Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Artêşa Tirk li hember gerîla têk çûye

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Artêşa Tirk li hember gerîla têk çûye
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan ji yekîneyên gerîla re axivî û diyar kir ku artêşa Tirk li hember şerê gêrîla têk çuye lewma êdî tenê teknîka hewayî bikartîne. Karayilan wiha got, “Dewleta Tirk piştî ku dît di şer de têk çûye, ji Îlona 2016’an û pê ve biryar da ku şer êdî bi amûrên hewayî bidomîne.”

Karayilan got, “Ya ku niha di rojevê de ye, tasfiyeya me, tasfiyeya PKK’ê nîne. Ji ber ku ew ji tasfiyebûna xwe ditirsin, bi her awayî êrîş dikin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrad Karayilan roja 27’ê Tîrmehê bi rêya cîhazê ji yekîneyên gerîla re axivî û rojeva Kurdistan û Rojhilata Navîn nirxand. Karayilan got, “sîstema yek zilamiyê ya xwe dispêre şer wê têk biçe.”
Karayilan diyar kir ku berhemên şoreşgerî yên di nava têkoşîna wan a 45 salan de hatin afirandin, ne tenê şoreşa Kurdistanê her wiha şoreşa Rojhilata Navîn xistiye rojevê û got, “Şerê bê eman ê ku rejîma faşîst a Tirk li dijî geşbûna şoreşgerî ya Kurdistanê da destpêkirin, 3 salan li pey xwe dihêle. Di nava van 3 salan de, desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha ‘Plana Têkbirinê’ ji bo karibe encamê bi dest bixe, hemû rê û rêbazên hilweşîner û faşîst bi kar anî. Li dijî Rêber Apo dest bi şerekî giran kir.”
ARTÊŞA TIRK TÊK ÇÛYE
Karayilan da xuyakirin ku artêşa Tirk li hemberî gerîla şerê bejahî winda kiriye û ji bo vê têkçûna xwe binixumîne, serî li teknolojiya serdemê daye. Karayilan ev tespît kir: “Artêşa Tirk ku di şerê dijî gerîla de têk çû, şerê li Kurdistanê bi berdêla bi milyaran dolarî veguherand şerekî teknolojîk. Ji bo vê jî bi her awayî mesref kir. Dewleta Tirk piştî ku dît di şer de têk çûye, ji Îlona 2016’an û pê ve biryar da ku şer êdî bi amûrên hewayî bidomîne.”
PKK JI NAVA GEL
AFIRIYE
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan destnîşan kir ku Tevgera PKK’ê beriya her tiştî xwe dispêre rastiya gelekî ku reh berdaye nava dîrokê û got, “Heta ku koka civaka Kurdistanê li ser vê axê hebe, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo jî wê hebe. Ya ku ev civak ji xweliyên xwe afirand û gihand vê astê, ev bîrdozî ye.”
Karayilan got, “Ya ku niha di rojevê de ye, tasfiyeya me, tasfiyeya PKK’ê nîne. Ji ber ku ew ji tasfiyebûna xwe ditirsin, bi her awayî polîtîkayeke êrîşkariyê dimeşînin.”
Karayilan işaret bi tifaqa AKP-MHP û Ergenekonê kir û got, “Ev hêzên ku berê dijberê hev bûn, meşandina şerekî bê eman ê li dijî gelê Kurdistanê weke berjewendiyên xwe yên hevpar dîtin. Gotin ku eger vê nekin wê tasfiye bibin. Bi vî rengî ne tenê li nava sînorên Tirkiyê, biryar dan ku li Rojava, Başûrê Kurdistanê û hev deverê li dijî PKK’ê û destketiyên gelê Kurd têbikoşin.”
LI EFRÎNÊ MÊTINGERÎ TÊK ÇÛ
Mûrad Karayilan bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP’ê navê ‘Şerê Nû yê Serxwebûna Tirkiyê’ li vî şerê xwe kir û wiha dewam kir: “Jê re gotin ‘şerê man û nemanê’ ye. Bi xwe mikur hatin ku ya tasfiye dibe PKK nîne. Ya tasfiye dibe planên dîktatoriya Erdogan û sîstema netewe-dewletê ya Tirk e.”
Karayilan da xuyakirin ku dewleta Tirk ji ber ku li pêşberî gerîla nekarî bi ser bikeve, êrîşa li dijî Efrînê xiste rojevê û bi vî awayî xwest rewşa xwe ya têkçûyî binixumîne. Karayilan got, “Ji wan hebû ku bi êrîşên giran ên bi balafirên şer wê karibin di nava sê rojan de bikevin nava Efrînê, wê şovê bikin, moralê bigirin û bi vî rengî derbê li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bixin. Lê belê li Efrînê li bin guhê Berxwedana Serdemê ketin. Nêzî 3000 hezar leşker û çeteyên wan mirin. Li Efrînê berxwedaneke gelekî mezin hate nîşandan. Ne dopînga moralê, ne jî ranta siyasî nekarîbûn li Efrînê bi dest bixin. Bi vî rengî aboriya wan serberjêr bû.”
Karayilan diyar kir ku niha ketibin nava Efrînê jî têkoşîna gel û şervanên Efrînê dewam dike û bi têkoşîna azadiyê ya li her devera Kurdistanê re mêtingeriya netewe-dewleta Tirk a faşîst hîn bi lez têk diçe.”
EM Ê ŞER DE BI SER
BIKEVIN
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Karayilan destnîşan kir ku bi bi şerekî serketî yê gel ê şoreşger ew dikarin têkoşîna xwe bi ser bixînin û got, “Lê belê şertê destpêkê yê vê yekê ew e ku pêvajo rast were xwendin, xeta leşkerî ya pêvajoyê baş bê fêhmkirin û bi cih were anîn.”
Karayilan diyar kir ku di vê serdema herî girîng a dîroka wan a têkoşînê de, bi geşkirina şerê gerîla û bi xwegihandina li perspektîfa Şerê Gel ê Şoreşgerî wê bi ser bikevin. Karayilan got, “Pratîka Şerê Gel ê Şoreşgerî eger li Kurdistanê bi cih were anîn, wê pêla faşîst qirker a AKP-MHP û Ergenekonê bişikê.”Di dawiya axaftina xwe de Karayilan destnîşan kir ku bandora şerê li Kurdistanê êdî tenê li Kurdistanê namîne û got, “Ji bûyerên ku niha diqewimin jî tê dîtin ku ev yek wê li Tirkiyê rê li ber veguherîneke demokratîk veke û li Rojhilata Navîn jî pêşî li pêvajoyeke nû ya şoreşgerî veke.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.