Rojnameya Ronahî

Bi soza tolhildanê 4 şehîdên ewlekariya hindirîn li bajarê Qamişlo hatin oxirkirin

Birûc Resûl/Qamişlo

Bi beşdariya sedan şêniyên bajar û navçeyên Qamişlo merasîmên 4 şehîdên êrişên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Qamişlo, pêkhat û cenazeyên şehîdan li Goristana Delîl Saroxan, hatin oxirkirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyên Ebdselam Fewaz Ehmed, Mihemed Yusif Seyd, Rebah Hisên Elahmed û Yamin Mihemed Şedad li ser milên xwe rakirin û bi berzkirina dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Şehîd namir in” ber bi Goristana Şehîd Delîl Saroxan ve ya bajarê Qamişloyê ve meşiyan.

Merasîm bi deqeyekî rêzgirtina li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Saziye Malbatên Şehîdan Weed Elêwî diyar kir ku bi tevahî sûcên dijmirovî yên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê sûcên şerin û dagirkriya tirk dûrî hemû pîvanên axlaqê mirovahiyê tevdigere.

Herwiha li ser navê Hêza Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Suriyê Elî Hesen wiha axivî û got:”Di destpêkê de em sersaxiyê ji malbatên Şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Weke ku tê zanîn dagirkeriya Tirk dixwaze Îradeya gelên herêmê têk bibe. Lê îradeya gel ji planên dagirkeriyê xurtire û tu carî çavên gel naşike. Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe emê berxwedan û têkoşînê bikin. Em ê xwe biparêzin û tola şehîd û birîndarên xwe hilînin.”

Di heman demê de li ser nave Têkiliyê Hêza Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hemdûn da zanîn ku pêwîste hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta xwe ya li dijî siyaseta qirkirinê nîşan bidin û girêdana xwe ya bi ax û nirxên xwe ve diyar bikin. Bila hemû cîhan bizane ku em ê serî li ber van êriş û gefan netewînin. Eger yek ji me şehîd bikeve wê bi hezaran cihê wî dagirin. Em xwedî vîn û baweriyê ne ku serkeftinê bi destê xwe ve bînin.”

Merasîm bi xwendina nasnameyên 4 şehîdan bi dawî bû û bi tilîliyên dayikan cenazeyên şehîdan hatin oxirkirin.