Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cîhanê li hember Efrînê rola sê meymûnan lîst

02/08/2018
in Uncategorized
A A
Cîhanê li hember Efrînê rola sê meymûnan lîst
Share on FacebookShare on Twitter

Dewleta Tirk piştî ku Efrîn dagirkir û şûnde dest bi talankirin, êşkence, kuştin û revandina welatiyên sivîl kir. Van kiryarên xwe yên hovane heta roja îro jî didomîne. Lê cîhan heta niha jî li hember van kiryaran bê deng e. piştî ku Efîn hat dagirkirin û pêde 22 kesên sivîl windane, 25 hatine qetilkirin, 35 kes hatine girtin, 4 kes hatine birîndar kirin û 180 kes jî hatine revandin.

Dewleta Tirk ya dagirker ji dema dagirkeriya Efrînê ya di 18’ê Adarê û vir ve gelek rêbazên qirkirin û talankirinên li ser niştecihên Efrînê pêk anîn. Tirkiyê û komên çeteyên girêdayî wê bi polîtîkayên qirkirina gelê Efrînê gelek sivîlên Efrînê qetil kirin, revandin, îşkence kirin û koçber kirin. Ji roja ku Efrîn hat dagirkirin û vir ve kiryar û polîtîkayên binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê didomin ku gihiştiye asta herî jor û ev yek bi belgeyan ji nava Efrînê bi riya çavkaniyên taybet tên bidestxistin û eşkere kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê ku di 20’ê Çile de bi piştgiriya hêzên navneteweyî li Efrînê dest bi sûcên li dijî mafê mirovan ên weke talan, dizî, kuştin, îşkence, revandin û tecawizê kirin, hê jî van kiryarên xwe berdewam dikin. Ligel belge, wêne û dîmenên heyî jî, di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), hemû sazî û dezgehên herêmî û navneteweyî ji bo Efrînê rola sê meymûnan lîstin.
Di vê dosyeya ku çend beşên qetil kirina sivîlan, birîndar û işkence kirin, revandin û girtin bi belge kiryarên Tirkiyê li Efrîn radixe ber çavan. Tirkiye îdîa dike ku Efrîn ji terorê rizgarkiriye û bajar di aramiyê deye, lê her roj zilmê li sivîlan dike û zilm di asta herî jor deye. Rojane kuştin û girtin ji aliyê leşker û çeteyên dagirker yên Tirk ve tên kirin ku ev yek têrê nake, çavkaniyên ji nava Efrînê jî eşkere dikin ku komên çete yên girêdayî Tirkiyê bi pereyan sivîlên Efrînê berdidin. Di heman demê de gelek welatiyên Efrînê nizanîn ciwanên wan li ku derê ne û di kîjan rewşê dene.
Niha rêxistinên mafê mirovan û medya bi tu awayî nikarin ji nava Efrîn agahî bi dest bixin. Ji ber ku di dema dagirkerina Efrînê de qedexeya derketina derve hat îlankirin û Tirkiye naxwaze yek dîmenek ji bajar derkeve. Tirkiye û komên wê yên çete ji bo ragihandinê kontrol bike buro li hemû heremên di bin serweriya xwe de li Cerablus, Ezaz, El Rayî, El Bab û Efrînê vekirin. Ev hejmara ku tê zanîn ji hejmara rast pir kêmtire. Rêxistinên mafê mirovan ku binpêkirinên Tirkiyê bi belge dikin, bang li civaka navdewletî dikin ku ev yek zû were rawestandin, lê heta niha ji ber ku cîhanê çavê xwe ji zilma Tirkiyê re girtiye, ev kiryar derdikevin asta herî jor û hîna jî xeteriya kuştinê li ser gelê Efrînê heye.
Heta niha li gor agahiyên hatine piştraskirin li Efrînê piştî ku hat dagirkirin 22 kesên sivîl windane, 25 hatine qetilkirin, 35 kes hatine girtin, 4 kes hatine birîndar kirin û 180 kes jî hatine revandin…Erdogan ALTAN /MA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.