Rojnameya Ronahî

Piştî salekê ji erdhejê sozên ji gel re hatin dayîn, kanîn?!

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Di 6’ê Sibata 2023’an de li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û başûrê Sûriyê erdhej rû da. Di encama vê erdhejê de jî 60 hezar mirovan jiyana xwe ji dest da. Herwiha bi hezaran kes jî birîndar bûn.  Di heman demê erdhej bû sedema rûxandina avahiyan bi rûbera 100 kîlo metir a Bakurê Kurdistan û Tirkiyê tenê li şûn xwe hişt. Îro jî salek li ser erdhejê re derbas dibe û soza ku dewleta Tirk a faşist ji bo avakirinê dabû gelan vala derket û hîna avahiyên rûxandî weke xwe mane.

Destpêka çêbûna Erdhejê

Di 6’ê Sibata 2023’an û di demjimar 04:17’an de bi dema herêmî erdhejeke mezin bi hêza 7.8 rîxterê li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û bakurê Sûriyê rû da.  Bajarên ku bi pela vê erdhejê bandor bûn jî; Amad, Adiyaman, Antep, Hatay, Meletya, Riha ye. Herwiha welatên ku zêde bandor bûne jî Sûriyê bû. Piştî erdheja herî mezin bi dehan erdhejên domdar yên xwedî hêzên kêmtir çêbûn. Di encamê de 60 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn û bi hezaran avahiyên ku li Bakur û Tirkiyê rûxiyan û rûxandin rûbera wan 100 km bû. Herwiha bandora van erdihejan li tevahiya herêmê hebû. Rêxistina Tenduristiya Cîhanî di wê demê de diyar kir ku dibe hejmara welatiyên Sûriyê, Bakurê Kurdistan û Tirkiyê yên erdhejê bandor li wan kiriye 23 milyon mirov bin.  Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî pêdiviyên tenduristiyê ji 400 hezar mirovên ku ziyan li wan hatiye kirin re şand. Ev alîkariyên tenduristî yên ku ji aliyê Rêxistina Tendurstiyê ve hat şandin, ji bo ku karesateke dib li mirovan newe kirin. Hêjayî bîrxistinê ye ku  di 17’ê Tebaxa 1999’an de dîsa erdhejeke mezin li Bakurê Kurdistan û Tirkyê rû da û bû sedema mirina 17 hezar mirovan.

Alîkariyên mexdûran ketin bin destê kê?!

Netewên Yekgirtî alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê û kesên ziyan li wan hatiye kirin, pêşkêş kir. Herwiha li gorî Netewên Yekgirtî, 335 erebeyên mezin yên alîkariyan derbasî başûr û rojavayê Sûriyê bû û bi awayekî giştî 400 hezar dolarên Amerîkî ji bo alîkariyên gelên Sûriyê hatin veqetandin. Netewên Yekgirtî ji milê xwe ve destek da gelên Tikiyê û beşek ji alîkariya ji bona Tirkiyê hat veqetandin ku buhayê wê 1 milyar dolar bû. Li aliyekî din jî dewletên Kendava Erebî weke Îmarat jî destek dan mexdûrên erdhejê bi taybet gelên Sûriyê. Lê gelo li Sûriyê, Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, alîkarî giha ber destê gel? Na, em dikarin bibêjin ku piraniya van alîkariyan negihaşt ber destê gel. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê beşek hindik ji wan alîkariyan li gel hat belavkirin û desthilatdariya Tikiyê beşên mezin yê mayî xist destê xwe. Li aliyê din jî hikumeta Şamê jî ji aliyê xwe ve çi alîkariyên ku dihat ji gelê Sûrî yên ku ziyana erdhejê li wan bû re, dixist bin destê xwe û abûriya xwe ya lawaz li ser hesabê gelên Sûriyê û van alîkariyan bihêz dikir. Li aliyekî din jî li Cindêrs û Efrînê ji ber kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, herwiha dorpêça  hikumeta Şamê li ser Şehbayê gelê kurd ji van alîkariyan bêpar diman.

 Mexdûrên erdheja 6’ê Sibatê piştî salekê hîn bê cih û warin?!

Dewleta Tirk a faşist piştî ku erdhej rû da soz da ku ew ê hemû ziyanên madî yên li gelan hatî, qerebo bike û avahiyên hatine rûxandin ava bike.  Lê dema em îro li rewşa deverên ku ji ber erdhejê hatine rûxandin dibînin, baş tê xuyakirin ku sozên Tirkiyê vala bûn. Herwiha piraniya alîkariyên ku ji rêxisinên mirovî dihatin wergirtin, ji bo bercewendiyên xwe bikar tanîn. Li Bakurê Kurdistan û Tikiryê piştî salekê ji erdhejê, mirov matmayî dimîne dema dibîne ku avahiyên ku erdhejê ew rûxandibûn hîn wekî xwe mane.  Di dema niha de zêdetirî 50 hezar malbatî li 175 bajarên ku avahiyên wê ji kervaneyên çopê hatine çêkirin, bi cih dibin. Di derbarê Sûriyê de û bi taybet herêma Efrîn û Cindrêsê rewşa welatiyan gelekî bêzar e, zêde kesî alîkarî neda û alîkariyên ku bi nave mexdûrên erdhejê dihatin şandin jî hemû dikete destê dagirkeriya tirk û çeteyên wê û ew talan dikirn û nedidna gel.

Faşîzma Tirk di dema erdhejî de jî li pey qirkirina Kurdan bû

Piştî ku erdhej rûda dewleta Tirk a mîtinger, zêdetirî 3 rojan alîkarî neda herêmên kurdan û hişt ku mirin û maxdûriyet li van deveran zêde bibe. Lê bi awayekî lezgîn alîkarî û destek ji herêmên ku tirk lê dijiyan re çûn û herêmên kurdan hatin paşguhkirin. Di encanê de jî bi hezaran kurd jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de Dewleta Tirk a qirker ev yek ji bo ku gelê kurd di komkujiyan re rû bi rû bimîne û bajar, navçe, gundên Bakur vala bike. Pilanên qirêj ên dewleta Tirk a faşist guhertina demografîya herêmê bû û heyanî astekî hejmareke mezin ji kurdan ji herêmên wan hatin koçkirin. Gelê Kurd di serma zivistanê de, bi rojan li ser avahîyên hilweşandî, bi dilekî birîndar li benda mirîyên xwe man. Mixabin ev avahîyên hilweşiyayî ji wan cangorîyan re bûn goristan.