Rojnameya Ronahî

Hemû rê diçin Îmraliyê

Idrîs Henan

Demeke dirêj e em gotineke navdar dibihîsin ku dibêje; “Hemû rê diçin Romayê” Ev gotin ne tenê li welatê me û herêma Rojhilata Navîna navdar bûye, lê belê li hemû cîhanê navdar e û raza wê xwe disperse bajarê Îtalyayê Romayê ku yek ji bajarên kevnar ê herî xweşik û dîrokî ye.

Sedema vê gotinê jî ew e ku dema Imparatoriya Romayan piraniya cîhanê kontrol dikir û xwest berfirehbûna Imparatoriya xwe biparêze, ji her bajarekî hatibû girtin rêyek asfaltkirî ber bi Romayê diçû ve çêdikir. Ew jî rêbazeke mêtingeriya Romayê bû ku kontrolkirin, misogerkirin, mayîndekirin û dagirkeriya xwe hêsantir dikir. Lew re jî dihat gotin ku tenê rêyên diçûn Romayê asfaltkirî bûn.

Ji xwe di binyada vê gotina navdar de hişmendiya eznavendî ya mêtingeriya global heye. Ango; çarenûsa hemû bajaran bindestiya ji Romayê re bû. Ji ber wê jî girîngiya xwe ya dîrokî û navdarbûna xwe ji naveroka wateya wê ya rasteqîn tê fêmkirin. Di wê manê de dixwest bête zanîn ku hemû encam Roma ye.

Dûrî wateyên dagirkeriyê û çi xweşibandinek bi guman, îroj jî ev gotin bi wateya aşîtî û demokrasiyê manedar bûye. Tam berovajî pêzanînên mêtingeriyê û hişmendiya serdestiya  mutelq, bi şênberiya pêkvejiyanê û bi paradîgmaya azadî û demokrasiyê ya li dijî hişmendiya “Roma” ya zayendperest a wê demê, bi têkoşîna hevpara ya gelan re li Rojhilata Navîn û cîhanê gotina; “Hemû rê diçin Îmraliyê” navdartir bûye.

Îroj çavên gelên Kurdistanê û hemû cîhanê bi slogana “ِAzadî ji Rêber APO re, Çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” li Îmraliyê ne. Ji çar beşên Kurdistanê û çara aliyên dunyayê gel xwedî li azadiya Rêber APO derdikeve. Fikir û felsefeya wî dixwînin û bi hêza wî ya ramanê rêyên mêtingeriya ber bi “Romaya” nûjen a îroyîn ve diherifînin. Li her derê grevên cihêreng hene. Ji zîndanan, navendên berxwedanê, Kurdistan, Tirkiyê, Ewropa, Afrîqya, Latîn Amerîka û Çiyayên Azad çalakiyên bêserûber hene. Ev çalakî pêl bi pêl li hemû dunyayê bi têkoşîna gelan a ji bo azadî û serfiraziyê, bi hişmendiya xilasker a Netewa Demokratîk rêyên asfaltkirî yên nû ku dûrî hişmendiya eznavendî ne, xêz dikin.

Ev çalakiyên gelan xwedî wê nameya girîng in; “rêya çareseriya mayînd e li Îmraliyê ye. Derveyî wê jî ne gengaz e ti çareseriyên navendî bêtin ferizkirin” Bi gotinek din; “hemû rêyên diçûn Romayê hatin xetimandin û kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye”.

Rêber APO veguheriye rêberek û sembolek global ê azadî û demokrasiyê. Hemû gelên blindest, azadîhez, demokrasîhez, welatperwer û jiyanhez dilê wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO lê dide. Hemû çalakiyên li dar dikevin bi awayekî rasterast bersiva komplogeran didin. Aliyek wê jî biryardayîna şikandina deriyên Îmraliyê ye. Wisa jî ji “Romayê” bêtir, bi têkoşîna hevpar a li dijî pergala navendîparêz, cinsiyetparêz a modernîteya kapîtalîst, xwe dîrokî dike. Ji ber ku Rêber APO bi têkoşîna xwe ya li dijî zilm û mêtingeriyê, li dijî qirkirina civakan, li dijî kolekirina jinê, li dijî xesibkirina xwezayê, tola mirovahiyê hildaye. Tola gelê Kurd ku bi sedan sal in di bin destê celadan de dinale, hildaye. Lew re jî, Rêber APO hêzeke fedayî û dîrokî ya tolhildanê ye. Sekin û helwesta wî ya li dijî navenda komplogeriyê, hiştiye ku îroj veguhere navenda hemû rêyên azadî û demokrasiyê. Naveroka nepixandî ya gotina hatiye navdarkirin a “Hemû rê diçin Romayê”

Vala hate derxistin ku “Roma” bi wateya navenda pergala destpotiyê dihate nasîn, lê îroj Îmralî veguheriye navenda hêviya gelan a xilasî û demokrasiyê. Lew re; Hemû rê diçin Îmraliyê.