Rojnameya Ronahî

Nivîskarê têkoşer û berxwedêr

Deriya Çiya/ Qamişlo

Diyar Bohtî nivîskarekî Kurd e. Di sala 1958’an de li herêma Bohta hatiye dinê, ji bo  wêje û welatparêziyê xebatên giranbuha  daye meşandin, ev kar û xebat heya niha jî berdewamin.

Diyar Bohtî, li herêma Bohta, li gundekî çiyayî (Girdara ser navçeya Dihê) sala 1958’an de, li malbateke ne maldar, ne deyndar hatiye dinyayê. Ji zaroktiya xwe ve dest bi xebatên wêjeyî kiriye û heya niha nêzî 9 berhemên wî yên çapkirî hene.

Ji bo wergirtina agahiyên berfirehtir, nivîskar Diyar Buhtî di derbarê jiyan, kar û xebatên xwe de ji rojnameya me re axivî.

Zaroktiya nivîskar Diyar Bohtî

Zaroktiya Diyar Buhtî bi guhdarîkirina çîrokan derbas dibe. Hê di zaroktiya xwe de çîrokeke ji çar cildan (Çîroka Melik-Seyf) ji ber dike û vê çîrokê di şevên zivistvanê de ji gundiyan re dibêje. Extiyarên gund gazî wî dikin û wî dibin malên xwe, ji bona ku ji wan re çîrokan bibêje. Di zaroktiya xwe de hem diçe dibistana seretayî, hem weke zarokên gundiyan di malbatê de gadêrî, karikvanî, şivanî, cotkarî, paleyî û karê rêncberiyê dike. Roja ku dima betal jî karê wî avjenî û masîgirin bû.

Piştî ku dibistana seretayî diqedîne, dest bi xwendina dibistana (şerî’e) dike. Lê çûna wî a dibistanê bê destûra malbatê bû. Nîvê şevê ji malê direve û berê xwe dide xwendinê. Ji bo ku neyê girtin di çiyayan re diçe. Piştî demekê malbat jî bi xwendina wî keyfxweş dibe. Xwendina wî ya dibistanê, geh li Bohta, geh li Torê, geh li Herêma Xerza û geh li herêma Amedê derbas dibe.

Kar û hestê welatparêziyê li cem nivîskar Diyar Bohtî

Di dibistanê de meyla wî ya li ser wêjeya kurdî pêş dikeve û hê di 17-18 saliya xwe de dest bi komkirina gotinên pêşiyan dike. Di heman demê de hestên wî yên welatparêziyê xurt dibin û azadiya Kurdistanê dibe armanca wî ya sereke. Meş, mitîng li kû çêbe tevlî dibe. Ji ber vê helwesta xwe ji hin dibistanan tê avêtin û hin dibistan jî cî nadinê. Piştî ku xwendina dibistanê diqedîne dest bi xwendina Dibistana Çandiniyê dike. Li vê dibistanê şoreşgerên Kurdisanê nas dike û hestên wî yên welatperweriyê xurttir dibin. Piştî dibistana çandiniyê diqedîne li bajarên Tirkiyê yên weke Edene û Mêrsînê di karê avayiyan de dixebite heta dibe hosteyê lêkirina dîwaran. Pişt re dikeve ezmûnan û di saziyeke dewleta Tirkî de şeş salan fermanberiyê dike.

Sala 1987’an de çend caran tê girtin û çend mehan di girtîgehê de dimîne. Serê sala 1988’an de dev ji fermanberiyê berdide û bi awayekî derwêşî tevlî xebata welatperweriyê dibe. Di vê xebata xwe de li her çar parçeyên Kurdistanê xebatê dike. Vê xebata xwe li Lubnan û Şamê jî didomîne. Herwiha li kampa koçberan a Nînowa, Nehdarê û Mexmûrê di xebata civakî de ciyê xwe digire. Di vê pêvajoya xebata xwe de hem li Sûriye, hem li Iraqê tê girtin û dikeve girtîgehê. Pişt re ji bo domandina xebata xwe derbasî Ewropa dibe. Li Ewropa hem karê nivîskariyê dike, hem jî karê rojnamevaniyê dike. 16 salan di radiyo û televizyonê de pêşkêşvaniyê dike û bernameçêkeriyê dike. Bi giştî 20 salan li ser hev di karê ragihandinê de dixebite. Hê jî vî karê xwe yê welatperweriyê didomîne. Di ber vî karê xwe re xebata wêjeya kurdî jî dike. Diyar Bohtî zewiciye û bi navê Serdar û Gulbihar du zarokên wî hene.

Destpêkirina xebatên wêjeyê

Nivîskar Diyar Bohtî girêdayî despêka kar û xebatê xwe yê wêjeyî weha dibêje: Hê di temenê zaroktiyê de keyfa min ji wêjeyê re dihat. Tişta bûyî sedem ku ji xwendin û wêjeyê hes bikim, dayîka min bû. Ji ber ku bavê wê mela bû hem Quran, hem jî pitûkên din yên olî xwendibûn. Di sed saliya xwe de jî helbestên Feqiyê Teryan ji ber dixwendin. (Berî niha bi mehekê di 103 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.) Malbata min aliyê dayîkê tev mela û xwenda bûn. Min ji wan pir hes dikir û di mijara xwendin û wêjeyê de bandora wan pir li min kir.

