Dewleta Tirk ya ku bi êrîşên xwe yên li ser rojava hewl dide ku xebatên çandiniyê jî asteng bike. Li herêma Eyn Dîwerê ku bi çandiniya xwe dewlemend e ji ber êrîşên dewleta Tirk xebatên çandiyê lê kêm bûye. Cotkar jî neçar mane ku çandiniyê li deverên din berdewam bikin.
Piştî ku dewleta tirk a dagirker nehîşt ku cotkarên gundê Eyn Dîwerê bexçeyên nêzî sînor biçînin, cotkarên Eyn Dîwarê berê xwe dane gundên din û li wir çandinî kirin, da ku beşekî ji xesra xwe vegerînin.
Ev du salin ku artêşa tirk a dagirker nahêle cotkarên gundê Eyn Dîwerê yê girêdayî herêma Dêrikê zeviyên xwe ên li ser sînorê Bakurê Kurdistanê biçînin. Artêşa tirk a dagirker guleyan diavêje her kesê ku diçe nava zeviyên xwe û di encama wê de gelek sivîl birîndar bûn.
Ji ber kiriyarên artêşa tirk a dagirker cotkaran nikarîbûn nêzî 50 hezar donim ku pêdiviyên şêniyên herêma Cizîrê ji zebzeyan bicih dianî, biçînin.
Lê cotkarên Eyn Dîwerê tesllîmî kiryarên dagirkeriya tirkiyê nebûn. Vê carê berê xwe dan gundê Çem Şeref û Şekir Xaçê yên girêdayî herêma Dêrikê yên li ser qiraxa çemê Dicle û li wir dest bi çandiniyê kirine.
Di dawiya demsala zivistanê de cotkarên Eyn Dîwerê amadekariyên çandina havînê dikin. Di hewşên xwe de şitlan diçînin û bi hêvî ne ku di nava zeviyên xwe yên li ser sînor, biçînin.
Ji ber vê yekê Buroya Çandiniyê ya girêdayî Desteya Çandiniyê ya herêma Cizîrê zeviyên li gundê Çem Şeref beramberî pereyên kêm da cotkaran. Ew zevî jî girêdayî buroyên Çandiniyê yên girêdayê Rêvebriya Xweser in.
Cotkarê bi navê Izedîn Abdullah yê ji gundê Eyn Dîwarê ye ku niha li gundê Çem Şeref karê çandiniyê dewam dike diyar kir artêşa tirk guleyan li şênî û cotkarê ku diçin nava zeviyên xwe direşînin û nahêlin şênî nêzî zeviyên xwe bibin û got, “artêşa tirk bi vê yekê dixwaze ku şênin neçar bimînin ji malên xwe derkevin.”
Abdullah destnîşan kir ku zeviyên Eyn Dîwarê pêdiviyên herêma Cizîrê ji zebzeyan bi cih di anîn û damara sereke ya aboriya şêniyên herêmê bû û wiha dewam kir, “ji ber ku li herêmê çandinî zêde ye û şêniyên herêmê çandinyê esas digrin. Lê di vê demê de ji ber kiryarên artêşa tirk a dagirker berhemên wan pir kêm bûn.
Li gorî cotkar Izedîn Abdullah ne tenê kiryarên artêşa tirk a dagirker xema cotkaran e, di vê salê de gelek nexweşî û kêzik derketin her wiha germahiya meha Tîrmehê û buhabûna semadê û dermanên mêşûmoran jî bandoreke neyînî li berheman kir.
Li gorî Endezyar û yek ji rêvberên komîteya Parastina Berheman Fehed Elawî tekez kir ku derketina kêzika zerar li zeviyan kir û destnîşan kir ku ji bo reşandina derman komîteyên fenî rê û rêbaz ji cotkaran re gotin.
Elawî destnîşan kir ku ew weke komîteya Parastina Berheman wê pêwîstî û alavên ji bo reşandina dermanan bidin cotkaran…ANHA






