Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Ocalan azadiya gelan e

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Azadiya Ocalan azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Esed Menan tecrîda girankirî ya li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan weke tecrîda li ser tevahî gelê Kurd pênase kir û got: “Desthilatdaran dixwestin navebera galan, bi taybet gelên Kurd û Tirk de şerekî demdirêj derxînin. Lê Ocalan bi berxwedaniya xwe hemû planên wan vala derxist.”

RIYA XWÎNÊ GIRT

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Esed Menagot; “hêzên destê wan di dîlgirtina Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan de hene, dixwestin şerekî qirêj ku bi dehan salan dirêj bike, navbera herdu gelên Kurd û Tirk de çêbiba. Berevajî wê, Rêberê gelê Kurd birêz Abdulah Ocalan bi stratejiya xwe ya aşîtiyê rê li ber wê komployê girt. Ji bona ku gelên li herêmê bi hev re bijîn jî hişmendî û felsefeya Netewa Demokratîk afirand. Bi vê yekê Rêber Ocalan rê li ber rijandina xwînê li herêmê girt.”

ÇARESERÎ RAMANÊN RÊBER APO YE

Menan di dewama nirxandina xwe de, diyar kir li hember krîza li herêmê netewa demokgraîk alternatîfeke çareseriyê ye û wiha dewam kir, “Niha li Rojhilata Navîn hêzên serdest dixwazin sîstema netew dewlet mayînde bikin. Êdî xetiminî ne û ji pirsgirêkên heyî re nabin çareserî. Berevajî, bûne sedema kirîz û kaosan. Lê paradîgmaya Rêber APO xweseriya gelan a ziman, çand û neteweyî esas digire. Hemû gelên li herêmê dikarin li gorî xweseriya xwe bi awayekî azad û wekhev bijîn. Menan di dewama nirxandina xwe de qala rewşa li Sûriyê jî kir û got: Ji ber vê hişmendiya serdest, li Sûriyê ti hêzeke ku bikaribe nûnertiya azaweriyên gel bike derneket. Her gel derbasî nava komkujî û qirkirinan kirin. Lê li herêmên Kurdan ku pala xwe didin felsefeya Rêber APO a Netewa Demokratîk, biratiya gelan, jiyana hevbeş û azadiya fikir û ramanê bi pêş ket.”

TÊKOŞÎNA OCALAN A GELAN E

Menan got: “hemû hêzên desthilatdar, di serî de Tirkiyê, ji fikir û ramana Rêber APO ditirsin. Ji ber vê jî dewleta dagirker a Tirk tecrîd li ser Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan giran kiriye. Nahêle malbat, parêzer û ne jî şande serdana wî bikin. Dizanin ku Rêbar APO hêza wî heye hemû pirsgirêkan bi yek hevokê çareser bike.”
Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Esed Menan dawiyê de wiha got: “Rojhilata Navîn ji her demê bêtir hewceyî pratîzekirina fikrên Ocalan e. Pêwîste saziyên navneteweyî û bi taybet ên mîna CPT`yê xwedî li erkên xwe derkevin û bi awayekî exlaqî nêzî doza Rêberê gelê Kurd Ocalan bibin. Rêber APO li hemberî hişmendiya desthilatdaran têkoşîneke zihnî ya bê hempa dide meşandin. Ji ber vê jî em dibêjin; azadiya Rêber APO azadiya hemû gelên bindest misoger dike.”… Ronahî

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.