Rojnameya Ronahî

Binpêkirinên li Efrînê tên kirin sûcên şer û qirkirinê ne

Zana Roj/ Şehba

Parêzer Cibraîl Mistefa diyar kir ku Efrîn ji 6 salan ve rastî kiryar û sûcên herî mezin yên qirkirina netew, ol, ziman û hebûna gelê Kurd re derbas dibe û got “faşîzma Tikriyê bi binpêkirinên zagonên navnetewî hebûna xwe rewa dike”.

Herêma Efrînê ya ku dikeve Rojavayê Kurdistanê û di nexşerêya dewleta Sûriyê de weke cografîk di Bakur û Rojavayê Suriyê de cih digire. Di sala 2018 an de rastî êrîşeke pilankirî ji aliyê hêzên navnetewî bi serpereştiya faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan hat. Di encama wan êrîşan de û piştî 58 rojan ji berxwedaniyê, di dîroka 18’ ê Adara 2018 an de zêdetirî 300 hezar kes bi darê zorê koçber bûn û Efrîn ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve hat dagirkirin. Ji destpêka dagirkirina Efrînê ve hemû sûcên dij mirovî, qirkirin û guhertina demugrafîk têne meşandin. Têkildarî kiryar û sûcên dagirkeriya Tirkiyê di 6 salên derbasbûyî de parêzer Cibraîl Mistefa ji rojnameya me re axivî.

Kiryarên dagirkeriyê di Efrînê de

Cibraîl di destpêkê de bi bîr anî ku Efrîna ku ji 18’ê Adara 2018 an ve hatiye dagirkirin bûye navenda qirkirnê û wiha got: “Herêma Efrînê ji dema ku hatiye dagirkirin ji aliyê faşîzma Tirkiyê, komên çete û artêşa Tirkiyê ve dest bi talankirin, kuştin, revandin, destdirêjî û diziyê kirin. Di nava 6 salan de faşîzma Tirkiyê siyaseta qirkirina gelê Kurd û talankirina ser erd û bin erda herêmê dike. Ev pêkanînên derveyî pîvanên mirovî di çarçoveya qirkirina çandî, netewî, olî û hebûna gelê Kurd de tê kirin. Ev binpêkirin li gorî raporên saziyên navnetewî bi taybet komîteya lêpirsîna navnetewî yê girêdayî yekîtiya navnetewî di raporên xwe de daye xuyakirin ku ev binpêkirinên ku têne kirin weke sûcên şer û dijî mirovahiyê ne”.

Cibraîl di axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên dagirkeriyê di Efrînê de û wiha domand: “Di bin sûcên ku me anîne ziman de, dagirkeriya Tirkiyê di herêma Efrînê de guhartina demografiya herêmê, her wiha guhartina navên gundan, talankirin û şewitandina daristanan, qutkirina darên zeytûnan û firotina berhemên wan. Herwiha talankirina şûnwaran, ferizkirina bacayan, vekirina dibistanên zimanê Tirkî, qedexekirina leyreya Sûrî û feriz kirina leyreya Tirkî, guhartina nasnameyan û qedexekirina ol û mezhebên kevnar yên herêmê dike. Hemû kiryarên dijmirovî yên ku li Efrînê têne kirin bi rengekî rêk û pêk û bi zanebûn û li pêşberî cîhanê têne kirin”.

`Berxwedana Efrînê pilanên dagirkeriyê têk birin’

Cibraîl Mistefa anî ziman ku faşîzma Tirkiyê piştî 6 salan ji dagirkeriyê dibêje ku ev binpêkirinên di Efrînê de dibin weke binpêkirinên di Sûriyê de dibin e û wiha pê de çû: “Dagirkeriya Tirkiyê piştî 6 salan ji dagirkirin û binpêkirinan dibêje ku binpêkirinên di Efrînê de dibin weke binpêkirinên ku di Sûriyê de dibin e. Ev bi xeta stûr xapandina herî mezine û dixwaze dagirkeriya xwe rewa bide nîşandan. Ev binpêkirinên dibin binpêkirinên bi pilan in û yek jê jî qirkirina gelê Kurd e. Beriya dagirkirina Efrînê hejmara gelê Kurd ji %98 bû, piştî dagirkeriyê ji %20 tenê mane. Hewildanên faşîzma Tirkiyê berdewame ku van 20’ê heyî jî tune bike. Ev yek jî xwe dispêre siyaseta Tirkiyê ya nû ya Mîsaq El milî ku sînorên wê ji derya Spî heyanî Musil û Kerkûk bi kurahiya 35 km e ye. Ji ber ku Efrîn bi serxwebûna xwe li hember pirojeya faşîzma Tirkiyê disekinî ku rê neda Cerablos, Bab, Ezaz û Iskenderon bigihîne hev. Ji ber vê yekê jî Efrîn bû hedefa dakirkeriya Tirkiyê”.

