Rojnameya Ronahî

Projeya 100 berhemên Kurdî… nêrîn û têbînî.!

Kemal Necim

Di nivîseke berê ya vê quncikê de min behsa girîngiya çanda xelatkirin û rêzgirtina wêjevanan û berhemên wêjeyî yên Kurdî kiribû, ku çawa wêjevanên Kurd û berhemên wêjeyê yên Kurdî sêwî û bê xwedî ne û cihê dax û mixabiniyê ye ku xelateke wêjeyî ya hêja û bilind û bi nirx li ser asta Kurdistanê tune ye.

Di hefteya derbasbûyî de li ser medyaya Kurdî behsa projeyeke girîng û binirx hate kirin. Ew jî projeya 100 berhemên Kurdî yên di pêvajoya 100 salên dawî de derketine hate kirin.

Piroje bi boneya sedsaliya peymana Lozanê de, ji hêla komeleya Mala Kurdan a Swîsreyê û hevkariya şaredariya bajarê Lozanê htiye lidarxistin.

Di projeyê de berhemên ku Kurdan di sed salên dawî de, di her warî de afirandine û pêşkêşî çanda mirovahîyê kirine hatine destnîşankirin, sernavê berhemê û hûrgiliyên wê û navê danerê berhemê hatine danasîn. Di lîsteya 100 berheman de, navê berhem û danerên Kurd ên Rojava jî hene mîna Ehmedê Huseynî û Helîm Yûsiv di ware wêjeyê de, Ciwan Haco û Mehmûd Berazî di warê mûzîkê de, Bavê Teyar di warê hunerên sehneyê de, Zuhêr Hesîb û Luqman Ehmed di hunera dîtbarî de, û zanîngehên Rojava û Efrînê jî di warê Peyaneriyê de.

Bê guman lidarxistina projeyeke ewqas berfereh pir girîng e, dê bibe mîna belgeyeke dîrokî û arşîva berhemên Kurdî yên bi bandor, her wiha dê çavên civakê, xwêner, şagirt, lêkolîner û HWD jî bibe ser van berheman. Dê ji bo danerên berheman ên koçbûyî jî bibe rêzgirtin û xelat, herwiha dê ji bo danerên zindî jî bibe cihê şanazî, coş û têvedanê.

Her çiqas xebatkarên projeyê li ser malpêra xwe hin agahî der barê projeyê de weşandine, lê hûrgiliyên wê pir nediyar in. Ango rêbazên bijartin û hibijartina berheman, pisporiya endanên jûriyê û pir hûrgiliyên din jî ne diyar û xuya ne. Hemû kesên ku berhemên wan di nava 100 berhemên sedsalê de hatine destnîşankirin cihê rêzê ne û hêja ne. Lê li ser medyaya civakî hin nêrîn û boçûn xuya kirin, weke; çima navê helbestvanekî pir nenaskirî heye û navê helbestvanekî navdar, naskirî û bi bandor mîna Şêrgo Bêkes tune ye. Ji xwe pir diyar e ku çi xebatek bê kêmanî û kurtî nabe.

Ev xebata projeya 100 berhemên Kurdî, dikare bibe destpêk û rênîşana rêze proje û xebatên di çarçoveya, danasîn, rêzgirtin û xelatkirina berhemdêran û berhemêm wan. Lê pêwîste ku bi awayên cur bi cur, bi afrênerî û hostayî pêk bên.

Li şûna berhemên der barê mijarên cur bi cur de, dikare ji bo her qadeke afrêneriyê çalakiyeke cuda bête lidar xistin, mîna 10 romanên Kurdî, 20 berhemên Helbestê, 20 berhemên der barê mijarên zanistê, yan wêjeyê, yan ziman û HWD. Her wiha li şûna 100 salan dikare berhemên 10 salan, yan berhemên salekê bêne destnîşankirin û danasîn.

Ji bo vê xebatê jî hestyarî, hişyarî û berpirsyarî pêwîst e. Ango pir pêwîste ku sazî û dezgehên pispor û pêwendîdar bêne avakirin. Her wiha pêwîste zana û aqilmend û pispor serpereştiya vê xebatê bikin. Xebateke wiha dê ji bo danasîna behremendî û hilbirîna Kurdan a ramyarî, wêjeyî bibe egerên têvedan û pêşketinê, her wiha dê ji bo daner û afrêner û berhemdêran jî bibe cihê şanaziyê.