Ronaz Silêman/Qamişlo
Navenda Firatê ya Lêkolînan komxebatek bi serenavê Yekrêzîya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo lidarxist.
Ji aliyê Navenda Firatê ya Lêkolînan û bi beşdariya partiyên siyasî, rewşenbîr, hunermend, ekadimisyan, endam û nûnerên saziyên civaka sivîl û gelek kesayetên serbixwe komxebateke bi serenavê Yekrêzîya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê li hola Parka Azadî ya bajarê Qamişlo li dar xist. Komxebat li ser 3’ê rûniştinên sereke yên bi van serenavan hate birêvebirin:
1_ Girîngiya xurtkirina yekrêzîya Kurdî.
2_ Aliyê netewî yê belgenameya konferansa yekrêzîya Kurdî.
3_ Rola kurdan li Sûriyayê û bijarteyên destûrî.
Berî komxebat dest bi axaftinên xwe bike kêliyeke bêdengî li ser giyanê şehîdan hate rawestandin.
Piştre axaftin ji aliyê Rêveberê Navenda Firatê ya Lêkolînan dektor Ebdulilah El-Mistefa û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed hate kirin.
Rêveberê Navenda Firatê ya Lêkolînan dektor Ebdulilah El-Mistefa lidarxistina Konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê yê ku di 26’ê Nîsanê de hatibû lidarxistin pîroz kir û wiha got: “Lidarxistina Konferansa Kurdî ya ku di 26’ê Nîsanê de pêk hat, gava dîrokî ya giştî Kurdistanê bû. Herwiha em bihêvîne ev komxebat jî bibe bapişt û destek ji bo yekîtiya kurdî. Di demeke ku herêm rastî guhertinên mezin tê, bandoreke mezin li gelê kurd û pêkhateyên din jî dike, lewra girîngiyeke mezin ji bo xurtkirina yekrêziya kurdî heye, ji bo vê yekê jî divê em nerîn û helwestên xwe bikin yek.”
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ilham Ehmed eşkere kir ku Komxebatên bi vî şêwazî gelekî girîng in û wiha got: “Di 26’ Nîsanê de Konferansa yekhelwesta kurdî li vê derê hat lidarxistin û kêliyên dîrokî li vir hatin jiyankirin. Ev konferans li dîroka kurd li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din jî bandora xwe kir. Dewamkirina vê hevpeymana ku çêbû bi hemû hurgiliyên wê û biryarên ku hatin girtin di vê serdema dîrokî de nêzîkbûn zanisteke di asta jor de ye. Li Rojavayê Kurdistanê cûdabûna fikir weke dewlemendî lê meyze bikin ne ku bibe sedemê parçekirinê dijberiyê. Di pêşeroj de di rêveberiya Sûriyê de divê Kurd xwedî cih bin û di rêvebirina herêmê de divê Kurd yek dest bin.”
Piştre rûniştinên komxebatê hate destpêkirin û bernameyê Komxebata “Yekrêzîya Kurdî: Awayên xurtkirina wê û asoyên paşerojê” wiha bû:
_ Rûniştina yekem: Girîngiya xurtkirina yekrêziya Kurdî, Moderator dektor Silêman Îlîyas.
_ Biwarê dîrokî yê Kurdan li Sûriyeyê ji aliyê mamoste Faris Osman.
_ Biwarê rewşa siyasî ya heyî li set asta xwecihî û herêmî ji aliyê mamoste Mihemed îsmaîl.
_ Yekrêziya Kurdî û bandora wê li paşeroja doza Kurdî li Sûriyeyê ji aliyê mamoste Çinar Salih.
_ Beşdariya mêvanan, nerîn, pirs û bersiv li ser rûniştina yekem.
_ Rûniştina duyem: Aliyê netewî yê belgenameya Konferansa Yekrêziya Kurdî: naverok û dervetên avakirinê, Moderator mamoste Ekrem Hisên.
_ Şîroveyeke dahûrandî ya naveroka belgenameyê ji aliyê Îlham Ehmed.
_ Civaka sivîl a Kurdî: rola ciwan û jin û çalakiyên civaka sivîl ji aliyê mamoste Nûra Xelîl.
_ Rola ragihandinê di destekdayîna naveroka belgenameyê û xurtkirina yekrêziya Kurdî ji aliyê dektor Mesûd Hamid.
_ Beşdariya mêvanan, nerîn, pirs û bersiv li ser rûniştina duyem.
_ Rûniştina seyem: Rola Kurdan li Sûriyayê û bijartina destûrî, Moderator Norşan Hisên.
_ Aliyê niştîmanî yê belgenameyê û rola Kurdan di Sûriyaya paşerojê de ji aliyê mamoste Hesen Elî.
_ Şîrovekirina sîstemên navendî û nenavendî li Sûriyayê ji aliyê Mihemed Şewqî.
_ Misogeriya destûrî ji Kurdan û pêkhateyên din re ji aliyê mamoste Mûsa Mûsa.
_ Beşdariya mêvanan, nerîn, pirs û bersiv li ser rûniştina seyem.
_ Rûniştina dawîn: Belavkirina spasnameyan bo tevahî beşdar û şîrokaran.