Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Konferansa Kongreya Star de biryarên girîng

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Konferansa Kongreya Star de biryarên girîng
Share on FacebookShare on Twitter

1.Konferansa Rêxistina Kongreya Star a Qamişlo ku bi duruşmeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em şoreşa jin veguherînin şoreşa civakî” di 31’ê Tîrmehê de li bajarê Qamişlo hat lidarxistin bi biryarên girîng bi dawî bû. Di konferansê de plansaziya du salên pêş hat derxistin û koordînasyoneke nû hat hilbijartin.

1.Konferansa Rêxistina Kongreya Star a Qamişlo bi biryaran û hilbijartina koordînasyona nû ya kongreyê bi dawî bû.
Xebatên 1.Konferansa Kongreya Star a Qamişlo ku li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi dirûşemeya “Bi rihê Berxwedana Serdemê em şoreşa jin veguherînin şoreşa civakî” dest pê kiribû bi biryaran bi dawî bû.
Di konferansê de, pilansazî û biryarên 2 salên pêş hatin pêşkêşkirin. Ji wan; Piştgiriya berxwedana Efrînê, berdewamkirin û bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah, xurtkirina têkiliyên bi hemû beş û pêkhateyên Bakurê Sûriyê û pêşxistina qada doplomasî.
Di dawiyê de, ji bo hilbijartinên rêveber û komîteyên koordînasyona kongrê ya Qamişlo dengdan dest pê kir. Li gorî piraniya dengan Ranya Remo, Zubeyda Elî, Rîhan Temo, Welîda Îbrahîm, Sena Xelîl, Şirîn Xelîl wekî rêveberên komîteyên koordînasyonê û Eyhan Murad, Medya Mihmûd, Necah El-Qeso, Şaha Xelo û Munewer Xalid wekî rêveberên koordînasyona Kongreya Star a Kantona Qamişlo hatin hilbijartin.
Koordînasyona nû sond xwarin ku ew ê riya şehîdan û xeta Netewa Demokratîk bişopînin.
Axaftina dawî ya konferansê ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Henîfa Mihemed ve hate kirin. Henîfa spasiya beşdarên konferansê kir û konferans wekî gaveke mezin ber bi rêxistinkirina jin di her qadan de destnîşan kir.
Konferans bi qîrkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan û Azadî” bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.