Lîloz Hisên/ Qamişlo
Di Adara 1949’an têkiliyên Îsraîl û Tirkiyê bi awayekî fermî hate raghandin, bi derbasbûna demê re rageşî li ser hin mijaran hate derxistin û heya niha jî hewildanên çareserkirina nakokiyan têne kirin.
Di navbera her du dewletan de Tirkiyê û Îsraîl de hevkariya leşkerî, istratîjîk û dîblomasî pêşketibû, lê di dehsalên dawî de piştî şerê Îsraîl li ser Xezayê têkiliyên dualî xirab bû, ji ber ku Tirkiyê êrişên Israîl şermezar kir û di 13’ê Mijdara 2024’an de serokomarê Tirkiyê hemû têkiliyên dîblomasî bi Îsraîllê re qut kir, herwiha mijara destwerdana Sûriyê û avakirina baragihên Tirkiyê di hundirê Sûriyê de nakokî di nevbera her dû welatan de çêkir.
Serdema Osmanî
Împeratoriya Osmanî, bi hewldana Siltan Beyazîd pêşwaziya penaberên cihû kir û alîkarî pêşkêş kir di demên dijwar de. Cihû bi tundî dilsozê Împeratoriya Osmanî bûn ji ber ku gelek ji wan reviyabûn Împeratoriya Osmanî. Rêberê Sihyûnî Theodor Hertizl jî ji Siltanê Osmanî Ebdulhemîd xwest ku Filistînê bi dest bixe û soza vegerê ya Sihyûnê bi cih bîne.
Di çileya sala 1950’î de Tirkiyê nûnertiya xwe ya dîblomatîk li Til Ebîb vekir û Seyf Allah Aysen yekemîn komîserê dîblomasî ji ola musilman kaxezên xwe pêkêşî serokê Îsraîlê Chaim Weizman kir. Têkiliyên her du welatan bi awayekî lez pêşket, hevpeymanên bazirganî hatin îmze kirin, Îsraîl karîbû nîvê pêwistiyên xwe yên genim ji Tirkiyê hilgire, di encamê de Îsraîl kêfxweşiya xwe îfade kir di riya binavkirina daristanekê bi navê “Ataturk” li nêzîî Heyfayê, li ser navê Mustefa Ataturk damezirînerê Komara Tirkiyê.
Lê nêzîkatiyên her du welatan bê rageşî derbas nebû, di sala 1955’an de Îsraîl nerazîbûna xwe li hember tevlîbûna Tirkiyê bo “Hevpeymana Bexdayê” li gel Îraq, Îran, Pakistan û Brîtaniyayê nîşand da, ji ber ku Îsraîl îfade dikir ku ev hevpeyman gefên erebî li dijî wê zêde dikir.
Piştî êrîşa sêalî ya li dijî Misrê di sala 1956’an de, rageşî gihîşt asta herî bilind, di wê demê de Tirkiyê derbasbûna hêzên Îsraîlê ji bo Sînaadi 29’ê Cotmehê de şermezar kir, di 26’ê mijdara heman salê de biryar da ku asta temsîla dîblomasî bi Îsraîlê kêm bike. Di şerê Hezêrana sala 1967’an de Tirkiyê li kêleka welatên erebî sekinî û bang li Îsraîlê kir ku ji xakên ku dagirkiribûn vekişe, di nav de Rojhilatê Qudisê, Dife Elxerbiye, Sîna û Colana Sûriyê.
Di salên 70’ê yê sedsala 20’an de di navbera têkiliyên her du aliyan de sarbûn çêbû, nexasim piştî helwesta Tirkiyê ji şewata Mizgefta Eqsayê di sala 1969’an de, wekî din dengdana biryara Netewên Yekbûyî sala 1975’an ku Sihyoniyê awayek ji awayê nijadperestiyê îfade dike û Rêxistina Rizgarkirina Filestînê nas kir weke temsîlkirina rewa ji bo gelê Filestînî.
Rageşî û hevkariya leşkerî
Di çileyê sala 1980’an de, têkiliyên dîblomasî di navbera Tirkiyê û Îsraîl de gihaşt asta balyozan, lê ev yek dirêj nekir, di Tîrmeha heman salê de Îsraîl rojhlatê Qudisê tevlî xwe kir û bajar wekî paytexta xwe bi nav kir, Tirkiyê bi girtina kunsulxaneya xwe li Qudisê bertek nîşan da û asta nûnertiya xwe ya dîblomasî li Til Ebîb kêm kir di asteke herî nizim. Di sala 1986’an de gaveke ber bi vegerandina têkiliyên berê hate avêtin, lê rûdana Raperîna Filistînê ya yekemîn sala 1987’an û naskirina Tirkiyê ji bo welatê Filestîn ku di 15’’ Mijdarê ji hêla rêxitinê ve hate raghadin, têkilî dîsa vegeriya rewşa sarbûnê.
