Rojnameya Ronahî

Piştî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dê kampa Holê ewletir bibe

Navenda Nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêvajoya sêyemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ li kampa Holê ragihandin û destpêkirin û wê operasyon berdewam bike.

Kampa Holê ya li kantona Cizîrê, li herêmê bi giştî xetereyek mezin çêdike, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê ne û çete hewl didin wê bikin jêdera şaneyên DAIŞ`ê û çeteyan û lê perwerde bikin, her wiha ji şaneyên xwe yên li Iraq, Sûriye û cîhanê propagandeyê bikin.

Di kampê de derdora 54 hezar kes hene; 27 hezar Iraqî û 18 hezar Sûriyeyî û derdora 8 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê hene.

2021`an, beriya destpêkirina ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ di nava kampê de şaneyên çeteyên DAIŞ`ê 47 kes darve kirin ku li dijî perspektîfên wan derdiketin.

Di encama kuştin û hewldana kontrolkirina kampê de, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pêvajoya yekemîn a ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ di 28`ê Adara 2021`an de da destpêkirin. Operasyonê 5 rojan dewam kir û 2`yê Nîsanê bi dawî bû. Zêdetirî 5 hezar şervanên hêzên beşdar, tevlî operasyonê bûn.

Di pêvajoya yekemîn de 125 şaneyên çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin, ji wan 20 çete berpirsên bûyerên kuştinê bûn. Her wiha di operasyonên lêgerînê de gelek pêdiviyên leşkerî û madeyên teqemeniyê hatin desteserkirin.

Dema ku operasyon û xebatên lêgerînê yên di nava kampê de bi rêve diçûn, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir. Ji ber wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê bi wan êrişan re mijûl bûn, ji lew re hewldanên sepandina ewlehiyê û îstiqrarê li kampê hatin astengkirin.

Dewleta tirk hêzên di tunekirina DAIŞ`ê de cih girtiye yan jî operasyon li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li Baxozê bi rê ve birine, kirin hedef. Yek ji wan jî şehîd Jiyan Tolhildan bû ku pêvajoya yekemîn a operasyonê bi rê ve bir û tevî 2 hevalên xwe yên YPJ`ê û Têkoşîna li dijî Terorê di 22`yê Tîrmeha 2022`yan de di êrişa balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a li dijî erebeya wan de, şehîd bûn.

Her wiha di êrişa balafireke bêmirov a dewleta tirk de piştî pêvajoya duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de di 28`ê Îlona 2022`yan de, hevseroka Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Reşo şehîd bûn.

Pêvajoya duyemîn

Ji destpêka 2022`yan ve û heta 25`ê Tebaxa 2022`yan, şaneyên DAIŞ`ê û malbatên wan 43 êriş kirin. Di wan de 44 niştecihên kampê bi kêr, tiving, debançeyên bêdeng hatin kuştin. Ji wan 14 jin û 2 jî zarok bûn. Termên wan qurbaniyan diavêtin kanalîzasyonê ji bo ku sûcan veşêrin. Her wiha çeteyên DAIŞ`ê 13 caran hewl da niştecihên kampê birevînin. Kon tevî niştecihên wê bişewitînin, alîkariyên mirovî û tenduristiyê û xizmetguzariyê jî telef bikin. Tevliheviyê çêkin û sûra li dora kampê rakin.

Ji ber wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD’ê û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê pêvajoya duyemîn a operasyonê di 25`ê Tebaxa 2022`yan de da destpêkirin ku 24 rojan dewam kir.

Hêzên di wê pêvajoyê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAIŞ`ê yên ku fikrê tundraw fêr dikirin tune kir, gelek jinên DAIŞ`î yên xetere ku di wê demê de endam di nava kampê de perwerde dikirin, sûc li dijî niştecihên kampê kirine, girtin. Her wiha hêzê li dijî koma “Hisbê û Eşbalên El Xîlafe” operasyon li dar xist, gelek berpirsên wê girtin.

Di lêpirsînên wê demê de hate diyarkirin ku 3 jêderên çekan ên DAIŞ`ê hene, ya yekemîn destê hin karmendên rêxistinan tê de heye, bi taybet ‘Rêxistina Bihar’ ku çek û pere derbasî kampê dikirin û revandina endam û çeteyên DAIŞ`ê hêsan dikir. Jêdera duyemîn jî çekên ferdî û bombe ne ku hevserên çeteyan û zarokên wan di nav cil û bergên xwe de vedişartin dema ji Baxozê reviyan. Jêdera sêyemîn jî, DAIŞ`ê derfetên ji rêxistinan re hatine pêşkêşkirin, bi kar anîn û amûrên tûj wekî xencer, kêr, bato û amûrên îşkencekirinê çêkirin û pê niştecihên kampê tirsandin û ew neçarî teslîmiyetê kirin.

Di wê pêvajoyê de, YPJ`ê 2 jinên ciwan ên êzidî ji destê jinên DAIŞ`ê xilas kirin û birin cihekî ewle. YPJ`ê, 4 jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û îşkence li wan hatibû kirin, xilas kirin.

Her wiha di pêvajoya duyemîn de, 226 kes hatin girtin. Di nava de 36 jin hebûn ku tev li bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn. 25 tunel û xendek hatin dîtin û gelek çekên navîn û sivik hatin desteserkirin.

