Rojnameya Ronahî

Damezrandina Rêveberiya Xweser serkeftina şoreşa 19’ê Tîrmehê bû

Zana Roj/ Şehba

Di 29’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê hat ragihandin. Di Salvegera 10’emîn ya damezrandina Rêveberiya Xweser a kantona Efrînê de pêşengên vê xebatê tekez kirin ku damezrandina Rêveberiyê yek ji girîngtirîn destkeftiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê bû.

Bi destpêkirina kirîza Sûriyê, gelên Rojava xeta sêyemîn hilbijartin û bi kurbûna kirîzê re şoreşa 19’ê Tîrmehê ku bi şoreşa gelan tê naskirin, hat destpêkirin. Ev şoreş bi xwe re serkeftin û destkeftiyên mezin anîn, di oxira vê şoreşê de jî bi hezaran cangoriyên azadiyê  cane xwe feda kirin. ev şoreş li ser bingeha îdeolojî û pirojeya Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Di encam de bi parastina sînor rêvebirina herêmên xwe pirojeya Netewa Demokratîk ket meryetê û di sala 2014’an de li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê Xweseriya Demokratîk hat ragehandin. Li kantona Efrînê jî di 29’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya herêmê li ser esasê Konfedralîzma Demokratîk Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê îlan kirin.

Têkildarî salvegera ragihandina Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê, ji pêşengên destpêkê  ku cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de girtiye Silêman Cafer û Nûrşan Hisên ji rojnameya me re axivî.

`Rêveberiya Xwser di encama têkoşînên mezin de hat îlankirin`

Silêman cafer di destpêkê de salvegera demazrendina Rêveberiya Xweser pîroz kir her wiha tavahî Şehîdên berxwedana Serdemê bi bîr anînin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di sala 2011 an de û bi taybet di meha Adarê de, bi destpêkirina aloziya Sûriyê re Tevgera Azadiyê di wê demê de pişniyar kir ku em bi opizisyonê re bikevin nava têkiliyê lê heyanî meha 9 me dît ku ew jî di hişmeniya xwe de weke dewletê difikirin. Ji wir de hilbijartina xeta Sêyemên hat girtin yanî em ne bi opozisyonê re ne û ne li dijî wê û ne jê bi dewletê re ne û ne jî li dijî wê lê yên ku êrîşî me bikin emê parastina xwe bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji vir de destpêkir û dest bi têkoşînê kir. piştî ked û têkoşîneke mezin di aliyê leşkerî, dîplomasî, civakî û hwd bi îdeolojiya wekheviyê û netewa demokratîk Rêveberiya Xweser li herêmên Rojavayê Kurdistanê di sala 2014 an de hat ragihandin”.

`29’ê Çileya 2014’an Rêveberiya Xweser di Efrînê de hat ragehandin`

Silêman anî ziman ku di meha Pûşpir  ji sala 2013 an de PYD pirojeya Rêvebriya Xweser pişniyar kir û wiha domand: “Bi destpêkirina Şoreşê re salên tijî ked, têkilî, avakirin, berxwedanî û têkoşîn hatin derbaskirin. Di meha pûşperê de ji sala 2013’an ji aliyê PYD ve pirojeya Rêveberiya Xweser hat pêşkêş kirin. Ji wê demê ve heyanê sala 2014’an, beriya îlankirina Rêveberiya Xweser di Efrînê de têkilî û nîqaşên berfireh  partiyên din re hatin pêkanîn lê bê encam man. Di 29’ê Çileya 2014’an de Rêveberiya Xweser ya Kantona Efrînê îlan bû. Bi sê beşan hikumet hatin avakirin Meclîsa Zagonsaz, Meclîsa Cibcikar û Edalet bi hejmara 101 kesan û avakirina 22 desteyên Rêveberiyê pêk hat. Di wê demê de ez weke serokê têkiliyên derve hatim hilbijartin”.

`Coşa Gel dema ragihandina Xweseriyê ne kêmtirî serkeftina Komara Mahabadê bû`

Silêman bal kişand ser coşa gel bi ragihandina Rêvebriya Xweser ku di encama salên têkoşînê de yekem car tê bidestxistin û wiha got: “di wê demê de gelê Kurd û tavahî pêkhateyên herêmê bi ragihandina vê gava serkeftî ya ku em dibînin niha encamên gelek mezin bi xwe re anî. Ji bo gelê Kurd weke xeyalekê bû ku ber bi azadiyê ve diçin. Hemû gel biçûk mezin di nava heyacan û kêfxweşiyeke mezin de bûn. Bi rastî serkeftin û coşa ku di wê demê de hatiye derketin ne kêmtirî serkeftina îlankirina Komara Mahabadê bû. Ew gav bi xwe re hêviyên mezin avakirin, her wiha di têkoşîna Tevgera Azadiyê de yek ji pêkanîna armanc û xeyalên gelê Kurd bû”.

