Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rindiya dagirkeriyê jî kirêtî ye

28/01/2024
in QUNCIK NIVÎS
A A
Desthilatdarok neyarên qewmê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Çendîn hêz û teknîka dagirkeriyê mezin be, çendîn bê sînor hov be, çendîn devbixwîn, tirsnak û zirtezirt be, nikare sînorên bêşermiyê derbas bike. Angu ji beza mirîşkê ya ber bi kadînê ve wêdetir nikare ti gavên din bavêje. Lew re jî, di wê mesafeya biçûk de, çi hêza xwe hebe bi komkujî û hemleyên qirkirinê derbas dike. Jixwe aqil, dikare wisa xwe mayînde bike û hêza hebûneke domdar bi dest bixe! Wisan lê hatiye ku weke xultê ku axê li nav çavên xwe de dikule. Ji ber vê jî, çi lebitînek ne li gorî dilê wê be, yan bi metirsî û şevpestên wê re bibin yek, êriş dike û hewl dide ji nav bibe. Êdî rêbaz çendîn dermirovî be ewqas sermest dibe û bi hêza xwe ya dagirkerî û tunekirinê bawer dike. Ango xwe qehreman dihesibîne û dibîne ku bi kuştina sivîlan, pelixandin û hilweşandina sivîlgehan re wê karibe zirhebûneke xapînok li ser kokên tunekirina gelên resen dewam bike. Ev jî derewek mezin a dagirkeriya li ser zilm û qirkirinê hatiye avakirin e.

Dewleta tirk a faşîst yek ji mînakên herî kirêt ên vê cureya dagirkeriyê ye. Hemû dagirkerî dişibin hev û din, lê ya faşîzma tirk naşibe ti dagirkeriyên dîtir. Ne jî di ber re derbas dibe! Ji ber ku dagirkeriyeke bedtuxm, bê ray û bê reh e. Ji xwe rindiya bê kokan jî kirêtî ye. Yanê tiştekî wê yê baş nîne ku mirov li ser bingeha wê hêviyan ava bike û pêşerojekê pê re tayîn bike. Li vir em qala faşîzmê weke sîstemeke desthilatdar li wê welatî dikin. Têkilî danûstandinên gelan cudayî vê nirxandinê ne. Ji ber ku dagirkerî berî herî tiştî qewmê xwe dipelçiqîne û jê şûn de berê xwe dide versyonên din ên civakê. Yanê, bi navê nijadekî, ji wê jî elîteke vebijartî hikumraniya xwe dide tivîkirin.

Dagirkerî berî her tiştî çavkaniyên jiyanê desteser dike û çi qanûnên bi xwe saz kirine bin pê dike. Diyardeyên exlaq polîtîk deyne aliyekî, çi bê exlaqiyek hebe jî dike û malên sivîlan û saziyên wan ên jiyîn û jiyankirinê hedef digire. Êrîşên li ser hev ên li ser Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûr, Herêmên Parastina Medya, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê vê rastiya dagirkeriyê û niyetên wî baş diteyisînin.

Xisûsek din ê dagirkeriyên li Kurdistanê jî ew e; çawa cografyaya Kurdistanê bi awayekî ecêb dane parçekirinê, dagirkerên vê cografyayê jî bi şêwazekî sosret li dijî vîna azadiyê li hev dikin û di nava koordîneyê de ne. Çiqas kiryarên dermirovî hebin jî, xisletek hevbeş a êrişan e. Çendîn helw didin rêbazên xwe, qaşo weke çavkaniya hêzê, raber bikin, lê di cewherê wê de lawazî û nemerdî heye. Loma êrişî sivîlan dikin, sazî û dezgehên wan ên jiyanê hedef digirin.

Dagirkerî hemû Kurdan wek hev dibîne, weke her sê gayên reş, spî û reş dibîne. Dibe ku dora kêrê cuda be. Li ku hakim be komkujiyê pêk tîne. Bi wê zanebûnê jî kuştin û qirkirinê rewa dike. Tevî cudahiya taybetmendiya têkoşîna her beşekî, lê dîsa jî dagirkerî wek ku çawa organîk be xuya dike û êrişan pêk tîne. Ji ber vê jî; pêwîste têkoşîna li dijî êrişên dagirkeriyê asta hesetwariyê derbas bikin û di coka hevjiyana hevpar re derbas bibe. Ango; çawa dagirkerî tunebûna me weke şertekî hebûnê raber dike, lazime dehqatan zêdetir, berxwedana têkbirina wê hişmendiyê weke şertekî jêneveger were aktîvkirin û mayîndekirin. Ancax wisan jiyana azad û demokrtîk pêkan be.

Post Views: 73
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.