Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Modela Civaka Sivîl

07/02/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Girîngiya hişmendiya civakî!
Share on FacebookShare on Twitter

Rohat Bulut 

Hin modelên rêveberiyê yên civakî hene ku yek ji wan jî civaka sivîl e. Di rewşa heyî de ev modêl gelekî li civaka kurd tê. Dema em bala xwe didinê em dibînin ku Modêla Civaka Sivîl, kêmbe jî ji zextên otorîteya siyasî dûr e. Avaniya demokratîk a ku di civakê de heye û sazumaniya wê girêdayî hewldana bidestxistina hin mafan e. Yanî rewşeke serbixwe ya ji derveyî saziyên dewletê ku civak xwe bi xwe rêve dibe ye. Ji xwe di xwezaya civakê de qebûlkirina otorîteya dewletê tune ye.

Baş e, ev modêl çi ye û çawa pêş ketiye? Dema em bala xwe didin têgeha civaka sivîl, di destpêkê de rewşa medenî û şaristanî ya di encama şaristaniyê de pênase dike. Ev modêl, di sedsala 18’mîn de ji bo cudakirina şêwaza rêveberiya Rojavayî ji despotîzma Rojhilatî wekî têgînek polîtîk hatiye bikaranîn.  Lê belê, têgîna civaka sivîl bi giranî ji hêla Hobbes û Locke ve hatiye bikaranîn û di teorîsyenên peymana civakî de girîngî girtiye.

Wekî tê zanîn Thomas Hobbes fîlozofekî Îngîlîz e ku di felsefeyê de materyalîzm, di exlaqê de kêfî, di siyasetê de jî monarşî qebûl kiriye. Berhema wî ya herî naskirî, “Levîathan” e ku di sala 1651 de derketiye ku ji bo Rojava (Ewropa) dibe bingeha felsefeya siyasî û vê rêçê dişopîn e. John Locke jî fîlozofekî Îngilîz e û pêşengê lîberalîzma klasîk e. Ew yekem nivîskar e ku karîbû ramanên bingehîn ên demokrasiya destûrî bi rengekî hevgirtî bi kurtî bicivîne. Ew yek ji girîngtirîn ramyarê sedsala 17’în e.  Ramyarên wekî Hobes û Locke, dema diyar dikin ku bêyî otorîteya siyasî dibe, wê demê pêdiviya wan bi têgeheke ku bêyî dewlet jî jiyan pêkan e heye û li şûna dewletê têgeha ku vê rewşê diyar bike jî têgeha civaka sivîl e.

Li gorî vê yekê civaka sivîl çarçoveyeke giştî ya ku tê de têkiliyên aborî, pêkhateyên malbatî, saziyên olî û hwd bêyî desthilatdariya siyasî hebûna xwe didomînin diyar dike. Lê divê neyê jibîrkirin ku têgeha civaka sivîl têgeheke analîtîk e, ji ber ku civaka sivîl bêyî otorîteya polîtîk nabe. Hegel û Marx jî derbarê civaka sivîl de xwedî nêrîn in. Hegel, civaka sîvîl weke saziyeke navber a di navbera têkiliyên siyasî yên malbat û dewletê de pênase dike. Li gorî Karl Marx jî civaka sivîl tevahiya têkiliyên civakî-aborî û hêzên hilberînê temsîl dike. Her wiha em dibînin ku ramyar, siyasetmedar û teorîsyenê îtalî Antonio Francesco Gramscî jî vê têgihîştina civaka sivîl bi tevahî dipejirîne. Yanî li gorî vê nêrînê civaka sivîl di navbera kiryarên bi zorê û destwerdanên dewletê û qada aborî ya ji hilberînê pêk tê de ye. Li gorî vê yekê jî civaka sivîl qada jiyana civakî ye ku weke qada hemwelatîbûna taybet û erêkirina takekesî derdikeve pêş.

Lê belê dema em dikolin, dibinîn ku têgîna Civaka Sivîl, di destpêka sedsala 19’emîn de hatiye pêşxistin, di dawiya sedsala 20’emîn de jî zêde derdikeve pêş û pir populer dibe. Di eslê xwe de, ev têgîn di rewşa berevajiya “dewletê” de  dihat bikaranîn. Lewre ev dihahat wê wateyê ku di sazî û dezgehên dewletê de civak tune ye, lewma jî dewlet bi awayekî ne rewa ye.  Di vir de em vê jê derdixin, ango ev tê wateya ku divê “civaka sivîl” bi hêz bibe ku zext, pêkûtî û otorîteya dewletê li ser civakê kêm bibe.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye
NÛÇE

Rêber APO: Tişta ku me kiriye, guhertineke mezin a paradîgmayê ye

19/05/2025
4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.