Rojnameya Ronahî

Xemxur û berhemdêrê şanoya zarokan nivîskar Alan Ebdela

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Nivîskar û şanonivîs Alan Ebdela ji sala 2014’an heta 2019’an 4 perdeyên şanoyê yên taybet bi zarokan bi sernav û naverokên cuda û balkêş çêkirine. Ebdela diyar ku armanc ji xebata wî  ya şanoyê ew e ku valahiya heyî yên di wêje û şanoya zarokan a kurdî de bi derfet û zanebûna xwe dagire.

Alan Ebdela yek ji nivîskarên kurd yên Rojava ye ku di sala 1987’an de li bajarê Qamişlo hatiye dunyayê û niha li Qamişlo dijî. Rewşenbîr Alan Ebdela, ji kêmpeydayên rewşenbîrên Rojava ye ku mijûlî qada wêjeya zaroka bûye û bi taybet mijara şanoya zarokan. Di heman demê de ew çîroknivîs e û hejmarek çîrok bi mijarên cuda û balkêş çap kirne.

Lê li nik çîroknivîsînê, Ebdela ji sala 2014’an ve berê pênûsa xwe daye nivîsîna deqên şanoyê û şonoyên zarokan kirye mijara xebatê.

Wî heta niha 4 perdeyên şanoyê amade kirine, ev perdeyên şanoyê, ji deqên şanoyê tevî sînariyo, dirama û wêneyan  pêk tê. Alan Ebdela ev perde bi serenavê Desta Pişaftinê, Gula Pîroz, Newrozê û Pêşeroja windayî amade kir. Herwiha ev perdeyên şanoyê ji aliyê  Dîwana wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatin nirxandin û bi ser pereştiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û Weşanxaneya  Şilêr ve hatine derxistin. Di heman demê de saziya CLoud Sudios serpereştiya berg û wêneyên van perdeyean kiriye û ji aliyê çapxaneya Herekol ve di sala 2023’an de hatine çapkirin û tevahiya van perdeyan  nêzî 10 hezar gotin in.

Herwiha girêdayî van berheman, naverok, girîngiya şanoya zarokan û armanca Alan Ebdela  ji berhemdayîna van perdeyan, şanonivîs Ebdela ji rojnameya me re axivî.

Girîngiya şanoyê li cem Alan Ebdela

Alan Ebdela di derbarê girîngiya şanoya zarokan de wiha got: “Li ser girîngiya şano di derbarê perwerdeyê de , ew e ku saziyên perwerdeyê jî ji hêla xwe de girîngiyê bidin şano û wekî biranş di peymangeha amadekirina mamosteyan de bidin, ji bo ku mamoste jî nerînek bingehîn li ser şano bistîne û bi rêbazên şano waneyan ji  xwendekaran re şîrove bikin. Ger gavên wisa bên avêtin wê pir baş be. Min bi destêkirina şoreşa Rojava re şano nas kir û bi taybet li Ekadîmiya Celatdet Bedirxan a li Qamişlo. Piştî xwendin û lêkolîneke berfireh min şano nas kir û min dît şanoya kurdî çiqasî hewcedarî xebatê ye. Êdî min dest bi xebata şanoya zarokan kir. Şanoya zarokan xwedî girîngiyeke mezin e û da ku em bikarbin şanoyekê bi riyeke guncav li gor  temenê wan û derûniya wan pêşkêş bikin, divê em bi hayedarî nêzî qada şanoya zarokan bibin. Şanoya zarokan cudatir e ji şanoya mezinan lewma min jî bi hayedarî û piştî lêkolîneke berfireh di warê vê mijarê û derûniya zarokan de çêkir û 4 perdeyên şanoyê pêşkêşî zarokan kirin. Ev perde jî ji zarokên ku temenê wan 9  heta 18 salî be guncav e. ”

Dista Pişaftinê, pişaftina kurdan vedibêje

Ebdela têkildarî naveroka perdeya Desta Pişaftinê wiha anî ser ziman: Ev perde weke beşê yekem bû ji xebata şanoya zarokan ku di sala 2014’an de derxist. Piştî lêkolîneke berfireh li ser kapîtalîzmê û pişaftina ku li ser gelê kurd dihat meşandin, min ev deqa şanoyê nivîsand. Naveroka perdeya Dista Pişaftinê dîroka 5 hezar sal ya desthilatdariya ku li ser gelê kurd û hewldana pişaftina kurdan vedibêje. Herwiha min di vê perdeyê de min kapîtalîzim û pişaftin daye nasandin. Herwiha min tê de kapîtalîzim a ku destê wê pere, dewlet û desthilatdarî ye kirine lehengên şanoyê. Ev leheng di şanoyê de şerê xwezayê, çand û kelepûra kurdî dikin û dixwazin ciwanên me bi riya rêbazên xwe yên cuda bixin bin bandora kapîtalîzmê. Min xwendin û pênûs kirne lehengên razberî û di riya wan re ji zarokan re didim xuyakirin ku çareseriya guncav a li dijî kapîtalîzmê, xwendin û zanîn e.  Ev perdeya şanoyî carekê di sala 2016’an de, li dibistana Salih Ebdê ya li Qamişlo ji aliyê zarok û ciwanan ve li ser dika şanoyê hatieye lîstin. ”

