Rojnameya Ronahî

Wê rastiya PDK`ê bi girtina rojnamevanan di tariyê de nemîne

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 109 rojin ku agahî jê nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin. PDK`ê rê nade parêzer û malbata wî ku hevdîtinê li gel wî bikin. Siyaseta ku PDK`ê li hemberî pêşengên civakê, welatiyan û rojnamevanan hîn berdewame û di 6`ê Sibata 2024`an de jî Rojnamevan Diyako Hisên jî ji aliyê PDK`ê ve hate girtin.

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 109 roj e agahî nayê wergirtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK’ê rê nade ku parêzer û malbata wî hevdîtinê li gel bikin. PDK’ê ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa Rojnews Silêman Ehmed berpirs e. Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û 109 rojin agahî jê nayê girtin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast de got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed, ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku ew revandine. Silêman Ehmed nêzî 5 salin di beşa Erebî ya ajansa Rojnews de wek edîtor dixebite. Li gel ku bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin, her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed jî zêde dibin.

Di heman demê de rayedarên Herêma Kurdistanê ya Bakurê Iraqê rojnamegerê Kurd Diyako Hisên beriya ku biçe ser şopandina xwepêşandana li dijî hikûmeta Hewlêrê hate girtin. Ji ber tevlî çalakiya Partiya Komunîst a li ber avahiya Desteya Wezîran a li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya sibeha Roja Duşemê bû, lê beriya çalakiyê hate revandin. Desthilatdarên li Hewlêrê ji ewlekariya rojnamevan berpirsyarin û kiryarên ku pedekê li ser rojnamevanan dide meşandin  dikeve çarçoveya zexta desthilatdaran a li ser azadiya raman û şopdarên rastiyê.

Gelek rojnamevan bi destê PDK‘ê hatine revandin û kuştin

Li Başurê Kurdistanê û bi destê PDK’ê gelek rojnamevan hatin kuştin mîna Soran Mam Hema di sala 2008’an de, Serdeşt Osman di sala 2010’an de, Kawa Germiyanî di sala 2013’an de, Wîdad Hisên û Şukirî Zeyneldîn di sala 2016’an de û Armanc Baban û hevjîna wî Lana Mihemed di sala 2019`an de. Pênûsên azad hîn gendelî û siyasetên desthilatê eşkere dikin, Partiya Demokrat li Başurê Kurdistanê û herî dawî jî raporên Amerîkî yên ku dewlemendiya malbata Barzanî û gendeliya wan derxistiye holê, bi weşandina hûrguliyên dewlemendiya wan li Amerîka, Dubey û Stenbolê. Dibe ku PDK’ê Serdeşt kuştin, lê pênûsa wî rastiya gendeliya malbata Barzanî û hevkarî û îxaneta wan ji herkesî re ronî kir. Di vê çarçoveyê de Edîtor Ahmed Mihemed û nûçegihanê ajansa  (ANHA) Xalid Ehmed ji Rojnameya me re axivîn.

‘PDK`ê dixwaze ku dengê rastiyê û gel qut bike’

Ehmed Mihemed diyar kir ku ev 109 roj in heya niha tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nehatiye girtin û wiha got: “Ev 109 roj li ser girtine Rojnamevan Silêman Ehmed re derbas bû û heye niha jî tu agahî li ser tune ye. Siyaseta ku PDK`ê ji bo nuxmandina sûcên li beramberî gelê Başur dike û siyaseta xwe ya ku qirîza aborî bi xwe re avakiriye wê tucarî encam negre û wê her rojek were ku gel li hemberî wê serî rake û hilweşîne. Bê guman dema rojnamevanek angu saziyek Ragihandinê van siyasetê û durûtiya ku li beramberî gelê herêmê tê meşandin, eşkere dike, PDK’ê ji vê yekê nerehete û dixwaze hemû kesên ku rastiyê dibînin û dibêjin bê deng bike. Ji ber vê yekê û ji bona ku hemû kiryarên wê di tariyê de bimînin, rojnamevanan dike hedef û dixwaze dengê heqîqetê bibre. Siyaseta ku li hemberî ragihandinê dide meşandin, armanca wê ew e ku rastiya xwe veşêre û siyaseta xwe rewa bike. Tenê dixwaze ku hin ragihandin û qenalên girêdayê wê piroboxanda wê ragihînin û besnê wê û siyaseta wê ya heyî bikin û sûcên ku dike eşkere nebin.”

‘Pêwîste rojnamevan azad werin berdan’

Edîtor Ahmed Mihemed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “pêwîste em wekî rojnamevan li beramberî vê siyasetê bêdeng nemînin, ji xwe tê naskirin ku ragihandin çavdêriya sereke li hemû welata ne û rastiya vedibêje û eşkere dike. Herwiha pêwîste revandina rojnamevan Silêman Ehmed, Diyako Hisên û hemû rojnamevanên ku dibin hedef û têne bincav kirin werin azad kirin.”

‘Bi dehan rojnamevan û çalakvan hatine girtin’

Di heman çarçoveyê de Rojnamevan Xalid Mihamed axivî û wiha got: “Rojnamevan Silêman Ehmed ku 109 roj derbas dibe lê mixabin heyanî neha tu agahî girêdayî rewşa wî nayên girtin. Girtina rojnamevan Silêman Ehmed û di 6`ê Sibata 2024`an de girtina Rojnamevan Diyako Hisên ji aliyê PDK’ê ve careke din tekez dike ku ev herêm pir xeternake ji bona karê rojnamevantiyê û cihekî ne bi ewleye. Herwiha di raporên Navnetewî de jî tê destnîşankirin ku ev herêm ji bo azadiya rojnamevanan cihekî ne bi ewleye. Mixabin dîroka vê testhilatê jî, dîrokeke pir kevnare ku ji salên 90`î ve û heya roja îro jî, bûyerên kuştina rojnamevanan, girtin, revandin û binçavkirin hîn berdewame. Beriya revandina hevriyên me Silêman Ehmed, Rojnamevan Serdeşt Osman yê ku ji aliyê PDK’ê ve hat kuştin û rojnamevan Şêrwan Şerwanî û bi dehan rojnamevan û çalakvan jî di girtîgihên PDK’ê de têne girtin, ev jî cihê mixabinyê û şermê ye.”

‘Banga me ji rêxistinên peywendîdar ew e ku bierkên xwe rabin’

Rojnamevan Xalid Ehmed nûçegihanê Ajansa ANHA di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku armanca girtina rojnamevan Silêman Ehmed û Rojnamevanên din, tê wateya hedefgirtina saziyên ragihandinê û qutkirina denê gelê kurd û rastiyê û wiha got: “Ez bi hêvîme ku hemî saziyên têkildar, hemû Rêxistinên Mafê Mirovan û rêxistinên ku bi rewşa rojnamevanan eleqedar dibin, rewşa heyî bişopînin û di serî de hevrêyê me Silêman Ehmed û hemû rojnamevanên girtî serbest werin berdan û erkên ku dikevin ser milê wan pêkbînin.