Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 NRLS’ê ji bo kêmkirina diyardeya koçberiyê komcivînek li darxist                                                           

28/01/2024
in NÛÇE
A A
 NRLS’ê ji bo kêmkirina diyardeya koçberiyê komcivînek li darxist                                                                              
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di bin durişmeya “Koçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedem, encam, pêşniyar û çareserî” navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo, bi armanca nîşandana sedemên vê koçberiyê û pêşniyarkirina çareseriyên guncaw, komcivînek diyalogan li dar xist.

Li bajarê Qamişlo, navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê komcivînek bi duruşmeya “Koçberî û koçberkirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, sedem, encam, pêşniyar û çareserî” hat li dar xistin. Di komcivînê de siyasetmedar, pispor û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî bûn. Her wiha komcivîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanên şehîdan dest pê kir.

Paşê axaftina distpêkirinê ya Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk(NRLS) ji aliyê endamê Komîteya Amadekar a komcivîna Kurdyar Dirêyî ve hate kirin û tê de bixêrhatina beşdaran kir û tekiz kir ku armanca vê komcivînê tunekirina diyardeya koçberiyê ye ku piştî êrişên Tirkiyê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelekî zêde bûye.

Di heman çarçoveyê de li ser navê malbatên şehîdan Cewahir Osman axaftinek kir û tê de pêwîstiya li darxistina komcivînên bi vî rengî anî ziman. Hrwiha sedemên koçberiya ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal kirin û çareseriyên guncaw ji bo kêmkirina vê diyardeya xeternak ku pêşeroja herêmê bi giştî tehdîd dike, pêşkêş kir.

Piştî wê sînevziyoneke taybet li ser koçberiyê hate pêşandan û nêrînên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser azarên wan ên ji ber nebaşiyên koçberiyê û bandora wê ku li nifşê ciwan ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di derbarê koçberî û koçberkirinê de endamê Komîteya AmAdkar Kurdyar Dirêyê ji Rojnemeya me re axivî.

‏kurdiyar Dirêyê diyar kir ku Koçberî û Koçberkirin li herêma Bakur û Rojhelatê Sûrîyê herwiha li cîhanê bi giştî û li Rojhelata Navîn bi taybetî di van salên dawîn de, pir‏ ‏bilind bûye û wiha got: “Di nava Rêxistinên Mafên Mirovan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, ragihandin û çapemeniya cîhanî û xwecihî de; bal kişandiye, her wiha bala ferwerî û welatan jî‏ ‏kişandiye, ji xwe her sal li ser sînorên welatan, rê, perav, li vir û wir, li ser desten bazirganen mirovan‏ ‏(kompaniyên sinoran derbas dikin) da ku bighêjin armanca xwe, bi 10 hezaran mirov mişex dibin û tên‏ ‏kuştin, êdî çareseriya vê pirsgirêkê jî pir zehmet e.‏”

‏kurdyar balkişand li ser pevçûn, şer, têkçûna rewşa aborî û siyasetên koçberkirina pilankirî ‏ji sedemên sereke yên diyardeya koçberî û penaberiyê ne. û wiha domand: “Berdewamkirina aloziya Sûrî û nedîtina‏ ‏çareseriyekê ji bo bidawîkirina 12`e salên kêşeyê, barê welatiyên sivîl girantir kiriye, ji xwe ew‏ ‏welatî jî ji ber vî şerî gelek zehmetî û aloziyan dibînin. Di van salên dawîn de asta diyardeya koçberî û‏ ‏penaberiyê li Bakur û Rojhelatê Sûriyê bi taybetî û li Sûrîyê bi gişti, bilind bûye; vê yekê jî bandoreke‏ ‏nerênî li ser dabeşkirina şênîyê kiriye û rê li pêş guhertina demografik berçekirina civakî li herêmê‏ ‏vekiriye; lewra pêwîst e li ser vê diyardeyê were rawestandin, ew jî bi armanca ku were dahûrandin, danasîn û çareserî ji bo wê werin ditin.”

‏Endamê Komîteya AmAdekar Kurdyar Dirêyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li ser bingeha van tiştên hatin gotin, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejik (NRLS) ev komcivînê li dar xist, da ku ev komcivîn bibe mîna zingilê metirsîyê, ji bo girîngiya lêkolînkirina vê diyardeyê û‏ ‏nişankirina rêyên çareserîyê yên pêkan jê re ku ev diyarde mîna pirsgirêkekê ye ku li ser ewlehiya mirovî‏ ‏û niştîmanî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyê çêdike. Ji xwe di vê komcivîn de bijardeyek ji lêkoler‏‏, akademisyan, siyasetmedar, nûnerên sazîyên bîrdozî, perwerdeyî û civakî, saziyen civaka sivîl, nûnerên‏ Rêveberiya Xweser û kesên rewşa giştî dişopînin, beşdar dibin.‏ ‏Kesên di komcivînê de beşdar bibin, dê hewl bidin ku armancên wê yên serek bicî bikin, ew armanc‏ jî ev in:‏

– Dahûrandina sedemên veşartî yên ku li pey zêdebûna koçberî û koçberkirinê ne, her wiha‏ ‏pirsgirêkên dibe ku di dema nêz û dûr de ji herêmê re derxîne.‏

‏- Agehdarkirina raya giştî, Rêveberiya Xweser, bijardeyên bîrdozî û siyasî bi metirsîya bilind bûna‏ ‏asta koçberî û koçberkirinê li ser ewlehiya hebûnê, civakî, aborî û siyasî ya Bakur û Rojhelatê Sûriyê‏.

-Derfetdayin ji bo hizirvan, lêkolîner û kesên bi diyardeya koçberî û koçberkirinê mijûl dibin, da‏

ku nerinên xwe diyar bikin û lêkolîn û pêşniyarên xwe jî pêşkêş bikin, ew jî bi armanca diyarkirina‏ ‏hin çareserîyên dibe ku rê li pêş koçberî û koçberkirinê bigirin, her wiha koçberîya berovajî û‏ vegera ber bi welêt ve, handan û xurt bikin.‏

-‏Balkişandina li ser koçberiya pilankirî ya di bin têgeha koçberîyê de.‏

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.