Li bajarê Kobanê Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî şideta li ser Jinê bi armanca bilindkirina asta zarokan û pêşxistina wan di aliyê ziman de dewreyeke perwerdeyê vekir.
Rêxistina Sara ya bajarê Kobanê dewreyeke perwerdeyê ji bo bilindkirina asta zarokên Kobanê vekir. Perwerdeyê di 7’ê Tîrmeha 2018’an de dest pê kir.
Di perwerdeyê de 220 zarok cihê xwe digirin, di dewreyê de waneyên zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û waneyên hunerî tên dayîn.
Zarokên ku cihê xwe di dewreyê de digirin ji temenê 7 salî heta 14 saliyê ne. Perwerde heta dibistan vebin wê dewam bike. Perwerde rojane tê dayîn û seat di 09.00’an de dest pê dike heta seat 13.00’an dewam dike.
Ji rêveberiya Rêxistina Sara Şêrîn Mislim derbarê vekirina dewreya perwerdeyê de axivî û wiha got: “Armanca me ji vekirina perwerdeyê ew e ku em asta zarokan bilind bikin û zarok dûrî xwendinê nekevin. Her wiha ji ber ku festîvala zarokan nêzîk ma ye, me xwest em beşeke hunerî ji zarokan derxin.”…ANHA






