Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojek bi êşa sedê salan bû

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Rojek bi êşa sedê salan bû
Share on FacebookShare on Twitter

Di roja êrîşa bê bext û xayîn 3’Tebaxê ku çetyên DAIŞ’ê mîna maşîneya mirinê êrîşî Şingalê kirin, ji bo ku gel ji komkujî û qirkiirnê xilasbin, reviyan û bi nav çol û çiyan ketin. Di riya korîdora ku YPG û YPJ’ê vekirin gelek êzdiyan gihandin cihê bi ewle ew jî kampa Newroz eku di heman demê hate ji bo şingaliyan hate avakirin. Di vê kamopê de gelek çîrok hene lê ew çîrokana bi pênûs anjî kamêrayê nayê vegotin, tenê dîdarê wê facîya ya ku çetên DAIŞ’ê bi serê Êzdiyan anîn dikarin ku tî, birçî û meşa rojan da ku ji maşîneya mirinê DAIŞ’ê xilasbibin dikarin vebêjin. JI bo wê jî Rojnameya Ronahî berê xwe da kampa Newroz ku hind ew çîrokên êşa roja reş ji xwendevanên xwre vebêjin.
ME XWE SİPARST ÇİYA
Dayika bi navê Besê Qasim bi temenê xwe 75 salî ye destpêka vegotina çîroka roja reş û êş bi çavên tijî rondik, ku ev 4 salin hîn li benda agahiyek ji herdu law û hevjîne xwe ye. Ydaê Besê bi keserk êş kişan û çîroka xwe destpêkir: “Di wê roja tarî de agahî hate ji mer ku DAIŞ’ê êrîşî Şingal û gundewarên wê dike, em ji Şingalê reviyan û me berê xwe da çiya. Piştî em sê rojan me li nav çiya û newlan qedand yek ji mirovên me telefon kir û got; “Vegerin herêm bi ewle bûye”, li ser vê agahiyê em vegriyan Sinunê lê, me dît ku DAIŞ’ê her der dagir kiriye, lawikê min Xalid got emê vegrin, di wê demê me nezanîbû ku em çibikin û biçin kûderê. Me berê xwe da rojhilatê Sinûnê, maşîneyek li pêşiya me rast het, me got qey maşîna sivîlan da ku me xilasbikin hatine ji bo wê jî em rawestiyan lê, maşîneya çeteyan bû, herdû lawik û hevjîn û min jî bi gelek pîre jinên dinre me dîlgirtin û berê me dane (Xane Sorê).”
TENÊ SÛÇÊ WÊ KU XWEST AZAD BE
Dayika Besê anî ziman ku tenê sûçê wê xwest xilasbibe û wiha dom kir: “Jinek hewl da ku ji destê çetan bireve lê, çeteyan ew girtin û li ber çavên me cercurek(Mexzenek) tam li wê jina êzdî valakir, bi vê hovîtiyê wek ku bêjin me (ku hinjî bazdin wê rewşa we jî wiha be) ew bûyer ji ber çavê min naçe. Em demekê li Xane Sorê dîl man, piştre me hemûyan ji hev cûda kirin jinên êzdî birin Sûriyê li bazarên Reqayê hatin sebîrkiirn, frotin tecawizkirin û şewtandin tenê sûçê wan çima ku êzdî bûn, her wiha zilam, herdu lawik û hevjhînê min jî da nav wande birin cihekîdin, ku ew cara dawî bû min ew dîtin û heya roja îro tu agahî ser wan tuney.”
4 SALİN HÎN ÇAVÊ MİN Lİ Kİ RİYA WANE
Dayika Besê ji êşa canê xwe di xwest ku herdu lawik û hevjînê wê mirinbana wê ji vê êşê baştirbe û wiha got: “Ev 4 salin ez nizanim saxin anjî li ser kîşan axê veşartîne, car caran di hundirê xwede dibêjin “Ku wan kuştiban ji vê êşê çêtire bû, ku ez bi hesrta wan rojana dimirim”. Piştî bi mehekî ez û jinên bi bi temen mezin berdan, ez li başûrê kurdistanê mam, beriya du mehan nû hatim Rojava û li kampa Newroz bi cih bûm. Rstî alîkarî kême, lê tenê di jiyanê de yek derdrê min heye ew jî agahiyê ji zarok û hevjînê xwe bigrin ku saxin an mirîne.”

Melek DEMÎRTAŞ

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.