Rojnameya Ronahî

‘Jinên Kurd pêşengê têkoşîna jinên navneteweyî ne’

Halîme Akyol got jinên Kurd ji bo têkoşîna jinan a navneteweyî di pozîsyoneke pêşengiyê de ne û anî ziman ku armanca kuştina jinan a li hemberî vê yekê ew e ku tirsê serwer bikin da ku berxwedanê ji holê rakin.

Dewleta Tirk a dagirker her cure êrişên li dijî jinan li Kurdistanê didomîne. Li Bakurê Kurdistanê bi girtin, îşkence, tecawiz û kuştinê hewl dide berxwedana jinan têk bibe û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê jî bi sûîqestan êrişî jinên pêşeng dike. Herî dawî di 18’ê Çileya 2024’an de li Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê Feryal Silêman Xalid (Zelal Zagros) a ji jinên pêşeng ên şoreşger ên ji Rojava, bi 8 guleyan hate qetilkirin.

Ji endamên rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa ku di 29’ê Kanûna 2018’an de li Amedê ji bo têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan û jiholêrakirina her cure cudahiya li hember jinan hat avakirin Halîme Akyol axivî û bal kişand ser têkoşîna li dijî kuştina jinan a li Kurdistanê ku her diçe mezintir dibe.

Halîme Akyol da xuyakirin ku di dîrokê de bi hezaran jin bi navê ‘nêçîra pîrebokan’ de hatine qetilkirin û niha li Kurdistanê bi meşandina polîtîkayeke taybet jinan qetil dikin û wiha axivî: “Li Ewropayê Serdema Navîn sîstemeke bi serdestiya mêran, sîstema feodal, hêza lordan û dêrê hebû. Jinên ku pêşengî ji civakê re kir, ên ronakbîr, ên li dijî sîstema serdestiya mêran li ber xwe da, lanet lê kirin, gotin ‘şeytan ketiye bedena wan’ û bi hevkariya dêrê hatin şewitandin. Bi hezaran jinên ku di şexsê Jeanne d’Arc de hatin şewritandin ku di 19 saliya xwe de bi singekê ve kirin û şewitandin. Gelek jinên wek pêşeng dihatin dîtin, şewitandin. Armanc ew bû ku domdariya serdestiya dêrê û serdestiya lordan a mêrane xurt bikin. Şahbanûya Brîtanyayê Elizabeth ku 68 salan hikum kir, kete ser şiklê mêran û zilmeke mezin li jinan kir û bi zorê kincên teng li jinan kirin.”

‘Dewlet pêşî li cînayetên jinan vedike’

Halîme Akyol got jin her tim ji aliyê sîstema serdestiya mêran û saziya olperest a paşverû ya li Tirkiye û Kurdistanê ve hatine heramoyîkirin û diyar kirin ku bi Têkoşîna Azadiyê re jin bûne tifaqa bingehîn a azadbûn û çîna bingehîn a civakî ya têkoşîna azadiyê. Her wiha diyar kir ku sîstema heyî ji aliyê rêveberên dewletê ve li hemberî jinan hêrseke nû ya lînçkirinê afirandiye û got: “Bi taybetî ‘şevekê ji nişka ve’ bi biryarnameyeke serokwezîr (Erdogan) em dibînin ku şîdeta mêran her diçe zêdetir dibe. Vê yekê pêşî li kuştina jinan vekir û lewma jî cînayetên jinan zêde bûne.”

‘Armanca wan a sereke ew e ku tirsê zêde bikin’

Halîme Akyol bal kişand ser zêdebûna êrişên li hemberî jinên pêşverû yên azad û demokratîk ên li Kurdistanê û anî ziman ku armanca bingehîn a êrişên li hemberî jinan qelskirina berxwedanê û bi tepisandina berxwedana jinan re misogerkirina berdewamiya sîstema serdestiya mêran e. Lê belê jinên li gelemperiya cîhanê û li Tirkiyeyê jî jinên Kurd veguherîne hêzeke navneteweyî û got: “Hemû beşên civakê para xwe ji zexta civaka mêrserwer digirin. Birêxistinbûn û hêza jinan ji bo çînên desthilatdar astengiyeke mezin e.”

‘Kuştina jinên kurd ên pêşeng ne tesadûf e’

Halîme Akyol wiha pê de çû: “Ne tesadûf e ku jinên Kurd ên pêşeng ên li ber xwe didin, ji aliyê sîstemê û aliyên feodal ve hatin qetilkirin. Paşverûtî hebûna xwe ji serdestiya li ser jinan digire. Mixabin civak civakeke kolonyal, hegemonik û mêrserwer e. Ne ecêb e ku her du aliyên paşverû piştgirîya hev bikin. Ew hev mezin dikin. Armanca wan ew e ku dawî li birêxistinbûna jinên azad bînin.”

Her wiha Halîme Akyol got jinên li ber xwe didin dê qanûnên azadiyê binivîsînin û wiha lê zêde kir: “Rosa Luksemburg di dîroka şoreşa cîhanê de çi be, jinên Kurd ên li ber xwe didin jî ew in. Tevkariya jinên Kurd a di têkoşîna jinan de ku bûye hêzeke navneteweyî, nayê înkarkirin û di pozîsyona pêşengiyê de ye. Mêran nekarî pirtûka mêraniyê binivîsin, lê jinên cîhanê dê bi berxwedan û birêxistinbûyînê qanûnên azadiyê binivîsin. Em dibînin ku israr û berxwedêriya jinên Kurd a ji bo azadiyê bala gelek akademîsyen, ramanger, siyasetmedar û derhêneran dikişîne ser xwe û ev rewşa heyî jî civakên xwedî zîhniyeteke baviksalar ditirsîne.”