Perdeya Gula Pîroz nirxê şehadetê tîne ser ziman

Nivîskar Alan girêdayî naveroka perdeya Gula Pîroz wisa destnîşan kir: “Peredeya Gula Pîroz xebata şano ya min a 2’yem ku di sala 2015’an de hate destpêkirin. Gula Pîroz perdeyeke şanoyê ku  li ser şehîdên şoreşa Rojava û qelenê şehadetê ji zarokan re vedibêje. Min di vê perdeyê de nirxekî pir mezin daye şehîdên şoreş û min şehîd şibihandine wan gulên pîroz. Da ku  zarokên bav, dê, xuşk, bira an jî kesên nêzîkî wan şehîd ketibin wê şehadetê kêmbuha nebînin. Bervajî wê, şoreşa Rojava jî giranbuha ye û wê helbet bedêlê  wê jî gulên pîroz bin. Li aliyekî din jî li nik kesên fedekar, pêwîstiya me bi kesên ku ji jiyanê hez dikin heye. Çîroka vê şanoyê xwena dayikekê ye ku ew dayik di xewna xwe de rûsipiyekî dibîne. Ew rûsipî jî gulan li jinên taxê belav dike, min ew ê rûsipî şibhandiye bi hezretê Zeredeşt. Lê rûsipî gulê nade wê dayikê, dayik jê re dibêje gelo ez çi bikim heta ku tu gulekê bide min jî, rû sipî jê re dibêje divê tu kezeba xwe bi min bidî.  Dayik kezeba xwe dide wî û rûsipî gulekê dide wê, roja din dayikê ji xew raidibe û buyera şehadeta kurê wê tê mala wê. ”

Naveroka perdeya Newrozê

Di derbarê perdeya Newrizê de Alan Ebdela wiha da nîşandan: “Piştî ku ez di sala 2015’an ji Akadîmiya Celadet Bedirxan derketim, min xebata xwe ji warê akadîmiyetê ber bi civakê û şêweyê jiyana civakê ve guherand. Êdî ji min hat xwestin ku ez şanoyekê li ser Cejna Newrozê çêkim. Min di destêkê de lêkolînên berfireh di warê çîrok, efsaneyên ku tên gotin li ser Newrozê de çêkir û ji van lêkolînan min ev deq û sînariyoya Newrozê çêkir. Herwiha çîroka wê jî li ser bingehê efsaneya Kawayê Hesinkar û desthilatdariya Dehak e. Min çîroka Newrozê ya kevinar a bi hezarê salan, sebola agirê Newrozê û şêweyê jiyana civakê ya wê serdemê di vê deqê de bi bîr xistiye.  Perdeya Newrozê ne ji afrîneriya min e, lê belê rastiya kurdan tîne ser ziman. Ev perde jî du caran li dibistana Hatim Eltaqî di şeva Newroza sala 2015’an û Salih Ebdê di 2017’an zarok û mezinan bi hev re pêşkêş kirin. ”

Mijara perdeya Pêşeroja Windayî girêdayî karkirina zarokan e  

Nivîskar Alan Ebdela di warê perdeya Pêşeroja Windayî de wiha axivî: “ Mijara perdeya Pêşeroja Windayî li ser karkirina zarokên biçûk di deverên weke bazar, pîşesaziyê û hwd de ye. Armanca min jê ew e ku vê diyardeyê, sedem û neyîniyên wê di vê deqa şanoyê ji bo zarok û civakê bidim nasandin. Herwiha encam, metirsî û çareseriyê bînim ser ziman. Min lehengî daye jineke rojnameger, ji ber ku hertim çavê rojnamegeriyê di derbarê her mijarekê de be, ew çavê sêyem e. Min rol daye wê jina rojnameger ku çawa vê diyardeyê lêkolîn dike û sedeman nas dike. Ev perdya min herî dawî ye ku di sala 2019’an hat berhem dayîn, lê ne dawiya kar û xebata şanoyê. Bi rastî ez ne bispor im di warê şanonivîsînê de, lê ji ber valahiya heyî ya di şanoya kurdî ya zarokan de, min ev perdeyên şanoyê li gor derfet û zanebûna xwe xwe çêkirin. Hêviya min ji nivîskar û şanonivîsên me yê bispor ew e ku xwe di vê qada girîng de  berpirsiyar bibînin û xebatê bikin.”