Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevdîtinên MSD û Sûriyê

02/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Hevdîtinên MSD û Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

MSD û hikûmeta Esad ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyeyê di 26’ê tîrmehê de dest bi hevdîtinên çareseriyê kirin. Hevdîtin li ser navê MSD û hikûmeta Sûriyeyê tên kirin lê di esasê xwe de kurd û desthilatdariya BAAS’ê muzakereyan dikin. Ev hevdîtin bi çi awayî tên kirin, ji ber kîjan sedeman û bi kîjan armancên stratejîk pêk tên, divê bên zelalkirin. Her hiwa di hevdîtinan de ji bo hêzên kurd feraseteke çawa pêwist e, divê bê diyarkirin.Di pêvajoyeke wisa aloz de, destpêkirina hevdîtinên çareseriyê girîng e. Hevdîtin ji geşedanên Rojhilata Navîn, ji konjuktura nû û ji pêngavên hêzên kurewî ne cuda ye. Nemaze jî dagirkeriya Rojhilata Navîn, di nav helwesteke hevkar, hevdeng û hevpar de tevdigere. Dagirkeriya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê her çiqasî ‘yek bi yek’ ji dewletên cuda pêk tên jî, di navbera wan de hevgirtineke nixumî, domdar û stratejîk heye. Tevgera erênî ya hikûmeta Sûriyeyê ya di mijara hevdîtinan de jî, işaretê bi ev şêwra dagirkeriya herêmê dike.Dagirker li dijî berxwedana gelê kurd tengijîn, ditengijin û li rêyeke pêşîgirtina li berxwedana gelê kurd digerin. Li rêyeke domandina statukoyê digerin. Hewl didin ku rêya azadî û demokrasiya Kurdistanê bixetimînin. Ji bo ku destkeftinên kurdan pûç û bêwate bikin, bi şêwr û tifaqeke nixumî Tirkiye ji aliyekî de, Îran ji aliyekî de, Iraq û Sûriye jî ji aliyekî de; li qada neteweyî û navneteweyî taktîkên siyasî û dîplomatîk disepînin. Bextreşiya kurdan a dîrokî ew e ku vê karesatê nabînin.Niha BAAS’a faşişt çi dibêje: “Werin em pirsgirêkên xwe bi hevdîtinan çareser bikin. Lê beriya her tiştî hûn Reqqa û Hasekê biterikînin. Li her warên ku hûn lê ne, serdestiya hikûmeta Sûriyeyê bipejirînin. Li Kurdistanê alên xwe deynin û tenê alên hikûmeta Sûriyeyê hildin. Têkiliyên xwe yên bi dewlet û hikûmetên derve re betal bikin, ji derveyî venêrîn û rêvebirina hikûmeta BAAS’ê bi tu awayî têkilî û hevkariyên neteweyî û navneteweyî pêk neynin…
Êêê piştî ku we ev xal bi cih anîn, em ê jî der barê hinek mafên we de, ligel nirxên ‘xwerêxistinkirin û xwerêvebirinê’ hestyar tevbigerin…” Dahûrandina vê nêzîkatiyê, gelekî aloz e.Pêwist e ku em bi tîpên gir binivîsin; Divê kurd kompleksa binikiyê ji ser xwe bavêjin; divê bi hêzên kurewî û navneteweyî re bêtirs û bêkomplesk têkiliyên siyasî û dîplomatîk pêk bînin. Divê yekparî û yekpergaliya dagirkeriya Rojhilata Navîn, hew rojekê jî ji bîr nekin; divê kurd zanibin ku jiyana kevn derbas dikin û cîhaneke nû ava dikin; divê kurd li dîroka xwe lêkin ku ji bo wan dijberiya sereke dagirkeriya herêmê ye; divê kurd li dijî pergala dagirkeriyê hem di navbera xwe de û hem jî bi hêzên kurewî re tifaqên stratejîk girêdin; divê kurd hevdîtin û muzakereyan jî, ligel mutefîk, çavdêr û garantorên navneteweyî û bi awayekî nivîskî pêk bînin û encamên van hevdîtinan wekî destkeftinên neteweyî li dîrokê binivîsin.Lazim e MSD nehêlê ku dagirkeriya herêmê muktesebata gele kurd ji dest derxe. Divê kurd her mafên xwe yên bingehîn bi hikûmetê bidin erêkirin û mohrkirin. Her wiha divê hikûmeta Sûriyeyê ji niha de qebûl bike ku wê bakurê Helebê, Çiyayê Kurmênc û Îdlibê bê şerd û şirûd dewrî MSD’ê bike; divê kurdî bi zimanê fermî be; divê ala xwe jî ligel ala hikûmetê li ba bibe; divê hikûmet îlan bike û bi Makeqanûnê teqez bike ku îradeya gelên Bakurê Sûriyeyê nas dike; divê hikûmet tevgera xwe ya kontra û navendên xwe yên taybet ku ji bo destkeftiyên gelê kurd têk bibe bi hevkariya Tirkiye û Îranê ava kirine, betal bike; divê hikûmet pergala federaliyê ya bakurê Sûriyeyê bi awayekî bêveger qebûl bike.

Tayip TEMEL

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.