Rojnameya Ronahî

Pêşveçûna zanistî ya Kurdan

Bipêşxistina zanistiyê ji aliyê zanistvanên Kurd ve; Bêguman xwezaya Kurdistanê, ji berê û pêş ve xwezayeke wisan geş û xweş bûye ku hertim zanist û şaxên wê tê de geş bûne û berepêş çûne. Tê dîtin ku di kûrahiya dîrokê de herdem zanistvan ji nava Kurdan derketine û di gelek waran de zanist bi pêş ve birine.

Di van demên dawiyê de Sosyologê Fars Elî Şerîetî (1933-1977) li ser xebata zanayên Kurd rawestiyaye û gotiye: Şaristaniya Yewnanê koka xwe digehîne zanayên Kurd.

Ji dema Kurdên Gutî û Împeratoriya Medê heta dema Îslamiyetê jî, zanistvanên mezin ji Kurdan rabûne, xasma jî di Serdema Zêrîn a Îslamê de pir têne dîtin.

Tabletekî Gutiyan, Bi zimanê Akadiyan ve nivîsandîye

Muzîkologê bi navûdeng Ziryab têla 5’an li ûdê zêde kir û yekem car bi pirtikekî êlo li ûdê da. Wî bandoreke mezin li muzîka Spanya kir û weke damezrênerê kevneşopiya muzîka Endulusî tê nasîn.

Dînewerî, (z. 815- m. 896) di Sedsala 9’an de li ser astronomiyê, girtina berê rojê, lajwerd, riweknasî, erdnîgarî, matematîk, dîrok û wekî din pir xebat kiriye û pirtûk nivîsiye. Pirtûka wî ya herî navdar Kitab el-Nebat e li ser Riweknasîyê ye û 8 cîld e, ji ber wî yekê weke “Bavê riweknasiyê” tê nasîn.

Dînewerî xwediyê Çavdêrîya astronomiyê bû ku ew çavdêrîya nêzikî du sed sal hatiye xebitandin.

Bruno Silberberg (Lêkolînerê Alman) ji bo Dînewerî dibêje; Piştî lêkolînên hezar salî, bêhtir ji pirtûkên Dîscorides û Teofrastos yên Grêkan sûd dihate wergirtin. Lê di vê mijarê de berhema Dînewerî ji aliyê agahî û naverokê ve berfirehtir e. Dînewerî ne tenê aliyê nebatan yên xuya dike, aliyê wan yên tibî, xwarinê û hemû taybetmendiyên din tarîf dike. Hemûyan tasnîf dike û şert û mercên lê şîn dibin û digihin tarîf dike. Berhema Dînewerî ji berhemên Dioscorides û Teofrastos yên yewnan ku wan jî li ser netaban nivîsaniye berfinehtir e.

Fîlozofê navdar yê Rojhilata Kurdistanê Îbn Quteybe (z. 828 – m. 885) li ser hedîsên Mihemed, tefsîra Qur’anê, dîrok û fîlolojiyê gellekî berhemên giring nivîsiye.Şihabedînê Suhrewerdî (z. 1155 – m. 1191) damezrênerê Îşraqîtîyê ye, felsefeya Rojhilata navîn ya Îslamê de fîlozofê herî bandordar e. Bi fikr û ramanên xwe rê li pêş piraniya fîlozofên misilman û gelek fîlozofên Ewropayî vekiriye.

Felsefevanê navdar Amîdî (z. 1156 – m. 1233) li ser felsefê, mentiq û fiqihê nêzikî sî berhem nivîsiye, Amîdî bi xwe ji bajarê Amedê ye ji ber wê yekê Amîdî têye nas kirin. Dîsa ji Amedê Îbn el-Ezraq (z. 1116 – m. 1176) ku ji Farqînê bû pirtûkek bi navê Tarîxî Meyafarkin (Dîroka Meyafarqîn) bi zimanê erebî dinivîse û tê de behsa Dîroka Farqînê û dîroka dewletên kurdan dike.

Di sedsala 13’an de Fexredînê Exlatî li bajarê Bedlîsê ji bo astronomiyê resetxanekî ava dike. Exlatî xebatên xwe bi zanyarê fars bi Nesîredînê Tûsî ve dike.