Sala 1992’an nûnertiya dîblomasî di navbera her du welatan de vegeriya asta balyozan, rageşî dest bi kêmbûnê bû nexasim piştî dengdana Tirkiyê li dijî biryara projeya Netewên Yekbûyî sala 1989’an ku qedexeya nûnertiya Îsraîlê hedef digirt.
Bi destpêkirin pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn di Kongreya Medrîd a aştiyê de sala 1991’an, têkiliyên erebî-îsraîlî bi gelemperî baş bû, vê yekê bandor li ser têkiliyên Tirkiyê-Îsraîl kir. Di destpêka salên 1990’î de, têkiliyên dualî ketin qonaxek hevkariya ewlehî û leşkerî. Sala 1994’an peymanek perwerdeya ewlehiyê û piştre di sala 1996’an de peymanek perwerdehiya leşkerî, di gel peymanên di warên pîşesaziyên parastinê û bazirganiya azad de hate îmze kirin. Hevkarî di sala 1998’an de gihaşt lutkeyê di gel pêkanînên deryayî hevbeş li Deryaya Spî di navbera hêzên Tirkiy, Îsraîl û Emerîka.
Zêdebûna rageşiyê û rûbirûbûna dîblomasî
Siyaseta wezîrê Îsraîlê yê berê Ariel Sharon bandoreke hilwişandina hewildanên aştiyê li herêmê kir nexasim di nava têkiliyên Tirkiyê -Îsraîlê de, dema destpêkirina Pêvajoya Aştiyê li Rojhilata Navîn. Piştî demeke ji kêmbûna çalakiyan, hin tevgerên başkirina têkiliyan destpê kir, wezîrê derve yê Tirkiyê Abdullah Gul û serokwezîr Receb Teyb Erdogan wê demê sala 2005’an serdana Filestîn û Îsraîl kir, di hewildaneke vegerandina têkiliyên dîblomasî.
Lê dîsa bi awayekî zû xirab bû dema Tirkiyê êrişa Îsraîlê li ser Lubnanê sala 2006’an şermezar kir, piştre li ser Xeza di 2008’an de.
Bidawîbûna têkiliyan.. Keştiya Marmara
Bûyera êrişa keşteya “Mavi Marmara” di 31’ê Gulana 2010’an xala hiliwşandina têkiliyên Tirkiyê-Îsraîlê bû. Hêzên Îsraîlê êirşî “keşteya Azadiyê” kir dema çûyîna ber bi Xezayê ve bi armanca şikandina dorpêçê. Di êrişê de 10 welatiyên Tirk hatin kuştin, di encamê de hêrs û nerazîbûnke fermî û gelêrî li Tirkiyê çêbû, li hember vê yekê Enqereyê bang li balyozê xwe yê li Til Ebîb kir, daxwaza lêborîneke fermî, tazmînat ji bo malbatên qurbaniyan kir û rakirina dorpêçê li ser Xezayê.
Ji ber Îsraîl ev daxwaz paşguh kir, Tirkiyê gavên giran avêt, di nav de kêmkirina asta nûnertiya dîblomasî û hemû peymanên leşkerî dualî rawestand.
Di veguhrandineke ji nişka ve, serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu di 22’Adara 2013’an de di riya peywendiyeke telefonê lêborîneke fermî bi navê hikumeta xwe ji Receb Tayeb Erdogan xwest, Erdogan jî lêborîn li ser navê gelê Tirkiyê qebûl kir.
Piştî danûstandinên dirêj, Serokwezîrê Tirkiyê Bin Ali Yildirim di 27’ê Hezîrana 2016’an de ragihand ku her du alî li ser normalîzekirina têkiliyan gihîştin rêkeftinekê, ku li paytexta Îtalyayê, Romayê, hate îmzekirin.
Li gorî rêkeftinê Îsraîl li ser dayîn 20 milyon dolar weke tazmînat ji bo malbatên qurbaniyan, perlemantoya Tirkiyê di 20’ê Tebaxa heman salê erê kir, darav di Eylûna sala 2016’an hate dayîn.
