Rojnameya Ronahî

Jinên ku bi keda destê xwe dijîn

Emîna Mihemed/Qamişlo

Di nava kar û xebatên rojane yê jiyanê de jin bi hêz û hezkirina xwe di hemû warî de xwe isbat kiriye. Jinên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku ew cihê xwe di nava civakê de û bi keda destê xwe digrin.

Berî salên 2000`an li Sûriyê jin ji tevahiya mafên xwe bê par dima, di civakê de rola wê hatibû çewisandin. Ji aliyê hişmendiya desthilat ve ji hemû milî ve li ser wê zext dihat kirin. Lê piştî Şoreşa Rojava ku jinê pêşengtî jê re kir, jin di tevahiya qadên jiyanê de bû xwedî roleke sereke û bû pêşengê civakê. Jinên Rojava bi berxwedan û têkoşîna xwe ji tevahiya jinên cîhanê re bûn sembol. Jinên kedkar jî bi karê xwe hebûn û nasnameya xwe ji civakê re isbat kirin.

Girêdayî kar û keda jinên bajarê Qamişlo di jiyanê de, kedkarên jin ji rojnameya me re axivîn.

‘Ez ji karê xwe hezdikim’

Yek ji xebatkarên tendirustiyê bi navê Nûr Yûsiv diyar kir ku bi xwesteka xwe vî karî dike û wiha got: “Ez ji bajarê Qamişlo me temenê min 22` salî ye, ev nêzî 6`mehane ku ez kar û xebatê tenduristiyê dikim. Herwiha xwesteka min ji vî karî re hebû û min jêhatiya xwe di vî karî de dît. Ji ber wê yekê ez hatim vî karî û malbata min jî piştgirtiya min kir da ku ez bighêjim xwesteka xwe û tu astengî li pêşiya min tune ne. Ji ber ku ev xwesteka min e, û bi karê xwe kêfxweşim. Herwiha jin ne tenê ji malê reye, hêza jinê ji her karî re heye. Jin dikare her tiştî bike, di demên berê de jin nikarîbû kar bike û malbatê jî derfet nedida vê yekê. Lê aniha bûye derfet li pêşiya jinê vebûye ku her karî bike û xwe bi rêk û pêk bike. Ez bi hezkirin nêzî vî karî dibim herwiha jin bi hêzeke mezin cihê xwe di nava civakê de digire. ”

‘Xwesteka min a kar hişt ku ez xwe li pêş bixim’

Xebatkara jin ya bi navê Emanî Hebîb diyarkir ku jinê anha û yên berê ne weke hevin û guhertinek baş çêbûye û wiha anî ser ziman: “Ez ji Baiarê Qamişlo me, temenê min 30`salî ye. Di sala 2011`an de xwendina min bi dawî bû, min li Zanîgeha Şehbayê dixwend biranşê min yê zanista biskolojîk bû, min gelek astengî dîtin di xwendina xwe de,piştî ku min xwendina xwe bi dawî kir min xwest ku ez kar bikim û di mal de nemînim ji ber rewşa malbatî û xwesteka min a kar jî hebû ez çûm karê çap û wênekêşiyê û 12`salan  ez di vî karî de mam. Min ji dev karê xwe berneda û min hewil da ku ez xwe û malbata xwe jî bi rêve bibim,piştire min dev ji karê çap û wênekêşiyê berda û anha ez di dikanekê de kar dikim da ku xwe bi rêve bibim.Herwiha di demê berê de jin nikarî bû kar bike, nikarîbû bi tena xwe derkeve. Jinê tişkî şerm ji xwere didît, Lê aniha jin dikare xwe pêşinyar bike û di her derê de kar bike, malbat jî pişgirtiya wan digirin ji bo ku serkeftî bin û li gor xwe bin û xwestekên xwe bi cih bînin.”