Piştî salên dûr û dirêj û qutbûna min ji wêjeyê, di sala 1999’an de heskirina min ya wêjeyê careke din dest pê kir û bi min re hestên nivîsê pêş ketin. Min bi awayê helbestê dest bi wêjeyê kir. Min beşek ji qonaxa Neolîtîk bi helbestî nivîsî. Pişt re li ser zimanê ajelan (fabl) min dest bi nivîsê kir. Min 2500 qafiye nivîsîn. Ev nivîs bû senaryo û bi navê Tûrikê Xewnan di televizyonên kurdî de çend caran hatin lîstin.

Piştî vê xebatê min dest bi nivîsa destanekê kir. Destan li ser jiyana xortekî bi navê Xemgîn û qîzeke bi navê Sosin e. Her du di zaroktiyê de ji hev hes dikin. Piştî 14 saliya wan ya Xemgîn ji bo debara malbatê diçe bajaran. Navê mirina wî digihe Sosin. Di nava çend rojan de ew jî winda dibe. Lê Xemgîn nemiriye. Piştî ku vedigere gund, jê re dibêjin Sosinê xwe avêtiye Ava Mezin. Piştî çend rojan ew jî winda dibe.

Piştî demekê min ev destan kir roman. Roman bi navê Gul Bişkivîn (500 rûpel) hat çapkirin. Piştî vê romanê, li ser jiyana Kurdên ji bakurê Kurdistanê koçî başûrê Kurdistanê kirîn (1993) ku niha li kampa Mexmûrê ne, bi navê Mexmûr min romanek nivîsî. Piştî vê romanê bi navê Şehîdname li ser şehîdan min pirtûkeke helbestan nivîsî. Pişt re jî min 50’î helbest ji bo zarokan nivîsîn. Piştî hingê bi navê Gustîla Pîroz min romanek nivîsî. Naveroka romanê li ser dubendî û eşîrtiya li gundekî bakurê Kurdistanê ye. Pişt re bi navê Ferhenga Biwêjan min pirtûkeke ji 5, hezar biwêjan nivîsî. Di gel wê min li ser rêziman jî pirtûkek nivîsî, lê hê ew nehatiye çapkirin. Di vê navberê de bi navê Şengê û Pengê ji bo zarokan min pirtûkek nivîsî. Ev pirtûk li Rojava hat çapkirin. Pişt re bi navê Soryaz min romaneke ji 2 bergan nivîsî. Ev roman li Tirkiyê, Ewropa û Rojava hat çapkirin. Piştî hatina min a Rojava bi navê Rehbera Radyoyê derbarê ragihandinê de min pirtûkek nivîsî. Piştî hingê du salan li ser felsefeya Ehmedê Xanî xebitîm û bi navê Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî min pirtûkek nivîsî. Ew jî li Rojava hat çapkirin. Niha jî li ser şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî dixebitim.

Pirtûkên nivîskar yên hatîne çapkirin

Gul Bişkivîn-roman: Weşanxaneya Mezopotamya-2006
Şehîdname-helbest: Weşanxaneya Mezopotamya-2006
Mexmûr-roman: Weşanxaneya Mezopotamya-2007
Ferhenga Biwêjan: Enstîtuya Kurdî-Almanya 2009
Soryaz (2 berg) roman: Çapa 1. Weşanxaneya Mezopotamya-2012. Çapa 2. Stenbol Çapa 3. Weşanxaneya Şilêr-Qamişlo 2022
Gustîla Pîroz-roman: Weşanxaneya Mezopotamya-2016
Rehbera Radyoyê: Weşanxaneya Şilêr-Qamişlo 2021
Şengê û Pengê-ji bo zarokan (fabl): Weşanxaneya Şilêr-Qamişlo 2022
Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî: Weşanxaneya Şilêr-Qamişlo 2023
Herwiha bi navê Tûrikê Xewnan nivîsên wî yên fabl di televizyonê de hatine lîstin.

Li ser rêziman jî pirtûkek nivîsiye, lê hê nehatiye çapkirin.

Niha çi berhem li ber destê te hene?

Niha li ser şîroveya Dîwana Melayê Cizîrî dixebitim. 2 berg ji bo çapê amade ne.  Her berg nêzî 400 rûpelî de ye. Bergê 3’yan jî qediyaye, bergê 4’an li ber qedandinê ye. Dibe ku heta 8-9 bergan derkevin.

Niha çi karî dikî?

 Niha li Zanîngeha Rojava li Fakûlteya Wêjeyê li ser wêjeya kurdî dersê didim. Ders bi giranî li ser danasîna Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û dahûrandina berhemên wan e.