Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dergûşa Mirovahiyê Dişewite

02/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dergûşa Mirovahiyê  Dişewite
Share on FacebookShare on Twitter

Gelo kîjan wijdan, kîjan edalet, kîjan exlaq, kîjan nirx û rûmetên mirovahiyê, kîjan xweda û bawermendî destûra dijminahiya xwezayê dide? An destûra îxaneta li dergûşa dayikê dide?
Bi destpêka germahiya havînê ve ji çarhêlên Kurdistanê duxana ku reşbûna xwe ji hişmendiya dagirkeran digre radibe. Daristanên Efrînê, Dêrsimê, Amedê Colemêrgê, Şirnexê, Bedlîsê, Wanê, Mêrdînê, Çolemêrgê, Bradostê ev çend roje bênavber dişewitin.
Dergûşa mirovahiyê û jêdera şaristaniyan a ku bi bereketa xwe, bi dewlemendiya xwe, bi xweşbîniya xwe di hemêza xwe de mirovahî xwedî kiriye careke din bi destê artêşa tirk û çeteyên hevkarên wê li ber çavên her kesî tê şewitandin. Hemû sazî, dezgeh, rayedar û civakên Tirkiyê û cîhanê yên qaşo xwezaparêz û xwezahez hemû bûne kor, ker û lal.
Bê guman ev ker, kor û lalî ya çanda dewletê ya 5 hezar salane. Bi çanda dewletbûnê re di vê erdnîgariyê de bi qasê ku civak bi qirkirinê rûbirû mane bi ewqasî xweza jî bi qirkirinê re rûbirû maye. 5 hezar sale Kurdistan qada şer e û xwezaya Kurdistanê dişewite.
Bi taybet di dawiya serdema Osmaniyan de piştî mudaxaleya jiyana xweser a Kurdan bi destpêka serhildana Mîr Evdrehamanê Babanî yê 1806 an virve 212 sale Kurd bê navber di serhildanê de ne. Di encama hemû serhildanan de civaka Kurd û xwezaya Kurdistanê bi qirkirinên dijwar re rûbirû mane. Bi qasê ku bi civaka Kurd re dijminahî kirine ewqasî bi xwezaya Kurdistanê re jî dijminahî kirine. Bi kurtasî ev 212 sale bê navber civaka Kurd û xwezaya Kurdistanê bi qirkirina desthilatdariya Tirk re rûbirû ye.

Piştî qirkirina hezar salan îro li çiyayên Kurdistanê tenê dara Mazî ma ye. Dara Mazî dareke qedîm e. Bi qasê civaka kurd serhildêr û berxwedêr e. Her sal hetanî kokê tê şewitandin lê bi hatina biharê re bi inyad careke din aj dide, şîn dibe û dibêje ez livirim hûn nekarin kok û rehên min ji vî axê rabikin. Ji bo wê ye bi qasê ku li civaka Kurd bi hêrsin ewqasî li dara mazî jî bi hêrsin.
Destana mirovahiyê yekemîn “Gilgamêş” bi dorfirehî qala daristana Kurdistanê ya bê hempa dike, pirtûka pîroz a Cuhiya Tewrad ji erdnîgariya Kurdistanê re dibêje “welatê bihuşt”. Dîroknasê gerok ê Tirk Ewliya Çelebî di pirtûka xwe ya bi navê “Seyahatneme” yê de ji bo vegotina daristana Kurdistanê dibêje; “Dema ku hûn ji Amedê herin Mêrdînê hûn dikarin di bin siya daran de hetanî Mêrdînê herin qet roj li we nede, heke hûn di ser daran re herin, hûn dikarin ji Amedê hetanî Mêrdînê ji dar derbasê dar bibin ku qet lîngên we bi erdê nebin”. Lê mixabin niha mirov ji Amede diçe Mêrdînê di rêde qet dar nabîne.
Hevokên Ewliya Çelebî yên ku tenê 350 sal berê hatine nivîsin têrî vegotina asata qirkirina xwezaya Kurdistanê dikin. Heke vê çanda dewletê ya qirker di 350 salî de navbera Amed û Mêrdînê anîbe vî halî di 5 hezar salî de Kurdistan û Mezopotamya aniye çi halî êdî hûn texmîn bikin.
Zerdeştê Kal 2600 sal berê di çanda dewletê ya xof û qirker de ev roj dîtibûn. Hewl dabû pêşî li qirkirinên vî çandê bigre û xwezaya Kurdistanê biparêze. 2600 sal berê birîna darê û kuştina sewalan qedexe kiribû. Îro careke din neviyên Zerdeştê Kal hewl didin pêşî li vê çanda hov a qirker bigrin.
Îro têkoşîna ku di bin pêşengiya neviyên Zerdeştê Kal de ji bo mirovahiyê tê dayîn gelek watedar û pîroz e. Têkoşîna serwerkirina wijdan û edaletê ya herî bi rûmet û herî rewa ye. Têkoşîna rizgariya mirovahiyê û xwezayê ye.

Mihemed ŞAHÎN

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.