Netewên Yekbûyî diyar kir ku da nava 6 mehên îsal de mîlyonek û 2 hezar di hundirê Sûriyê de koçber bûne û destnîşan kir ku hejmara herî zêde ya koçberan li Idlibê bû. NY’yê di heman demê de behsa koçberiya welatiyên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyê nekir.
Netewên Yekbûyî careke din ji ber agahiyên berdewama pêlên koçberiya li herêmên Sûriyê xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Li gorî raporan di 6 mehên îsal de nêzî 1.2 milyon kes di hundirê Sûriyê de pêrîşan bûne, ango rojane 6500 kes.”
Ji Buroya Berdevkê Netewên Yekbûyî Arî Konîko diyar kir ku hejmara herî zêde ya pêlên koçberiya hundirîn di sê mehên destpêka îsal de li Idlibê pêk hat. Her wiha bal kişand ku çalakiyên leşkerî yên rêjîmê hişt ku nêzî 400 hezar kes koçber bibin.
Her wiha mezintirîn pêla koçberiyê di van demên dawî li Deraayê pêk hat dema ku çalakiyên leşkerî hişt ku bêtirî 300 hezar kes ji malên xwe koçber bibin.
Di rapora Netewên Yekbûyî de behsa sedhezaran welatiyên Efrînê ku ji ber hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê koçber bûne ku di 20’ê çileya îsal de dest pê kiriye, nehatiye kirin.
Di çarçoveya êrîşa dagirkeriya Tirkiyê de li dijî herêma Efrînê bêtirî 300 welatiyên sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn. Êrîşa dagirkeriya Tirkiyê her wiha li dijî deverên dîrokî û şûnwarên Efrînê pêk hat û di encamê de bi sedhezaran welatiyên Efrînê neçar bûn ku ber bi herêma Şehba ve koçber bibin.