Fermandarekî têkildarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê agahî dan

Fermandarê Hêzên Komandos ên QSD`ê Agirî Jiyan têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hîna berdewam e, agahî parve kirin.

Agirî Jiyan got: “Operasyon hîna berdewam e, xebatên lêgerînê di nava beşên kampê de li gorî hatiye plankirin, berdewam in. Di operasyonê de ku ketiye roja 9`an, gelek mayin û çekên di bin kampê de dihatin veşartin, hatin desteserkirin û gelek çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatin girtin.”

Agirî Jiyan diyar kir ku di xebatên lêgerînê de gelek pirtûk û lênûsk hatin dîtin ku zarok û niştecihên kampê li ser tên perwerdekirin û ji wir diyar dibe ku çi qas kamp û nifşê tê de mezin dibe xeternak e û jinên DAIŞ`î vê zîhniyetê diparêzin.

Agirî Jiyan aşkera kir ku beşek ji armancên operasyonê bi dest xistine û hîna berdewam e. Her wiha diyar kir ku jinên DAIŞ`î û şaneyên DAIŞ`ê di hin beşan de hewl dan bi kevir, slogan, nedana belgeyên rast û redkirina lêgerînê, xebatên hêzên leşkerî asteng bikin.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser hesabên xwe yên fermî parve dike, di beşa “muhacîran” û ya 5`an de 34 kes hatine girtin, gelek çekên sivîk û cebilxane û 4 mayin hatine desteserkirin û gelek stargeh hatine dîtin.

Her wiha Agirî Jiyan aşkera kir ku xebatên lêgerînê di kampê de didomin.

Rûspiyên Holê piştgiriyê didin ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ

Rûspiyên Holê piştgiriya xwe ji ˊOperasyona Mırovî û Ewlehiyêˊ re ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSDˊê û YPJˊê li Holê daye destpêkirin, nîşan da.

Rûspiyên Holê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê destpêkirina qonaxa sêyemîn a ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de di 27ˊê Çileyê piştgiriya xwe nîşan da.

Şêxê eşîra Xewatine Mihemed Ebod El Sultan axivî û wiha got: “Em rûspî û şêxên eşîrên navçeya Holê bi giştî û şêxên eşîra Xewatine bi taybet piştgirî û desteka xwe ji ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ re ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê daye destpêkirin, nîşan didin. Ji ber ku ew hewl didin ewlehî û îstîqrarê li herêmê pêk bînin, bi taybet li kampê ku êdî mayîna li ber teqînê ye.”

Li aliyekî din jî rûspiya eşîra Xewatine Hemîd El Receb axivî û wiha got: “Em rûspiyên eşîra Xewatine û eşîrên li herêmê heyî nûçe û agahiyên dawîn ên ji Kampa Holê tên dişopînin. Ji lew re em piştgiriyê didin operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn, da ku kamp were paqijkirin, çavkaniyên terorê werin ziwakirin. Ji ber ku ev kamp ji kampên herî xeternak li herêmê ye ku tê de malbatên DAIŞˊê yên terorîst hene.”

Girêdayî ‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ li Kampa Holê û êrişên dagirkeriya tirk li ser navenda ewlekariya hindirîn li bajarê Qamişlo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ li Kampa Holê, artêşa Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qamişlo bombebaran kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ şermezar kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya ji bo kontrolkirina Kampa Holê û sînordarkirina çalakiya şaneyan û ligel xebatên li dijî terorê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê beşdarî wê dibin, dewleta Tirk a dagirker êrişeke dijwar li ser yek ji xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê, pêk anî. Di encamê de 4 endam şehîd û hejmarek birîndar bûn. Ev êriş û êrişa beriya wê hate kirin bi tevayî dikevin xizmetî DAIŞˊêtevgera DAIŞ`ê re ye û di xi û çalakbûna wê. Her wiha armanca wan êrişan astengkirina hewldanên hêzên ewlehiyê di çalakiyên wê de ji bo kontrolkirina ewlehiyê li Kampa Holê ye ku tê de îstixbaratên Tirkiyê bi awayekî zelal bi hemû hêza xwe destekê dide xebatên revandin û tevliheviyê û bi hemû awayan destekdayîna darayî, hêsan dike.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdên êrişên dewleta Tirk re dixwazin. Em hêvîdar in ku birîndar di zûtirîn dem de baş bibin. Em bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî dikin ku dawî li kiryarên dewleta Tirk û dijminahiya wê bînin, ji ber ku bi van kiryaran derfetê  li pêşiya vegera terorê vedike.

Ev êriş hewldaneke aşkera ya ji bo astengkirina rewşa jiyanî û pêşîgirtina li serkeftina derfetên kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê piştî kêmkirina tevgera DAIŞ`ê û aliyên mîna wê ye, ku dixwazin tevlihevî û şerê navxweyî geş bikin. Em teqez dikin ku Koalisyona Navneteweyî jî mîna Rûsya para wan ji berpirsiyariya van êrişan heye. Ji ber ku ev êriş di çarçoveya têkbirina hewldanên wan her du aliyan ên ji bo kontrolkirin û piştgirîkirina aramiyê û destekdayîna wê de ye. Em piştrast dikin ku hêzên me yên ewlehiyê di xebatên xwe de ji bo sînordarkirina vegera tundrawê û têkbirina aramî û ewlehiya herêmên me û jiyana gelê me de, berdewam in. “