Rojnameya Ronahî

Qirkirina Kurdên Êzidî

Sîpan Şînda

 Di 26’ê heyîva yekê de li paytextê Holanda Amsterdamê konferanseke di derbarê qirkirina Kurdên Êzîdî de hat çêkirin. Di konferansê de him gelek kesên biyanî û him jî Kurd hebûn.

Ez ê ji we re behsa vê konferansê bikime. Konferans ji aliyê çend rêxistinên navnetewî û yên Êzidîyan ve hate pêk anîn. Ew rêxistinên navnetewî yên ev konferans pêk anîn, ev çend sal in gelek kar û xebat di derbarê Êzidîyan de kirine û sûcên li hemberî Kurdên Êzîdî û mirovahîyê hatîne kirin belge kirine. Ji ber wê rola wan saziyan ji bo naskirina qirkirina Êzidîyan ya di qada navnetewî de jî girîng e. Hinek ji wan saziyan raste rast bi Netewên Yekbûyî re jî dixebitin û ji bo NetewênYekbûyî dokûmentan didine hev û sûcên li hemberî Êzidîyan û mirovahiyê hatîne kirin berhev dikin. Wan hetanî niha bi hezaran belge berhev kirine û ew him ji desthilatdariyên netewî û him jî ji yên navnetewî re rêkirine. Li gorî raporên wan, DAIŞ’ê zêdetir ji 68 cihên olî û çandî li Başûrê Kurdistanê xira kirine. Di roja ewilî ya ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirî de 1.268 kes hatîne qetil kirin. 200.000 li kampan de dimînin. 160.000 kes penaber bûne û li dinyayê ketine. Ango bi giştî 360.000 kes ji ser cih û warê xwe bûne. 2.760 keç û jin hê jî bêserûşûn in. 3.548 keç û jin ji hatin firotin û bi darê zorê destdirêjî li ser wan hatiye kirin.

Bê goman di vê konferansê de gelek tişt di derbarê vê qirkirinê de hatin gotin. Lê mixabin çi tiştên ku mirov bêje ka wê bi giştî Kurd û bi taybetî ji Êzidî bêne parastin û jiyaneke ewle li ser axa xwe bijîne, nehate gotin. Ango ew axaftvanên li wê derê jî nedizanîn ka pêşerojek ji Kurdan re heye yan na. Tenê dostanî, piştgirî, daxwaz û vîna dilê xwe tanîn ziman.

Di konferansê de du jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve demekî dirêj hatibûn êxsîr kirin jî hebûn. Yekê ji wan serhatîya xwe û ka DAIŞ’ê çi bi serê wê anîye ji beşdarvanan re got. Bê goman çîrokek gelekî giran bû û mirov gelekî pê diêşa. Dokumentera bi navê Medîha ya li ser keçikekê ya ku hêj deh salî ji aliyê DAIŞ’ê ve tevî hemî malbata wê hatî revandin, hatibû çêkirin û di dawiya festîvalê de hate nîşandan. Ew sê salan di destê wan de dimîne û piştî wê tê xilaskirin. Lê belê tişta balkêş, piştî keçik tê li başûr û wê di kampekê de bi cih dikine, tu kes hevaltiyê bi wê re nake û ew bi tenê dimîne. Ji xwe keçikê derûnîya xwe winda kiriye. Ew jî piştî demekê ji xwe re kamerayekê peyda dike û gelek kêlîyên jiyana xwe qeyd dike. Ew kamera ji wê re dibe heval û ew ya di dilê xwe de ji wê kamerayê re dibêje da ku hinekê rihet bibe. Medîha kameraya xwe vedike û ji xwe re di kamerayê de diaxive. Ango kamera him dibe heval û him jî dibe psîkologê wê. Lê ya xirab, hetanî niha jî dê û babê wê nehatine dîtin û Medîha him dibe dê û him jî dibe babê sê birayên xwe yên kiçûk.

Di konferansê de tişta xerîb, gelek kes hebûn ku xwe weke Kurd qebûl nedikirin û hema digotin em Êzidî ne zimanê me Êzidî ye. Mixabin ew jî hatine lehîstoka dijmin û her çend bi Kurdî jî diaxivîne, lê xwe weke Kurd qebûl nedikirin û ya xirab jî, li her derê li dijî Kurdan dixebitine.