Rojnameya Ronahî

Xwedî li xaka xwe derketin, ne mirin e

Nehîr pale

Şoreş ji bo ferd û civakê ezmûneke gelekî giran e. Em nikarin li gorî zîhniyeta xwe ya berê li şoreşê binêrin, şîrove bikin û çarenûsa wê diyar bikin. Gotinên mîna `Sûrî xirabûye, tiştek weke berê nemaye` em gelekî dibihîzin. Ji ber buhabûna xwarin, vexwarin, elektirîk, avê û gazê bilind bûye em her tiştî xirab dibînin û berê xwe didin koçberiyê. Eger pirsgirêk av, elektirîk û xwarin be li hemû welatan buhabûna van madeyan bilind e.

Li civaka xwezayî di encama têkiliya xurt a di navbera jin û xwezayê de gelek pirsgirêkên civakê dihatin çareser kirin. Kesekî gazinc nedikir her kes berpirsyar nêz dibû. Zîhniyeta cinsiyetparêz jin fêr kiriye ku li beramberî şert û mercan xwe zeyîf bibîne. Niha di şert û mercên şoreşê de jin ji hemû aliyan ve berpirsyartî radike. Li hemû kampên koçberan jin berpirsyartî radikin û dixebitin. Rojekê vala namînin, hewl didin ku jiyana xwe berdewam bikin û teslîm nabin. Li gund û bajaran jî jin berpirsyartiya jiyanê radikin û bi xaka xwe ve girêdayî ne.

Xwedî li xaka xwe derketin ne mirine û koçberî ne çareserî ye. Ji destpêka Şoreşê ve bi sedan jin ji bo parastina xaka Rojava şehîd bûn. Wexta çek rakirin û berê xwe dan mergê negotin em diçin mirinê û gotin: `Berxwedan Jiyan e`. Bi serbilindî çeka xwe rakirin û berê xwe dan cengê. Şehîd Avesta Xabûr yek ji şoreşgerên ku xwedî li xaka xwe derket. Ew ji Efrîna delalî bû, hemû malbata wê berê xwe dabûn Ewrûpa lê ew li gel pîr û kalikê xwe mabû û piştre tevlî Tevgera Azadiyê bibû. Li hemberî êrîşa dewleta Tirk a dagirker jî gav paşve ne avêt û tevlî cengê bû. Şehîd Avesta jî tevî hemû hevalên xwe li hemberî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê li ber xwe da û çalakiya fedayî mirin nedît, bi wêrekî li hemberî çeteyan û tangên dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedayî kir.

Di berxwedana Kobanê de bi dehan jinên têkoşer dev ji Kobanê bernedidan û li ser xaka wê şehîd bûn. Li Kobanê di şer de birîndar dibûn, li Bakurê Kurdistanê hîna birînên wan derman dikirin, bi israra xwe vedigeriyan xaka Kobanê û berê xwe didan eniyê. Ne şer, ne birîndarî, ne zehmetî, ne westandin, ne tîbûn û birçîbûn ji wan re nedibû asteng, li ber xwe dan heyanî ku di hembêza Kobanê de şehîd bûn. Bi rûmet têkoşiyan, xwedî li felsefe û çanda (Berxwedan Jiyan e) derketin û wijdanê wan rehet e. Li hemberî dagirkeriyê serî netewandin, nereviyan û lewaz nebûn, bi moralekî xurt û fedakarî şer kirin û Kobanê rizgar kirin. Jina birûmet têdikoşe, tucarî namire.

Jin niha li ser xaka Rojava têkoşîna hebûnê dike, jinên ku dûrî vê yekê ne dibe ku ruh û bedewbûna vê têkoşînê hîs nekin, ji ber ew li gorî zîhniyeta xwe li şoreşê dinêrin. Li gorî zîhniyeta wan eger pereyên wan hebin wê paşeroja wan hebe, ji ber vê yekê berê xwe didin koçberiyê û pişta xwe didin xaka xwe.