Rojnameya Ronahî

Çima hin kes bernavên ji xwe mezintir li xwe dikin?

Kemal Necim

Biwêjeke Kurdî heye dibêje `Navekî giran li ser gundekî wêran`.

Li ser medyaya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê her wiha li ser medyaya civakî jî û di çalakiyên mîna simînar û komxebatan de pir caran bernav û sifetên mezin li kesan tên kirin,  ango ew bernavên ku pîşe yan pisporiya kesan dide nasîn, mîna ku em bêjin doktor filankes û HWD.  Ev bernavên wilo bi sivikî û arzanî têne belavkirin bûye rûdane balkêş û carna jî bi êş. Heme bêje her kesên ku derdikevine ser medyayê yan beşdarî simînarekê yan komxebatekê yan çalakiyeke rewşenbîrî dibin, dîroknas in, zimanzan in, lêkolîner in şîrovekarê aborî ne yan çavdêrên siyasî ne. Ji xwe egrer mijar dibe derbirîna wêjeyî her kes helbestvan û çîroknivîs û romannivîsên gewre û mezin in.

Bê guman di nav van kesan de ên pispor û agahdarê pêşeya xwe hene, lê piraniya wan ne li gorî pîşe û pisporiyê ev bernav li ber navê xwe danîne. Tişta ku sosret û cihê mixabiniyê ye ku yekî xwe weke zimannzan dide nasîn carna nikare hevokeke rasteqîn û bê şaşî binivîse, her wiha ên xwe weke dîrokzan jî  didn nasîn agahiyên çewt û şaş û bê bingeh belav dike.

Hewce nake ku mirov bandorên neyênî yên vê rûdanê şîrove û rave bike, ji ber ku pir diyar e rûdaneke wiha dê qada zanîn û raman û hişmendiyê şêlo bike û civakeke seranser û kêm zanîn ava bike.

Wexta ku min xwest ez hinekî bigerim û hewil bibim zanibim ka çima rewşeke wiha rû dide? Çima hin kes hez dikin ku bernavên mezin li ber navê wan hebe? Min dît ku ev êş û derd ne ya Kurdan tenê ye, lê belê pir civakên din jî vê êşê dikşînin û ev rûdan di nava wan de jî bûye cihê gengeşe û gotûbêj û lêkolînê.

Di nava gera xwe de ez rastî lokolîneke ku rojnameya Independent a Erebî amade kiriye û weşandiye hatim. Di lêkolînê de diyar e ku rûdaneke wiha li nava civaka Erebî de belav bûye, lê tişta balkêş di vê lêkolînê de ew e ku hin psîkolog vê rûdanê bi nexweşiya “paranoya” ve girê didin, û kesên wiha hewil didin kêmasiyeke xwe ya kesane veşêrin, lewma bernav û paşnavan li xwe dikin û bi vî hawî hest dikin ku ew bi hêz in û jixwebwar in. Her wiha psîkolog dibêjin ku ew kesên bernavên mezin li xwe dikin û pesnê xwe didin û xwe mezin nîşan didin bi eslê xwe mirovên nexweş in ku hewceyê dermankirina psîkolojîk in.

Li gorî pisporan sê sedemên vê rûdanê hene, ya yekem ku ev kesên wiha, di jiyana wan a hestgerî de kêmasiyek heye, lewma hewil didin vê kêmasiyê tije bikin û navên ji xwe mezintir li xwe dikin. Ya duyem jî destkeftiyên diravî û sûdwergirtina ji  van bernavan e, lewma van navan li xwe dikin da ku li paş wê ji xwe re qezenceke diravî bikin. Ya sêyem jî ew e kesên wiha bi rêya van bernavan ji xwe prestîja civakî ava dikin.

Bê guman dezgehên ragihandinê di vê der barê de roleke nebaş dilîze û ji kîsê xwe nav û bernavan li kesan dikin.