`35 malên mêtîngeriyê hatine avakirin`

Cibraîl derbarê guhartina demografî de wiha got: “Sûc û binpêkirinên herî mezin yên di Efrînê de tên kirin yek ji wan guhartina demografiya herêmê ye. Li tavahî navçeyên herêmê de bi destên faşîzma Tirkiyê, komeleyên erebistanan û hevkarên wê zêdetirî 35 malên mêtîngeriyê hatine avakirin di wan malên mêtîngeriyê de malbatên çeteyan û ereb jî bi cih kirine. Niha hejmara ereban û malbatên çeteyan nêzîkî 900 hezar kirin e, bi giştî rêjeya Ereban di Efrînê de ji %77 derbas kiriye”.

`Zêdetirî 500 hezar darên zeytûnê hatin qut kirin`

Parêzer cibraîl girêdayî diziya zeyta zeytûnan ên hemwelatiyan û talankirina şûnwarên herêmê got ku: “Efrîna ku bi warê zeytûnê dihat naskirin û jêdera bingehîn ya gelê resen e. Piştî dagirkirina 6 salan  zêdetirî 500 hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyan hatin qut kirin û komên çeteyan bazirganiyê bi firotina daran dikin. Her wiha faşîzma Tirkiyê hemû zeyta zeytûnan didize û derbasî Ewropayê dike û dibêje ev zeyta Tirkiyê ye û bi pereyekî buha tê firotin”.

“Zêdetirî 26 cihên dîrokî yên herêmê bi destên çeteyan û artêşa Tirkiyê hatin talan kirin, her wiha şûnwarên ku hatine dizîn di pazara reş de hatin firotan”.

`Faşîzma Tirkiyê zagonên parastina gelê resen binpê dike`

Cibraîl daxuyakirin ku bi hezara gelê resen hatin girtin û kuştin, her wiha li beramberî raya giştî û cîhanê ev binpêkirin tên kirin û wiha domand: “Sûcên dagirkeriya Tirkiyê tenê bi dizî û talankirinê sînordar neman. Di Herêma Efrînê de heyanî niha nêzî 9 hezar kesên sivîl hatine revandin ji wan 2000 jin in Kurdin. Herwiha nêzî 500 kes di bin îşkenceyê de hatin kuştin, her wiha pê ve girêdayî 3000 kes jî carenûsa wan ne diyar e. Tavahî binpêkirin, sûc û kiryarên ku hatine kirin li pêşberî raya giştî û cîhanê tên kirin. Lê heyanî niha ji bo parastina berjewendiyên siyasî bi dewleta Tirkiyê re; dewleta Tirkiyê weke dewleteke dagirker nehatiye dîtin . Ev yek jî di demên pêş de di aliyê dîplomasî û qanûnî de xeteriyeke mezin bi xwe re avadike, ji ber em dizanin li gorî peymana Lahay ya sala 1907 dema artêşek êrîşê herêmekê dike û dagir dike ew artêş dibe berpirisyarê tavahî cûreyên binpêkirinan. Di serî de erka wê artêşê jî parastina sivîlan e. Lê belê dagirkeriya Tirkiyê li li gorî vê peymanê tevnagere û gelê resen jî di qirkirinê re derbas dike”.

Binpêkirinên Ol û baweriyan

Cibraîl derbarê sûcên dagirkeriya Tirkiyê derheqê ol û baweriyên di Efrînê de wiha axivî: “Li gorî peymanên navnetewî  û mîsaqên USE azadiya olan û baweriyan heye. Lê faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan gelê Êzîdî bi darê zorê dixwazin bikin misliman da ku dev ji baweriya xwe berdin. Ev jî weke sûcên qirkirina gîştî tê destgirtin”.

`Dadgeh û parêzerên di Efrînê de bi biryara istixbaratê tevdigerin`

Parêzer Cibraîl Mistefa di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku tavahî dadgeh û parêzerên di Efrînê de ser bi xwe ne û ne rewa ne û wiha got: “Di van demên dawiyê de hat eşkere kirin ku dagirkeriya Tirkiyê derheqê hin kesan de biryara darvekirinê da ye. Lê belê em dizanin ji bo ku dewleta Tirkiyê bikeve nava Yekîtiya Ewropa ev biryar rakir. Li gorî zagonên cezayê yê tirkiyê biryara darvekirinê nîne. Ev yek jî bi zanebûn hatiye kirin, ku dema faşîzma Tirkiyê weke dagiker bê destgirtin tu îsbat lê neyê kirin û bibêje ew yek di zagonên tirkiyê de nîne. Tavahî dadgehên ku hatine avakirin di Efrînê de ne serbixwe ne û hemû bi biryarên istixbaratî û li gorî faşîzma Tirkiyê tevdigerin”.