû. Em bi destê dadgeriyê ve berdan. Ez ji vê hêrs bûbûm. Ez bi biryar bûm ku min çawa firsend bidîta ez ê ji Îtalyayê derketama. D’Alema di daxuyaniya xwe ya dawî de dabû xuyakirin ku ez çiqasî bixwazim ez dikarim ewqasî li Îtalyayê bimînim. Lê min ev weke helwesteke bi zorê fêhm kir. Di vê navberê de hewldaneke hevpar a Ereban jî çêbû. Dixwestin min bibin deverekê ku navê wê diyar nekiribûn. Lê ji ber ku ne fermî bû û garantî nedabûn, min qebûl nekir.

Cara duyemîn çûyîna min a Rûsyayê şaşî bû. Lê di vê şaşiyê de rola helwesta şelaq a Nûman Uçar hebû. Min ji vê helwesta şelaq a min hê jî rastiya wê fêhm nekiriye bawer kir û ketim rê. Eger min rastiya vê helwestê zanîbûya, ji sedî sed ez ji Romayê dernediketim. Ez hatibûm xapandin. Tê bîra min, dema ez bi balafira taybet a D’Alema ji saha NATO’yê derketibûm, min kesereke kûr kişandibû. Lê ev rewşeke wisa bû ku mîna mirov ji baranê bireve li zîpikê biqelibe. Îcar Îstîxbarata Hundir a Rûsyayê piştî ku ez razî kirim ji bo ez biçim Ermenîstanê, ez birim balafirgehê. Li gorî lihevkirina wan, çûyîna min a Ermenistanê xira bûbû û lewma ji min re gotin, eger ez bixwazim dikarim hefteyekê li Tacikistanê bimînim û di nava hefteyê de wê karibin alternatîfekê peyda bikin. Bi awayekî wan ez xapandim û li balafireke kargo suwar kirim û li paytexta Tacikistanê daxistim. Em hefteyekê bêyî ku derkevin derve timî di odeyekê de man. Em paşê vegeriyan Moskovayê. Neçar me dîsa serî li dostên Yewnan da. Di nav du rojan de piştî rojeke tijî serhatî, sar û bi berf a Moskovayê me dîsa berê xwe da Atînayê.

Bi qasî ku tê bîra min, min di ber xwe de kir pistepist û got, ez vê carê jî bi temamî ji aliyê xwedayên Olympos ve hatim xapandin. Ez tam di nava xeyalên van xwedayan de bûm. Nexasim Hades hatibû bîra min. Di deriyê VIP’ê yê balafirgehê re ketim hundir. Bi ketina min a hundir re şopandina Xwedayê Cehennemê Hades jî pê re dest pê kir. Ez şevekê li mala xesûya dostê xwe Nagzakîs mam. Mala wê gelekî belawela bû. Dişibiya pîresêhrên serdemên berê. Min ji wê pirsî “Pangalos wê çi bike.” Dema got “wê di hilbijartinan de bi kar bîne” min dît çiqasî ji rastiyên serdemê dûr û qut e. Hinekî jî di rastiya gelê Yewnan de ew esilzadeyên berê yên bêhêz hatine hiştin anî bîra min. Ji wê şevê û pêve, mîna ku ez bi awayekî ber bi kampa mirinê ve diçûm. Bi temamî Hades li ser kar bû. Bi tevahî tiştên dihatin kirin û gotin qelp û sexte bûn. Ma qey hêmanên durist tinebûn? Bêguman hebûn, lê hemû li hemberî cinawirê modernîteyê bê çare bûn. Îcar berê me li Efrîkayê bû û di ketina vê rêyê de fîgura Mandela bi tesîr bû: Çawa ku di ketina ser riya Moskovayê de fîgura Lenîn bi tesîr bûbû. Qaşo ez ê biçûma Efrîkayê min ê hem têkiliyên têkûz ên dîplomatîk daniya, hem jî min ê pasaporta fermî ya kêrhatî bistenda. Sextekariya dewleta Yewnan di vê lîstikê de jî bi ser ketibû. Tevahiya dîrokê demokrasiya gelê Yewnan ji aliyê vî sextekarî ve timî hatibû xapandin û li trajediyên mezin hatibû qewimandin. Ya rastî, diviyabû min jî ev ji bîr nekiriba û li gorî wê nêzîk bibûma. Ez bi dilpakiya zarokan nêzî dostatiyê dibim û di vê helwesta min de jî ev bi tesîr bû. Di dema derketina ji Yewnanistanê de wexta em diçûn balafirgehê erebeya ez têde şifêrên wê gelekî hewl dan ji bo ez bi ser xwe ve bêm û neçim. Çi ji destê wan hat bi duristî kirin û xwestin nîşan bidin ku komployeke mezin li ser kar e. Bi îhtîmaleke mezin ew jî karmendên îstîxbaratê yên di payeya jêr de bûn. Şifêrê pêşî erebe li balafirgehê qeliband û xwest çûyînê asteng bike. Yê diduyan jî erebe li nêzî balafirgeha diviyabû nepenîbûya heft caran bi bahaneya xirabe ye, tibabekî sekinand. Me ji sozên hatibûn dayîn ewqasî bawer kiribû, em bi ser xwe ve nedihatin. Berevajî min dixwest bilezînim da ku demekê beriya demekê di çarenûsa min de çi heye ez bibînim. Balafira em lê suwar bûn di operasyonên bi dizî yên Gladîo de dihat bikaranîn.