Rojnameya Ronahî

 ‘Gelê Efrînê bi lehengî muhra xwe li dîrokê da’

Zana Roj/ Şehba

Efrîn muhra xwe li dîroka têkoşîn û berxwedaniya Kurdistanê xist. Li ser xeta têkoşîn û welatparêziyê gel û jinên vî welatî li pişt eniya şer kêliyên vîn, hêz, bawerî û berxwedanê nivîsandin.

Nivîsandina Kêliyên berxwedana serdemê di Efrînê de bû para tavahî gelên welatparêz. Di berxwedaniya 58 rojan de yek ji dîrokên berxwedanê û têkoşîna li hember dijmin bi destê gelê Kurd di Efrînê de hat xêz kirin. Dagirkeriya Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser herêma Efrînê di 20 ê Çileya 2018 an de, bi hemû hêz û teknîka pêşketî êrişî herêmê kir. Li hember dagirkeriya Tirkiyê gelê Efrînê bi hemû pêkhateyên xwe seferberî îlan kirin û bi rihê parastina xaka xwe tevlî vê cengê bûn. Di oxira vê berxwedaniyê de bi hezarê şehîdan canê xwe fedakirin. Li beramberî wê bi hezaran çîrok û vegotinên kêliyên berxwedanê jî hatin xêzkirin. Dayîka Hemîde Omer Mihemed û Emîna Silêman ji rojnameya me re behsa kêliyên berxwedanê yên 58 roja kirin.

‘Kêliyên berxwedanê wê her tim zindî bimînin’

Dayîka Hemîde di destpêkê de êşa salvegera êrîşên dagirkeriyê anî zima û wiha got: “Dema ev dîrok vedigere êş û nalînên dayîkan, qêrînên zarokan û êşa ku roj bi roj bi dehan şervanên vî welatî dihatin oxir kirin tê bîra me. Ev êş li hemberî dagirkeriyê hemû dibû hêrsa têkoşînê û hêza berxwedanê û pêwîste ku em vê yekê ji bîr nekin. Her çiqasî bedelên hatine dayîn giran bûn jî, lê Efrîn bi van qehremanan tê naskirin û bi berxwedana serdemê jî gelê Efrînê muhra xwe li dîroka têkoşîna Kurdistanê da”.

`Çi ji destê min dihat min dikir`

Dayîka Hemîde di vegotina kêliyên ku jiyan kirine de wiha got: “Em bixwazin ne xwazin şer bi xwe re gelek ziyanan tîne. Lê li kêleka wê jî xebatekî mezin jî ji me dihat xwestin. Di wê demê de di asta yekemîn min cihê xwe din nava hêza parastinê de digirt û me gund, tax û bajarên xwe diparastin. Her wiha ez tevlî komên ku xwarin ji şervanan re amededikirin bûm, bi vî rengî me bi rojan ji bo eniyên şer xwarin amede dikir. Di wan kêliyan de me didît pîrejinên gelek temen mezin bi hêza xwe tevlî van giropan dibûn da ku para wan jî di vê têkoşînê de hebe. Her wiha ez derbasî nexwaşxaneyê jî bûm ji bo bibim alîkar bi hevalên li wir re. Bi kurtasî weke dayîkeke Efrînî çi ji destê min dihat min dikir. Tê bîra min şervanek birîndar bû dema hate ser hişê xwe yekser rabû û got ezê biçim eniya şer. Wê demê min jê re got birîna te di lingê te de ye tu nikarî rabê, qêrîn û hawara ku ji bona hevalên xwe dikir heyanî niha jî hîn di guhê min de ye. bi yek gotinê got “Min efu bikin ku ez nikarim li gel we bim”. Bi dehan hurguliyî û mînakên wiha di wê demê de me dîtin û jiyan kirin, ku tu kes nikare qehremantiya dihate kirin nebîne û înkar bike”.

`Di rojekê de 3 perçeyên ji kezebê hatin oxir kirin`

Dayîka Hemîde anî zima ku dayîkên Şehîdan bi jankêşiya oxirkirina kezebên xwe hêz û moral didan hev û wiha pê de çû: “Bila dîrok van kêliyan baş binivsîne, Efrîn hêja bû ku dayîkek di rojekê de 3 giyanan ji kezeba xwe tevlî kerwanên şehîdan bike. Ew hêza ku didan hev wan dayîkan, bi jankêşiya oxirkirina kezebên xwe ji hev re dibûn hêz û moral. Ka wê çawa dîrok van dayîkan ji bîr bike?. Merasîmên şehîdan bi giraniya êşa wê bibû weke oxirkirina bûk û zavayên welat”.

‘Em mil bi mil li kêleka şervanên azadiyê bûm’

Emîne diyar kir ku jinên Efrînê weke şervanan nêzî pêvajoyê bûn û wiha got: “Ez  ne weke dayîkekê tevlî vê pêvajoyê bûm, min û bi hezaran ji dayîkan jî em weke şervanan tevlî pêvajoyê bûn. Di hemû kêliyên berxwedanê de me kar kir û me gav paş de neavêt. Li hemberî dagirkeriya ku şerê Kurd û Kurdistanê dike, me bi berxwedan û têkoşîna ku ji Efrînê li hember hêzên navnetewî destpêkir û berbelavî tevahî cîhanê bû. Bi vê bîr û baweriya mezin em tevlî kar û xebatê bûn û em her tim mil bi mil li kêleka şervanên azadiyê di eniyên şer û berxwedanêdebûn.

‘Rojên bi êş û birîn’

Emîne anî ziman ku çîrokeke din ji çîrokên berxwedaniyê, çîroka dayîka ku piştî ku bi çavê xwe dibîne zarok şehîd dikevin sê rojan lal û ker bû û wiha bûyer vegot: “Li gundê Tirindê me jiyan dikir. Em hîn ji gundê xwe derneketibûn. Zarokên min û yên cîranan çûn ku nan ji mer re bînin. Bi derketina ji derî teqîn çêbû û di wê navberê de dema ku em derketin me dît ku laşê 4 zarokan di nava xwînê de li erdêne û rewşa heyî ji bona me pir zor û zehmet bû. Ji wan 4 zarokan  3 şehîd ketin û dema ku dayik vê yekê bi çavê xwe dibîne 3 rojan lal û ker dimîne. Dayika ku behsa wê tê kirin jî heyanî niha li Şehbayê dimîne, lê piştî wê bûyera ku bi çavê xwe dîtî û nekarî ku tehemul bike hişê xwe wendadike”.