Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansê Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber APO hat lidar xistin

10/02/2024
in NÛÇE
A A
Konferansê Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber APO hat lidar xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mustefa
Konferansê Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber APO li ser asta Rojhilata Navîn hat lidarxistin û hat ziman ku divê têkoşîna tevgerên jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO hîn xurtir were meşandin.
Kongreya Star û Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbiya di çarçoveya hemleya Azadî ji bo Rêber APO û çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd Konferans lidarxistin. Konferans li ser asta Rojhilata Navîn di bin dirûşmeya Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin hat organîze kirin û 250 delege ji bajarên Sûriyê beşdarî konferansê bûn. Ji bajarên Sûriyeyê Şam, Heleb, Tertûs û Himisê jî delegeyên serbixwe tevlî konferansê bûn.
Di destpêka konferansê de Navenda Hîlala Zêrîn wêneyê gula Rêber APO diyarî jinan kiribû yadîgarî Kongreya Star û Meclîsa Kombûna Jinên Zenûbiya kirin, her wiha helbesta Rêber APO ya ku ji bo Cejna Cîhanî ya Jin 8’ê Adarê diyarî jinan kiribû ji aliyê Rêveberiya Hîlala Zêrîn Medya Silêman ve bi zimanê erebî û kurdî hat xwendin.
Di nirxandina rewşa siyasî de perspektîfên Rêber APO hatin xwendin û têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî endama Rêxistinên Mafên Mirovan parêzer Elîf Taşduyan ji bajarê Istenbulê bi riya bernameya Zoom tevlî konferansê bû. Parêzer Elîf Taşduyan û Şêwermenda Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jin Mizgîn Hesen ji aliyê hiqûqî ve rewşa Rêber APO nirxandin û anîn ziman ku di binpêkirina mafên Rêber APO de mafên hemû gelên bindest têne binpêkirin. Herwiha anîn ziman ku tecrîda girankirî li ser Rêber APO hemû zagonên navnetewî binpê dike û her dewletekî li gorî bercewendiyên xwe zagonên dûrî hiqûqê datîne.
Ji aliyê tendurûstî ve jî Berdevka Komîteya Tendurûstiya Kongra Star Xezal Hemîd axivî û got: Ji aliyê tendurûstiyê ve gelek zagon hene ku tendurûstiya girtiyan were parastin, lê belê ev zagon ji bo Rêber APO têne binpêkirin û mafên wî yên tendurûstî nayên dayîn.
Mijara siyemîn jî rapora çalakiyên kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber APO ji aliyê Kordînasyona Kombûna Jinên Zenûbiya Şehrezad El Casim ve hat xwendin.
Di berdewamiya konferansê de endama Desteya Rêveber a Meclîsa Jinên Sûriyê En,am Neyûf ku ji bajarê Tertûsê yê Sûriyê ye nêrîna xwe anî ziman. En,am di nava nêrîna xwe de balkişand ser têkoşîna li hemberî cinsiyetparêziyê û perwerdekirina hemû jinên Sûriyê. Her wiha hemû Tevgerên jin ên Sûriyê û ên cîhanî silav kir û aliyê siyasî, civakî, leşkerî û hwd. di Rêveberiya Xweser de rol dayîna jin anî ziman. Di dawiya gotinên xwe de got Rêber Abdullah Ocalan sembola wekhevî û edaletê ye.
Ji Başûrê Kurdistanê jî endama Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Başûrê Kurdistanê Ronak Mecîd bi riya bernameya Zoom tevlî konferansê bû û got: Bi riya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan gelê Kurd li tevayî cîhanê li hevdû kom bû. Têkoşîna jin ji bo azadiya cîhanî bûye û dibe ku nirxên vê têkoşînê werin parastin.
Jin ji pêkhateya Ereb di nirxandinan de anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan cûdayî nexist navbera jin û mêr de, di destpêka têkoşîna xwe de daxwaza wekheviya navbera jin û mêr û edaletê kir, niha jî jin di Rêveberiya Xweser de ji hemû aliyan ve xwedî role û em hêvî dikin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan li tevayî bajarên Sûriyeyê belav bibe.
Di encama konferansê de biryarên girîng hatin girtin û bi riya daxuyaniyê ev biryar hatin parvekirin. Biryarên ku hatine girtin wiha ne:
Daxwaz ji Komîteya li dijî işkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) were kirin ku encamên serdana Îmraliyê ya Îlonê 2022`an eşkere bike.
Kampaniyek Haştagê di 15`ê Sibata 2024`an di roja komploya navdewletî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan were destpê kirin.
Kûrkirin û xurtkirina sîstemekê li ser esasê `Bê Rêber APO jiyan nabe` û ji bo avakirina civakeke azad, demokratîk , exlaqî, siyasî û ekolojîk xebat bên meşandin.
Çapkirin, wergerandin û weşana filim, sînevizyon têkildarî Rêber Abdullah Ocalan were kirin.
Divê ji bo ravekirin û şîrovekirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, xebatên rewşenbîrî, civakî, siyasî û çandî werin organîze kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.