`Hevpeymana Civakî armanca avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî dike`

Birêz Silêman diyar kir ku Rêveberiya xweser bi erêkirina hevpeymana civakî di sala 2023 an de tekez kir ku modêla herî guncav ya rêvebirin û demokrasityê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Hevpeymana Civakî ji destpêka avakirina Rêveberiyê de hat avakirin, lê belê wê demê de û bi guhartinên geşedan û bûyeran re ew hevpeyman wekî xwe me. Hevpeymana Civakî ya ku di dawiya sala 2023 an de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye erêkirin, hêz û îradeya tavahî civak, netew, ol û pêkhateyan anîn gel hev û bi peymaneke ku bûye mînaka herî guncav ya xwerêvebirin û demokrasiyê derket pêş. Erêkirina vê peyman di demeke wiha de misoger kir ku pirojeya netewa demokratîk armanca avakirina Sûriyeke demokratîk ne navendî dike”.

`Di Rêveberiya Xweser de rengê jinê li pêş bû`

Hevseroka Navenda Dîplomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nûrşan Hisên bal kişand ser hêz û pêşengtiya jinan di demazrandina Rêveberiya xweser di Efrînê de û wiha got: “Herêma Efrînê ya ku di cewherê xwe de di aliyê wekheviyê di navbera her du zayendan de dihat naskirin. bi avakirina Rêveberiya xweser de jî ev reng hat xuyakirin. Di nava heykela hikumetê de jin bi hebûna xwe him di aliyê hejmar de û him jî di aliyê nêtalîk de pêşengtiyeke li pêş kir. di piraniya desteyên ku hatine avakirin de serokê desteyan jin bûn, ev yek jî rengekî cêhwaz da şeklê rêveberiyê û hebûna jinê. bê guman hêz, îrade û rêxistinbûyîna jinê di avakirina Kongiraya Star sîwana herî jor ya hembêzkirina jinan de hat tekezkirin”.

`Li ser bingeha felsefeya azadiyê jinan xwe birêxistin kir`

Nûrşan anî ziman ku jinan di nava Rêvebriya Xweser de li ser îdeolojiya Rêber APO xwe bi rêxistin kirin û wiha domand: “Îdeolojiya Rêber APO ya ku bi salane hatiye belavkirin û di salên dur û dirêj de têkoşîna azadiyê û demokrasiyê dide meşandin. bi vê armancê bi sala ye herikîye nava civakan û têkoşîna îdeolojiya azadiyê dike. ev îdeolojî li benda teqînekê bû ku biteqe, ew teqandin jî şoreşa 19 ê Tîrmehê bû. Jinên Kurd, Ereb û Turkmen di nava Rêveberiya Xweser di Efrînê de xwe li ser felsefeya azadiyê ya Rêber APO birêxistin kirin. û bi vê konseptî xebatên îdeolojîk û perwerdê hatin birêvebirin”.

`Rêxistina heyî mîrasa xwe ji 2014’an werdigre`

Nûrşan diyar kir ku Rêxistina jinan piştî koçberiyê hêz û heqîqeta rêveberiya ku jinê pêşeng dibîne tekez kir û wiha bi dawî kir: “Bi koçberiya bi darê zorê ji Efrînê, ew rêxistin û keda ku hatibû dayîn hêşt ku careke din ev rêveberî di pêvajoya herî hesas de li ser lingan bimîne û ji nû ve îradeya gelan temsîl bike. ew kawosa ku hatiye jiyan kirin careke din gel di pêşengtiya Rêveberiya Xweser de hat birêxistin kirin û pilanên dagirkeriyê têk birin. Jina azad di nava pêvajoya koçberiyê de hêz û heqîqeta ku jinê pêşeng dibîne tekez kir û ew serkeftina ku di 29 ê Çileya 2014 an di Efrînê de hatiye destxistin, bûye mîras ji rêxistina heyî ya ku li herêma Şehbayê hatiye avakirin re”.