Jina bi navê H.S 8 caran ji aliyê çeteyên girêdayî artêşa tirk a dagirker ve hate revandin. Beramberî serbestberdanê mîqdareke mezin ji pereyan da çeteyan da ku karibe ji gundê xwe derkeve. Jina bi navê H.S. yek ji şahidên kiryar]n artêşa tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ye.
Artêşa tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtî û wehşehta xwe li dijî welatiyên Efrînê didomînin. Welatiya bi navê H.S. ku berê endama Hêzên Parastina Civakî bû, serpêhatiya xwe vegot.
Welatiya bi navê H.S. ji şêniyên gundê Gewrika yê girêdayî Cindirêsê ye. H.S. serpêhatiya xwe wiha vegot: “Piştî ku artêşa tirk û komên çete herêma Efrînê dagir kir, ez ji ber nexweşiya dayika xwe neçar mam di gund de bimînim. Di wê demê de hevserê min jî li eniyên şer di nava xebatên berxwedanê de bû.”
H.S. got: “Piştî ku çeteyan agahî li ser endamiya min a di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de girt, nîvê şevê bi ser mala min de girtin û ez revandim, birim baregeha xwe ya li gund. Bi min re li ser erkên ku ez pê rabûme lêpirsîn kirin û ji min agahî li ser cihê şervanan xwestin.”
H.S. diyar kir ku kiryarên çeteyan li herêma Efrînê derexlaqî ne û got ku ew 8 caran hatiye revandin û wiha dewam kir: “Çeteyan di lêpirsînê de gefa kuştin û destdirêjî û îşkenceyê li min dixwarin.”
H.S. da zanîn ku çeteyan bi awayekî derexlaqî îşkence li jinan dikirin û got: “Di destpêkê de ji bo ku çete agahiyan wergirin tenê gefa revandinê li welatiyan dixwarin. Piştî ku hin agahî derbarê hin welatiyan de werdigirtin gelek welatî revandin û bi şêwazên derexlaqî îşkence li wan dikirin.”
H.S. da zanîn ku çeteyan kirrîna xetên telefonê yên tirkî li ser welatiyan ferz dikir da ku karibin guhdariya welatiyan bikin û agahiyan bêtir wergirin.
H.S. ev tişt got: “Ji bo derketina ji gund me 150 hezar lîreyên Sûriyê dane çeteyekî da ku ez karibim derbasî navçeya Şêrewa bibim. Me gelek zordarî kişand û em di gelek metirsiyan re derbas bûn.” H.S. wiha dawî li axaftina xwe anî: “Piştî ku em gihîştin Şêrawa, di rojên destpêkê de ji ber zexta derûnî gelek xewnên nexweş min didîtin. Lê di van demên dawîn de ez dilaram im.”…ANHA






