Rojnameya Ronahî

‘Şehîd Ferhan Temê Evêndarê axa xwe bû’

Birûc Resûl/Qamişlo

Malbata Şehîd Ferhan Temê ku di 25`ê Beefenbara 2023`an de, di êrişa dewleta Tirk a dagirker de ya  li ser çapxaneya Sîmav ya bajarê Qamişlo şehîd bû destnîşan kirin ku ew xwedî hestên welatparêziyê bû û mirovekî dilrast, fedekar û azadîxwaz bû.

Di sala 1974’an de li Gundê Dugirê yê girêdayê bajarê Qamişlo hatiye dinê. Her wiha ji malbatekî welatparêze ku 11 zarokên vê malbatê di nava Tevgera Aazadiyê bi qehremantî gihiştine asta şehadetê. Di sala 2011`an de zewcî û derbasî Lubnanê bû, ji ber ku rewşa wan a made lawaz bû, di sala 2020`an de vegeriyan Rojavayê Kudistanê ji ber ku hezkirina wê ji welat xwe re hebû nikarîbû ku li Lubnanê heya dawiyê bimîne. Di heman demê de 3 keçkê wî hene. Di sala 2021`an de li Satkobê dest bi kar kir, bi hemû hêz û hezkirin tevlî kar û xebatên xwe dibû. Ferhan ji bo kar û xwebatên xwe bimeşîne, çûbû li çapxaneya Sîmav. Lê di êrişa dewletaTirk a dagirker de ya 25’ê Berfanbara 2023’an de li çapxaneya Sîmav şehîd bû.

Di derbarê kesayet û jiyana Şehîd Fehan Temê hevjîne wî Raniya Temê û hevalê wî Husam Eldîn ji rojnemeya me re axivîn.

Raniya Temê hevjîna şehîd Ferhan Temê di destpêka axaftina xwe de balkêşand li ser kesayeta şehîd Ferhan û wiha got: “Ev nêzî 4 sal di satkobê de kar dikir, wekî endam li wir cih digit. Her dem giringiyê dida karên xwe, ji ber ji kar û hevalê xwe hezdikir, ji aliyêke din jib o debara mala xwe pêk bîne û kêmanî di male de çênebin. Her wiha di mal û nava hevalên xwe de ziman xweş bû. Ji bo min weke hevalek bû.”

‘Wî ji bo xizmeta gelê xwe kar û xebat dimeşand’

Raniya di dewama axaftina xwe de wiha pêde çû: “Ji ber ku rêya serbilindiyê hilbijart, ez jî pê serbilindim. Tevî ji ber şehadeta wî ez dilgiranim, lê serê min pê bilinde. Her dem Ji min re digot ku em karibin malekî saxlem ji zarokên xwe re bidin avakirin, rewşa me ye madî pir lawaze û me pir zehmetî kişand. Me ji xizaniyê koçberî Lubnanê bûn da ku em karibin xwe bidin jiyan kirin, her wiha nêzî 9 salan em li Lubinanê man, di sala 2020 em vegeriya welatê xwe li Rojavayê Kurdistanê, em kêfxweşbûn ku em vegeriyan nav malbat û welatê xwe û gelek xewin û xeyalên me hebûn ku em jiyanekê xweş bi hevre derbas bikin. Şehîd Ferhan hezkirin û eşqa wî ji welatê wî re pir mezin bû û sedema vegerandina me jî li Rojava ev bî. Ew li pey serkeftina gelê xwe û Kurdayetiyê de çû, ji ber gelê xwe û axa xwe pir hezdikir. Hêvî dikim wê dagirker bişkin û gelê Kurd serbikeve. Ji ber ku dagirker rojane me bombebaran dikin.”

Raniya Temê herî dawî jî got: “Hinek aliyên siyasî hene ku di navxweyî de xiyanetê li Kurdan û zarokên me dikin, ev jî xiyanetek mezine. Divê hemû Kurd weke bira bihevre ji bo serkeftina gelê Kurd di nava hewldanan de bin.”

‘Şehîd Fehan gihîşt asta şehadetê û rûmetê’

Di heman demê de Husam Eldîn hevalê şehîd Ferhan ew jî diyar kir ku çûyîna şehîd Ferhan û şehîd Ciwan li çapxaneya Sîmav jib o kar bû û wiha domand: “Di roja 25`ê Berfenbara 2023`an de Çapxane û hin navendên din yên pênesazên herêmê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat hedef girtin, di wê rojê de, şehîd Ferhan û Şehîd Ciwan jib o kar u xebat çûn li çapxaneya Sîmav, lê mixabin di wê deqeyê de çapxaneya Sîmav hat bombebarankirin, çûyîne şehîd Ferhan û şehîd Ciwan a dawî bû ku êdî ne vegeriyan. Her 2 heval gihîştin asta şehadetê û rûmetê.”

‘Bi heval û derdora xwe re dilpak bû’

Husan Eldîn axaftina xwe wiha bi dawî kir û got: “Dema ku Şehîd Ferhan dest bi karê xwe yê satkobê kir, ew kar ji bo wî qadeke nû bû, ji bo ku di karê xwe de serkeftî bibe hin regez pêwîstbûn, mîna dilsozî û ked, ev jî taybetmendiyên şehîd Ferhan bû. Her dem pêşengtiyê dikir, her wiha bû sozdarê pêşengên qada azad. Her dem ew li cihê pêwîst bû. Bi heval û derdora xwe re jî dilpak û dirûst bû.”