Fizîkvanê kurd Îsmaîlê Cizîrî bingeha zanistiya Robot û Sîbernetîkê, di Sedsala 12’an de avêt. El-Cizîrî pirtûkek bi navê Kîtab ul-Hîyel (Pirtûka Huneran) nivîsiye û tê de digel nîgaran, behsa çêkirina 50 amûrên mekanîkê jî kiriye. Herçiqas pirtûka wî ya orjînal xwe negihandibe dema me ya niha jî, lê kopyaya 15 ji wan xwe gehandine roja me, deh ji wan berhemên wî, di mûzeyên Ewropayê de, 5 jî di mûzeyên Tirkiye de li Stenbolê di mûzeya Suleymaniye û Topkapıyê de ne. Pirtûka El-Cizîrî ji şeş beşan pêk tê. Di beşa pêşîn de deh tarîfên cuda yên di derbarê çêkirina saetên avê de hene. Di beşa duyem de derbarê çêkirina hin firaqan deh tarîfên cuda hene. Di beşa sêyem de ji bo çêkirina misîn û amûrên destnimêjê û tasan, deh tarîfên cuda hene. Di beşa çarem de di derbarê çêkirina hewz, fiskiye û çêkirina otomatên muzîkê de deh tarîf hene. Di beşa pêncem de pênc tarîfên di derbarê amûrên ku ava çalên ne gelek kûr û agahiyên ava zêdekirina çemekî de hene. Di beşa şeşem de pênc tarîfên derbarê şiklên ku naşibin hev û agahiyên çêkirin hene. Bi kurtasî di pirtûka wî de agahiyên di derbarê saeta avê, aman û avhilavêjên xwekar û otomatîk, amûrên avdana ji robar û cokan, amûrên lêdan û jenîna xwekar û otomatîk a bilûrê de hene.

Saeta fîlê a El-Cizîrî

Wêneyek ji pirtûka El-cizîrî, Diyagrama makîneyên bi hêza hilkişîna avê, (Ev li Stenbolê ye)

Çêkirina El-Cizîrî ya ji bo rakirina avê

Ji malbata Îbnul Esîr ku bi xwe ji Cizîrê bûn, (Mecdedîn, Elî û Diyadîn) sê bira hersê jî nivîskarên serdema navîn yên Îslamê bûn. Ji van birayan yên navdar Elî ibn el-Esîr e ku bi berhema xwe ya bi navê “El Kamîl fî tarîx” tê nas kirin. Elî evî pirtûka xwe di navbera salên 1230-1231’an li bajarê Mûsilê nivîsiye.

Îbn Xelikan (z. 1211 – m. 1282) nivîskarê bîyografîyê ye li pey xwe pirtûka xwe ya bi navê Mirina Zadegan ku tê de qala jiyana 865 kesan dike hîştiye.

Şemsedînê Şehrezûrî li ser felsefe û tibê, xebitiye û felsefeya Şihabedînê Suhrewerdî ya îşraqîtîyê berdewam kiriye, li pey xwe pênc berhem hîştiye.

Ebûlfida fermandarê Dewleta Eyûbiyan bû li ser xweza, dîrok û astronomiyê xebat kiriye. Kratera Ebûlfida ya li ser heyvê bi navê Ebûlfida ve hatiye binavkirin. Du berhemên wî yên giring hene, yek Muxtasarû Tarixîl Beşer a dîrokê ye û ya din jî Teqwîmûl Buldan e ku ji 28 beşan pêk tê û li ser erdnîgarîyê ye.

Nivîskar û dîrokzanê Fransî Cara de Vaux (z. 1867 – m. 1953), Ji bo Ebûlfida dibêje “Ew bi fermandariya xwe û bi biriqandina pênûsa xwe, hêza şûran di binê sîya pênusê de hişt.”

Hunermendê kurd Mehmûdê Kurdî, di Sedsala 15’an de jîyaye û gelek berhemên girîng ên cuda afirandiye, ew berhemên wî niha li gelek welatan bi piranî li Ewropayê têne dîtin. Hemî berhemên wî bi kurdî têye nas kirin.

Di sedsala 17’an de jî Ehmedê Xanî li ser erdnîgarî û astronomîyê pirtûkekî bi zimanê kurdî bi navê Erdê Xweda dinivîse û tê de behsa Gerstêrkan dike. Lê mixabin ku ev berhema Xanî negihiştiye destê me.

Ebdurehman Kurdî ( m. 1655) li ser matematîk û zanistên din pirtûk nivîsiye. Di derbarê jiyana Ebdurehman Kurdî de zêde agahî tuneye.

Îbrahîm Heqî Erziromî (z. 1703 – m. 1780) di Medreseyên Kurdî xwendiye zanyarekî girîng e. Erziromî li ser astronomî, sosyolojî û fizîkê xebitiye. pirtûka wî ya navdar Merîfetname ye. Erziromî tê de qala pergala rojê kiriye.

Ji pirtûka Merîfetnamê ya Erziromî (Nexşeya dinyayê)

Di sedsala 19’an de Melayê Erwasê pirtûkek bi zimanê kurdî li ser tibê nivîsandiye, Erwasî di pirtûka xwe de qala nexweşiyan dike û dermanê her nexweşiyê û çêkirina dermanan jî dibêje.

Evdirehmanê Axtepî li ser fiqih, mentiq, tib, felsefe û astronomiyê xebat kiriye. Pirtûka Axtepî ya li ser astronomiyê hatiye nivîsandin Axtepî tê de tevgera stêrk, hîv, roj û ya exteran şirove dike, herwiha Evdirehmanê Axtepî gutlek di rengê dinyayê de ji dara gûzê çêkiriye û li serê parzemînan jî daye nîşandan. Pirtûkekî Axtepî jî li ser tibê, yek jî li ser felsefê ye û du cîld e