Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê”

30/01/2024
in NÛÇE
A A
Qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê”
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 27`ê Çileyê destpêkirina qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê di 3 rojên pêşîn ên Operasyon Mirovî û Ewlehiyê de 31 çete û kesên bi wan hevkar in girtin.

Hêzê xebatên lêgerînê ji beşa muhecîrat a kampa Holê dest pê kirin.

Piştî destpêkirina operasyonê, jin û zarokên DAIŞ`ê li beşa muhecîrat bi keviran êriş rojnamevan û hêzên ewlehiyê kirin û di encamê de nûçegihanek birîndar bû.

Di roja yekemîn a operasyonê de hêzên beşdar gelek mayîn desteser kirin. Her wiha çeteyekî ku cilê jinan li xwe kiribû girt û tonêl dîtin.

Di êvara roja yekemîn a xebatên lêgerînê de, jinan û zarokên DAIŞ`ê tevlihevî di nava kampê de derxist, êriş noqteyên tîmên qeydkirina belgeyên niştecihên kampê kirin û hewl dan wan noqteyan bişewitînin.

28`ê Çileyê

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastin jin (YPJ) di roja duyemîn de xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat a kampa Holê de domandin.

Tonêkel ku 2 çete tê de xwe veşartibûn dîtin, ew çete girtin. Her wiha çekên birek û kêr desteser kirin, lêgerîn li zêdetirî ji sedî 80`ê wê beşê çêkir.

Hêzên beşdar di 2 rojan de 4 mayîn desteser kirin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ`ê re hevkar in girtin.

29`ê Çileyê

Di roja sêyemîn a operasyonê de, xebatên lêgerînê di beşa muhecîrat de berdewam kirin. Hêzê gelek stargehên nû dîtin, gelek çete girtin, alên DAIŞ`ê û diravên metal ên çeteyan, bombeyeke destan, sûr û gelek amûrên leşkerî desteser kirin.

Di sibeha 29`ê Çileyê de zarokên DAIŞ`ê agir dadan, li dorê xelek çêkirin, bi keviran êrişî hêzên ewlehiyê û leşkerî  kirin û di destê wan de kêr hebûn sloganên çeteyên DAIŞ`ê berz kirin.

Xebatên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî bûn

Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebat û operasyonên lêgerînê li beşa ˊMuhacîratˊ ku yek ji beşên herî xeternak li Kampa Holê ye, bi dawî kir.

piştî 3 rojan Hêzên Ewlekariya Hundirîn xebat û operasyonên lêgerînê li hundirê beşa ˊMuhacîratˊ bi dawî kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li vê beşê 29 kesên daxwazkirî girtin, her wiha çek, cebilxane, xendek û tonel dîtin.

Di beşa “muhacîrat” de bombeyên destan û amûrên leşkerî hatin dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di xebatên lêgerînê yên li beşa “muhcaîrat” a kampa Holê de bombeyeke destan, şûr û gelek amûrên leşkerî desteser kirin.

Xebatên lêgerînê di nava beşa “muhacîrat” a kampa Holê de berdewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek çete girtin, stargehên wan û diravên metal ên çeteyên DAIŞ`ê desteser kirin.

Di lêgerînan de bombeyeke destan, şûrên bi destan hatine çêkirin, kincên leşkerî, gelek diravên metal ên çeteyên DAIŞ`ê û tablet hatin dîtin.

Zarokên DAIŞ’iyan bi kevir û kêran êrişî hêzên ewlehiyê kir

Zarokên çeteyên DAIŞ`ê bi kevir û kêran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û sloganên desteka ji DAIŞ`ê re berz kirin.

Zarokên çeteyên DAIŞ`ê li beşa “muhacîrat” a kampa Holê agir pêxistin, kêr di destê wan de sloganên “Dewleta îslamê maye û fireh dibe” û “Dewleta îslamê tê” berz kirin û bi keviran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin ku xebatên lêgerînê di nava kampê de dimeşandin.

Beriya wê jî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hişyarî ji ber xetereya “nifşê nû yê DAIŞ`ê” dabû û bang li dewletan kiribû ku welatiyên xwe vegerînin. Lê piraniya dewletan ev daxwaz red kir.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi tena serê xwe barê malbatên DAIŞ`ê dikişîne û hewl dide zarokên çeteyên DAIŞ’ê di 2 navendên taybet de perwerde bike.

Zarokên DAIŞ`ê ji berê zêdetir tundraw bûne

Rêveberiya kampa Holê destnîşan kir ku tevî perwerdeya ji zarokan re tê pêşkêşkirin, lê belê ji berê bêtir tundraw bûne.

Şandeyeke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana kampa Holê kir, ji bo ku qonaxa sêyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” bişopîne.

Şande ji hevserokatiya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meryem Mihemed Îbrahîm, hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya kantona Cizîrê Hindirîn Sîno, serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan û Penaberan Şêxmûs Ehmed, hevserokatiya Gerînendetiya Penaberan û Koçberan a kantona Cizîrê Gulistan Oso û Fîroşah Remedan pêk hat. Hevseroka rêveberiya kampa Holê Cîhan Henan şande pêşwazî kir.

Cîhan, ji şandeyê re behsa xetereya kampê û belavkirina fikrên tundraw kir û got: “Ruxmî perwerdeyan, lê zarokên DAIŞ`ê ji berê bêtir tundraw bûne.”

Dûre şandeyê serdana beşa “muhacîrat” kir ku xebatên lêgerînê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD û YPJ`ê tê de tên meşandin.

Têkildarî serdanê hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Kantona Cizîrê Hindirîn Sîno axivî û got: “Ji bo ku em qonaxa sêyemîn a operasyonê bişopînin, me serdana kampê kir. Armanca operasyonê, xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li herêmê ye piştî ku tevgera şaneyên DAIŞ`ê zêde bû.

Hindirîn Sîno bal kişand ser paşguhkirina dewletan ji dosyaya DAIŞ`ê re û got: “Barê kampa Holê êdî gelekî giran e. Kesek nizane em ê heta kengî wê rakin. Rewşa giştî ya herêmê û aloziyên li cîhanê ji her kesî re diyar in. Gelek dewletên welatiyên wan di kampê de hene, divê bên û wan bibin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.