Rojnameya Ronahî

Li Kurdistanê şerê taybet bi her awayî li ser gelê kurd pêk tê

Rustem Jiyan

Hêjaye ku em rêzenvîsa xwe ya vê hefteyê li ser babetên şerê taybet ê ku li Kurdisatnê pêktê vebêjin û bi awayekî zanistî li ser meselê de biçin. Bêguman Rêber APO di dirêjahiya salan de dabû zanîn ku em dikarin li dijî vî şerî bi rola parestinê rabin. Dikare bê gotin ku  Kurd ên yek ji gelên herî kevnar ê Mezopotamya yê ku ji bo belavbûn, pêşketin û zayîna mirovahî û civakbûnê buye xwedî cihekî girîng û erdnigariya wê Kurdistan; bi sedan salan ji aliyê hêzên serdest ve bi polîtîkayên talan, dagirkerî, tacîz, destdirêjî, qirkirin, asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Ji bo gelê Kurdistanê yê nûnertiya hêzên şaristaniya demokratîk dikin ji dîrokê were jêbirin her cûre sêpan ketiye meriyetê. Bi zayîna şaristaniya dewletperest re erdnîgariya Kurdistanê bi van polîtîkayan re rû bi rû maye. Ji qirkirinên fîzîkî, siyasî, aborî û civakî hatiye derbaskirin. Pergala serwer, bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet ên ku taybet bi sedsala 20’emîn ve gihiştiye lûtkeyê siyaseta înkar û tunekirinê bi ser vê bingehê daye meşandin. Yê ku hatiye armanckirin, bêwatekirina nirxên civaka Kurd e. Ji bo bi navê Kurdbûnê tu tiştek neyê hiştin tu rêyek nehatiye ceribandin nehatiye hiştin. Gelê Kurd ê xwedî çandekî bihêz a civakî û dîrokî ye, bi navê wê ji nirxên xwe yên cewherî û çanda xwe dûrxistinê bi her cûre sepanên derveyî mirovahiyê re rû bi rû maye. Navendên şerê taybet, hemû sepanên xwe di şexsê gelê Kurd de xistiye meriyetê. Bi sepanên weke asîmîlasyon, bê nasnamekirin, koçberkirin, guhartina demografîk, bêçandkirin, yozkirin, sîxurkirin, entegrasyon, 3 S (sex, spor, sanat) hatiye xwestin ku gelê Kurd dît were girtin. Dema ku li hemberî van operasyonên dîlgirtinê bersiva gelê Kurd bû berxwedanî, ev sepan her roj bi kûrbûnê û zêdekirina tundiyê heya roja me ya îro berdewam dikin.

Yek ji ferasetên beş bike-parçe bike-rê ve bibe ya hêzên emperyal jî bi Kurdistanê diyar kirine, bi hevpeymana Lozanê re şênber bûye û bi vê awayê Kurdistan kirine çar parçe. Li her yek parçeyek jî bi destê dewletên serwer (Îran, Tirkiyê, Surî, Iraq), di bingehê înkara hebûna gelê Kurd de sepanên pratî ketiye meriyetê. Her çiqas weke konseptek giştî li Kurdistanê amûrên şerê taybet hatibe diyarkirin jî, hêzên tetîkger û pêkhênerên li qada pratîkê ev dewlet bûne. Di pêvajoyên belvabûna pergala kapîtalîzmê de bi awayekê sinsî amûr xistine meriyetê, hatiye xwestin ku gelê Kurd bi awayê ku carekê din zindî nebe were bin axkirin. Armanc tûnekirin û tune hesibandin e. Dewletên ku li ser vê armnacê dimeşin, ji dîrokê heya roja me ya îro serî li gelek rêbazan dane. Ev çanda kevneşopiya ku ji Osmaniyan hatiye destpêkirin heya roja me ya îro bi awayekê birêxistinkirî bi zêdekirina meylên xwe yên şerê taybet ê li ser Kurdistanê berdewam kiriye. Her çiqasî di qada pratîkê de dewletên Îran, Iraq, Surî û Tirkiye xuya bike jî, ji bo Kurdistanê talîmata meylên şerê taybet ji aliyê Îngiltere û DYE yê hêzên hegemon ve hatiye dayîn. Hatiye xwestin ku rastiya Kurd a ji nasnameya xwe ya cewherî û nirxên xwe hatiye dûrkirin, ber bi xiyanetê ve hatiye kişandin û xwe înkar dike were avakirin.

Di vê şerê ku tê meşandin de beşên civakî yên hatine hedefkirin, bûye jin û ciwanên ku di rîsta pêşengê civakê de ne. Ev her dû beşên civakî yên Rêbertî di înşaya netewa demokratîk de rîsta pêşengtiyê daye wan, bûne beşên ku herî zêde ji êrişên şerê taybet para xwe girtine. Ji hêla pergala zilam û desthilatdar ve jin û ciwanên ku ji nirxên xwe hatine dûrxistin, heman demê de tê wateya civaka ku dîl hatiye girtin. Ji xwe ceribandinên yekemîn ê her dîtinê, di şexsê jinê de ketiye meriyetê û bi vê awayê li ser hemû civakê hatiye pêkanîn. Rastiya civaka ku bûye pîrek jî bi vê rêyê xwestine ava bikin. Jina ku hatiye xistin û civaka ku hatiye pîrekkirin, tê wateya kesayeta ku ji pergalê re hatiye amadekirin. Ji ber vê yekê, van polîtîkayên di şexsê jinê de tên pêkanîn fêmkirin, wê bihêle ku em polîtîkayên şerê taybet ê li ser Kurdistanê têne meşandin hîn baştir fêm bikin. Pergala zilam bi van sepanan ve xwestiye civakbûn, berxwedêrî, têkoşînvanî, parastina nirxên civakî, avahiya exlaqî ya jina Kurd parçe bike. Jina Kurd, bi polîtîkayên şerê taybet di warê çandî, aborî, derûnî, civakî û siyasî bi bombebaranê re rû bi rû maye. Xuyaye ku heya jina Kurd ji vê cenderê neyê rizgarkirin, emê nikaribin polîtîkayên şerê taybet ê li ser civakê tê meşandin jî vala derbixin. Bêguman ev rewş ji her demî zêdetir xwe di her qada civakê de bandoroiyekî gelek mezin dike û di heman demê de têkiliyên civakê jî parçe dike. Yanî dikare bê gotin ku  Şerê taybet, şerê ku pergala netew-dewlet bi xwe pêşxistiye ye. Di roja me de di hemû qadên civakî de tê meşandin: Qada aborî, qada perwerdehî, qada civakî, qada çandî, qada siyasî, qada propaganda û jin. Ji xwe pergal ji her demê zêdetir van hedef digre û dixwaze her tiştî ji rê derxe. Ji lewra tedbîrgirtina me jî pêwîst e li ser bingha paradîgmaya neteweya demokratîk ya ku Rêber Apo bi destê xwe avakiriye bê.