Rojnameya Ronahî

‘Hunermend Wijdanê gelê xwe ye’

Emîna Mihemed/Qamişlo

Hunermenda jin Tizyal Çawîş diyar kir ku ew ji malbateke hunerî bû û ji 9 saliya xwe ve wê di nav karê hunerê de cihê xwe girt. Herwiha Tizyal destnîşan kir ku herî zêdê dayika wê desteke daye û banor lê kir da ku bibe hunermendeke serkeftî.

Hunera dengbêjî, stranbêjî  û muzîkjeniyê; hunerke mîna tevahiya  hunerên din, xwedî taybetmendiyeke cuda ye û nehêsan e, ji ber ku pêwîstiya wê bi hestekî bilind û estetîkê heye. Ev huner li cem gelê kurd xwedî taybetmendiyeke mezin e, herwiha  heya astekê berbibiçav pêşketiye.

Li Kurdistanê jinan jî cihê xwe di nava hunerê de girtine û bandoreke mezin li pêşeketina hunerê kirine. Yek ji jinên hunermend ku ev zêdeyî 40 salî ye karê hunerê dike Tizyal Çawîşe.

Hunermenda jin Tizyal Çawîş di darbarê jiyana xwe ya hunerî de ji rojnama me re axivî.

Tizyal Çawîş di sala 1973`yan de li bajarê Efrînê ji dayik bûye, herwiha di nava malbateke hunerî de jiyan dike û giştî malbata wê hunermendin. Dayika wê dengbêj bû û starnên kevnar digotin. Birayê wê û xwişkên wê jî hemî sazbendiyên stranbêjiyê bûn.

Taziyal da xuyakirin ku herî zêde bandora dayika wê lê bûye û dayika wê piştgiriya wê kiriye da ku bibe hunermendeke jîr û jêhatî weke dayika xwe. Tayzil di temenekî biçûk de bi mûzîkê ve hate girêdan, ew di 9 saliya xwe de fêrî sazbendiya amûrên mûzîkê û gotina sitranan bû, herwiha xwendekar bû jî lê xwendina xwe hayanî refa 9`an dewam kir û piştî wê xwendina xwe rawistand. Herwiha ew di sala 192`yan de zewicî û dema ku zarok çêbûn karê hunerê rawestandin.

‘Dengbêjî ji bo jiyana min ronahî ye’

Tizyal Çawîş da zanîn ku piştî zarokên wê mezin bûn, di sala 2012`an de ew careke din karê xwe yê huneriyê berdewan kir û wiha anî ser ziman: “Ez çûm navenda çand û hunerê  ya li bajarê Efrînê û tevilî koma îngîzek bûm,  herwiha ez di nava gund de jî bûm rêveberiya xeta Şehîd Munzir ya navçeya Cindirêsê û derdora 10 komînan birêve dibir û dîsa jî karê xwe yê hunerî ne rawestand. Piştî koma Şehîd Berçem hat avakirin min cihê xwe tê de girt, lê dema ku Efrînê di sala 2018`an de hat dagirkirin, ez ji Efrînê derketim û wekî tevahiya Efrîniyan em li herêma Şehbayê bi cih bûn. Di deststpêka derbasbûna Şehbayê de min demekê karê hunerê rawestand û piştre careke din min karê hunerê li herêma Şehbayê dewam kir. Li Şehbayê ez tevlî navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo bûm. Li aliyekî din min cihê xwe di nava kar û xebatên Rêveberiya Xweser de jî girt. Di dema niha de ez rêveberiya Hîlala Zêrîn ya navenda Şehîd Berçem li Şehbayê dikim û cihê xwe di koma Şehîd Zîlan de digrim. Stran û dengbêjî ronahiya jiyana mine.”

 ‘Hunermend wijdanê gelê xwe ye’

Hunermenda jin Tizyal Çawîş di dawiya axavtinên xwe de wiha anî ser ziman: “Ji zaroktiya xwe de me soz daye Şehîdan û  Rêber Apo ku heta em karibin em ê karê xwe berdewam bikin û tucarî em ji sozên xwe jî venagerin. Bengewaziya min jî ji hemû jinên kurd û jinên cîhanê heye ku yên dengê wan xweşbê yan her amûrekê lê bidê em bi hêvî ne, were ba me û tevlî navenda me bibe. Divê hunermed pêşengtî û ronakbîriyê ji civakê re bikin. Ji ber ku hunermend wijdanê gelê xwe ye.”