Qutbûyîna têkiliyan
Di navbera salên 2020-2024’an de rêzeguhertinên berfireh çêbûn, di Adara 2022’an serokê Îsraîl Îshaq ji bo Enqereyê serdan kir piştî 14 salan, tê de hevdîtin bi Erdogan re çêkir. Piştre weke gaveke berbiçav domandina têkiliyên dîblomasî bi giştî di Tebaxa heman salê hate raghandin. Di Eylûna sala 2023’an de Erdogan û Netanyahu li Newoyorkê dema civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekbûyî li hev civiyan, ew yekemîn hevdîtin di navbera her du aliyan de bû piştî demeke dirêj.
Ev yek dirêj nekir, rûdana operasyona Tofan El-Eqsa di 7’Cotmeha 2023’an de û bilindkirina asta leşker ya Îsraîl li ser Xezayê, xaleke veguherandinê bû ku ji nûve rageşî di navbera her du aliyan derkeve. Îsraîl dîlomsiyên xwe ji Enqereyê vekişand, Tirkiyê jî balyozê xwe ji bo şêwirmendiyê vexwend, ji bo protestokirina domandina operasyonên leşkerî û redkirina Îsraîl ji bangên agirbestê.
Piştî rûdana şer Erdogan piştgiriya xwe ji bo Hemasê raghand, di Adara 2024’an de Erdogan daxuyaniyên tawanbarkirina Îsraîl bi pêkanîna qirkirina komî der heqê gelê Filestînê der xist. Di Gulana 2024’an de Tirkiyê pilanên hevkariyê bi îsraîl re di warê enerjiyê de rawestand, di Mijdara heman salê de Erdogan ragihand ku bazirganî û têkilî bi Îsraîlê re bi temamî qut kir.
Hilwişandina rêjîma Baas’ê
Têkiliyên di navbera Tirkiyê û Îsraîl de gihaşt asteke metirsîdar piştî hilwişandina rejîma Baas, Îsraîl li ser xaka Sûriyê sed êrişên hewayî pêk anî piştî hatina desthilata HTŞ. Di êrişên îsraîl de bargeh û alavên leşkerî yên artêşa Sûriyê hate hilwişandin, hêzên Îsraîlê ji dervî herêma bê çek ket herêmên Sûrî yên dîtir û destwerdan berfireh kir, ji aliyê Tirkiyê ev yek hate şermezarkirin.
Di mehên borî de Tirkiyê danûstendinên xwe bi Şamê re berfireh kir ji bo avakirina bargehên leşkerî yên Tirkiyê di herêmên Sûriyê yên cuda de, bi armanca xurtkirina hevkariya parastinê û perwerdekirina artêşa Sûriyê ya nû. Îsraîl redkirina xwe ji van perspektîfan re raghand û diyar kiribû ku ev yek xeteriyê li ser ewlehiya wê di pêşerojê de dike, hukumeta Şamê ya nû bi “Terorê” tawambar kir ku baweriya Îsraîl pê nayê.
Pevçûnên li ser xaka sûriyê
Di çarçoveya hedefgirtina deverên leşkerî yên Sûriyê, di 25’Adarê de Îsraîl ragihand ku Baregha Têfor topbaran kir, ku di heman hefteyê de dîsa hatibû topbaran kirin, herwiha balafirgeha Hema ya leşkerî, ev baregih dibe ku Tirkiyê hêzên xwe lê belavkiriba li gorî rêkeftina dibe ku bê îmzekirin di navbera Şam û Enqereyê de.
Ji bo rêgirtina ber bi pevçûnê Trump bû weke aliyeke hevkar da ku rageşî di navbera Tirkiyê û Îsraîl de bisekinîne, li gorî hin raporan hate eşkerekirin ku danûstendin di navbera Tirkiyê û Îsraîl de li Ezirbêcanê hatiye kirin, da ku bighêjin xalekê ji bo rêgirtina li pêşiya şer li Sûriyê. Her çiqas atmosfera aram a di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bi hevdîtinên di navbera her du aliyan de li Ezirbêcanê hate temsîlkirin jî, lê di hevdîtinên yekem de tu lihevkirin li ser xalên nakokiyê nehatiye kirin, weke xalên girêdayî belavkirina hêzên Tirkiyê li balafirgeha Têfor li nêzî Tedmur.
Tevî her du aliyan xwesteka xwe ya ji bo gihîştina mekanîzmayek hevrêziyê ji bo pêşîgirtina li pevçûnê di navbera wan de anîne ziman, çarçoveya giştî ya danûstandinan û daxwazên her aliyekî vê yekê dijwar dike.
Her du alî li benda gereke din an jî zêdetir ji danûstandinan li Ezirbêcanê ne, dibe ku danûstandin di demek nêzîk de bigihîjin xaçerêyekê, an li ser çareseriyek berfirehtir nîqaş bikin, an jî di avakirina astek herî kêm a hevrêziyê de sernekevin.