Rojnameya Ronahî

 Tîmên Agirkujê ji bo xizmeta civakê jiyana xwe dixin xeteriyê

Ronaz Silêman/Qamişlo

Tîmên Agirkujê yên Tugeya Agirkuj a Qamişlo ji bo xizmet û parastina civakê ji rewşên awarte û bi taybetî rewşên şewatê bi şev û roj amade ne. Rêveberê Tugeya Agirkuj a Qamişlo Hisên Mihemed diyar kir ku ew ji bo xizmeta civakê her dem amade ne.

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo xizmeta civakê gelek gavên mezin hatin avêtin. Yek ji van gavan jî avabûn û jinûverêxistinkirina tîmên agirkujê bû. Di sala 2014`an de Tugeya Agirkuj a bajarê Qamişlo hat avakirin û roj bi roj xebatên xwe berfirehtir kirin, da ku rewşên awerte mîna şewata zevî, mal, elktirîk û şewata bi sedema êrişên hov ên dewleta Tirk a dagirker bên kontrokirin, helbet ev yek jî bi werekî û fedekariyeke mezin pêk tê. Tîmên agirkujê bêyî ku li jiyana xwe bipirsin her gav û kêlî amade ne.

Navenda Agirkujê ji sala 2014`an de xebatên xwe dide meşandin

Navenda Agirkujê ya bajarê Qamişlo beriya sala 2014`an dema ku ji aliyê hikumeta Şamê ve dihat birêvebirin, bi erebeyekê tenê xebatên agirkujê dida meşandin, lê ne di asta ku dihat xwestin de xebat dihat kirin. Herwiha bi destpêkirina şoreşa Rojava re ew navend bi berfirehkirina xebatên agirkujiyê di sala 2014`an de xwe ji nûve vejîn kir, di heman demê de hejmara erbeyên agirkujiyê bûn gihişt 21 erebe û bi xebatên 74 endaman jî dihat meşandin. Tîmên agirkujiyê liv û tevgera wan di heman demê de ye. Tîmên agirkujiyê di sala 2019 û 2020`an de dema ku agir bi zeviyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gur bû, beşa xwe di hundirê Şaredariyan de dan avakirin.

Tîmên Agirkujê bi şev û roj amade ne

Navenda Tîmên Agirkujiyê ya sereke li kantona Qamişlo ye û 9 beşên girêdayî wê ku di hundirê Şaredariyan de hatine avakirin hene, ew jî li Amûdê, Til Birak, Tilhemîs, Til Mairûf, Tirpêsbiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer û Dêrikê ne. Herwiha di her beşekî de 7 endamên yên ji navenda agirkujiyê lê hatin belavkirin, wekî rêveberiya herêma jî hatin danîn. Belavkirina erebeyên agirkujiyê ya her navçeyekê li gorî erdinîgariya wê lê hatin belavkirin, li Amûdê 2 erebeyên agirkujiyê, Dêrik 3, Tirpêsbiyê 2, Til Mairûf 1, Tilkoçer 1 û TilHemîs 1 erebeya agirkujiyê ev jî li gorî erdînigariya her navçeyekê ye. Cihê ku zevî lê zêde hebin erebe li gorî wê lê hatin belavkirin. Niha di navenda sereke 21 endamin û 9 erebeyên agirkujiyê hene, bi awayê werdiye ku 24 seatan kar û xebatê dikin û bêşê di şaredariyan de jî bi vî awayî ye bi şev û roj di nava haziriyê de ne. Ji bo ku dema rewşên awerte derkevin wek agirê mal, erebe û êrişên dewleta Tirk û çi rewşên cûda derkevin di amadebûnê de bin.

Navenda agirkujê ji bo hişyarîkirina civakê ji agir gelek pêngav dan meşandin

Ji bo ku nerîna gel û civakê li ser agirkujiyê û rewşên awerte hebe, di sala 2015`an de pengavên hişyariyê di hundirê bajara de bi hemahengiya Komîn, Meclisan, Yekîtiya Dibistana û Mamosteyan re bûn. Di heman demê de jî nûmara Navenda Agirkujiyê li her bajarekî hat belavkirin û perwerde di derbarê bikaranîna agirkujê biçûk de dîtin. Herwiha Navenda Tîmên Agirkujiyê di werzê zeviyan de hemahengiyê bi Navenda Sotemenî, Desteya Çandiniyê û Desteya Aborî re dide avakirin, ji bo ku çi patoskek  derkeve li ser zeviyan herî kêm 4 agirkujên biçûk bi wan re hebe, ji ber gelek rewşên ku agir bi patoskan ve ketin di salên bûrî de çê bûn.

Di derbarê kar û xebatên Tîmên Agirkujê ya bajarê Qamişlo Rêveberê Agirkujiyê Hisên Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Hisên Mihemed diyar kir ku zehmetiyên wan di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de ye û wiha got: “Zehemtiyên ku em dibînin zêdeyî xwe di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker de ye, ji ber dema ku êriş dike li gel deveran êriş dike, di vir de em rastî zehemtiyan tên, ji derveyî wê jî di hundirê bajara de ji ber nêzîkatiyê xetên elktirîkê  dihêle ku arebeyên agirkujiyê zû bi zû negihê cihê agir û pirî caran jî dema cihê ku agir lê gur dibe kêsên ku têkiliyan bi me re dike, cihên rast nayê gotin ji bo wê derengî hinekî derdikeve. Lê tevî hemû zor û zehmetiyan jî, di van salên bûrî de gavên baş hatên avêtin tevî derfet kêm. Kar û xebatên me jî bi saricên avê dest bi xebatên agirkujiyê bû, di heman demê de jî perwerdeyên di derbarê agirkujiyê jî di destpêka wê de me nedîtibû, tenê me dizanî agirkujî ji bo avê yan kenalên avqirêjiyê ne. Lê di sala 2020`an de beşên kenalên avqirjiyê cûda ava bûn Navenda agirkujiyê piştgirî jêr hat kirin. lê li gorî kar û xebatên wê alikariya navenda agirkujiyê hîn kêm e.”

Rêveberê Tugeya Agirkuj a Qamişlo Hisên Mihemed axaftina xwe wiha qedan: “Pêwistiya kar û xebatên me bi zêdebûna endam û erebeyên taybet bi agirkujiyê heye ji ber heta niha erebeyên me nîvên wan sarîcin, di heman demê de jî pêwîstî heye ku parastina sivîl bê avakirin, ji ber ku ev hêz hazir be wê gavekî baş be. Herwiha di aliyê locistîk de piştgirî ji navenda agirkujiyê re bê kirin, ji ber em navendekin ku şev û roj di nava amadebûn de ne ev yek pêwîstiya wê bi locistîkeke di hemû aliyan de heye.”