Rojnameya Ronahî

Kilîta çareseriyê ji Bakur û Rojhilatî sûriyê despê dibe

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endamê navenda Rojava ya lêkolînên istiratejîk Kurdiyar Dirê’î  diyar kir ku ev şerên ku li tevahî Rojhilata Navîn diqewimin wê çareserkirina  wan bi çareserkirna siyasî ji pirsgirêka Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dest pê bike. Her wiha êrîşên ku dewleta Tirk li serê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê  dike, wê gelê Kurd bi vîna xwe wan êrîşan têk bibe.

Di derbarê zelalkirina rewşa Siyasî û naskirina armanc û guherîn û veguherînên van êrîşên ku tên kirin, Rojnameya me hevpeyvînek bi Endamê navenda Rojava ya lîkolînên istratejîk Kurdiyar Dirê’î re çêkir.

Naveroka hevpeyvînê wiha ye:

1- Sedema şerê Îsraîl û Hemasê, bandora vî şerî li ser Rojhilata Navîn, ev şer wê çi guhertin û vguhertinê li herêmê çêbike?

Bê guman şerê di navbera Israîl û Filistîniyan de ne ji dema îro de ye, şerekî him leşkerî û siyasî ye, ev şer bi taybet ji avabûna dewleta Israîlê di sala 1948’an de destpê kiriye û ta roja îro berdewame. Tevgerên Filestînî ji bo bidestxistina mafên gelê filestînê tekoşîneke mezin kirine û di nav gelek qonaxan re derbas bûne, heta sala 1993’an de di peymana Oslo 1 û 2 de her dû aliyan, tevgera Fetih nûneriya filestîniyan dikir, li hevkirin ku li ser bingehê avakirina xweseriya filestînê li ser axa  Xeze û paravê rojava (dife xerbiye). Hemas yek ji wan tevgeran bû ku ev peyman red kiriye, lê belê  di sala 2007’an de Hemas dest daniye li ser xezayê û xwe nûnerê doza filestînî dîtiye,  ji wê demê ve dinavbera wan û Israîlê de şer derketiye, lê belê şerê dawî ku di 7’ê mijdara 2023’an de  Hemasê insiyatîfa wê girtibû û cudabû  ji hemû şerên berê, sedemên wê jî  em dikarin  li ser dubeşan  parve bikin:

– Sedemên rasterast:  paşdevegera doza filistînî, tengavkirina Israîl ji Xeza re, destdanîna li ser deverin nû ji axa filistiyan re û hewildana Hemasê ku serkeftineke leşgerî li himber Israîlê pêk bîne. Her wiha pir kesan dîl bike ku Israîl neçar bimîne  ku xwe weke xemxur û hilgirê doza filestînî li himber Fetih nîşan bide.

Sedemên veşartî : Bê guman  êrîşa 7’ê Mijdarê ya Hemasê li hember Israîlê ne êrîşeke ji rêzê bû, ne tenê girêdayî sedemên li jorê ku me anîbû ziman e, lê belê sedemên herêmî û navnetewî  jî  hebûn, heger ne wihabe  ne xwe Hemas êrîşeke xwekujî pêk aniye û tengavbûn û neçariya xwe nîşan daye, an jî bawer nedikir ku bersivdayîna Israîlê wiha bi vê asta dijwar û giran de be. Lê belê heger em baş  di dem û cûreyê êrîşê de mijûl bibin, wê ji me re diyar be ku Hemas di nava ecendeyên herêmî û nevdewletî de tevgeriyaye û ne weke Hemas diyar dike ku bi tena sere xwe plan kiriye û pêk aniye, ji wan sedemên navdewletî pirojeya bazirganîyê  ya ku Hin, dewletên kendava erebî,Israîl û Ewropa bi hev ve girê dide, ku ne di berjewendiya Rûsiya, Tirkiyê, Îran û Çînê de bû û beriya herkesî serokê Tirkiyê Erdogan ew piroje red kiribû  û diyar kiribû  ku bêyî Tirkiyê tu piroje nayên qebûlkirin,  piraniya rayedarên Hemasê li Tirkiyê dijîn û weke tevgereke ixwan elmuslimîn piştgiriya xwe ji Tirkiyê distîne,  her wiha ne dûre ku Tirkiyê destê wê di gurkirina vî şerî de hebe, di dema êrîşê de di rojevê de lihevkirina Israyîl û Erebistanê hebû  û ev jî  ne di xizmeta îranê de bû. Serkeftina pirojeya bazirganî  dê bihata wateya serweriya Emerîka di Rojhilata Navîn de û bi hêzkirina Israîlê de, lewra ne di berjewndiyên Rûsiya û Çînê de ye, her wiha Rûsiya, Çîn û Îranê di heman eniya dijberî Emerîka de ne û têkiliyên wan bi Hemasê re hene, bi Taybet Îran ku temsîla cîhana Şîa dike, lê belê Hemas jî  rastî tevgereke Ixwan Elmuslimîn û Sina yek ji rêxistinên xwe dibîne, lewra  şerê Hemasê bi Israîlê re ne cudaye ji beramberiya Emerîka, Rûsiya û hevalbendên wê di rojhilta navîn de.

Bê guman bêyî ku Cîhan ragihîne, ew di nava şerê Cîhanê yê sêyemîn de ye, ku îro di Okraniya de bi rêve diçe û Rojhilata Navîn navendeke sereke ya vî şerîye, destdayîna li ser Rojhilata Navîn tê wateya destdayîna li ser kilîta Cîhanê, ji ber ku çavkaniya enerjî, saman û dewlemendiya jêr û jor ya zemînê ye, her wiha navbeynkarê riyên bazerganî di nava parzemînan de ye, şerê dinavbera Israîl û Hemasê de tê meşandin, pareke ji şerê Cîhanê yê sêyemîne û ji nûve dîzayinkirina desthilatdarî û sîstema Rojhilata Navîne û serokwezîrê Israîlê Nitinyaho di destpêka şer de diyar kiribû  ku Rojhilata Navîn ya nû destpê kiriye, şerê Xezayê ji nûve hesabên Emerîka ku ketibû wê baweriyê de piştî lihevkirinên dinavbera Israîl û dewletên Erebî de bi rêve diçû, ku  wê Rêveberiya Rojhilata Navîn bi rêya Israîlê bike û xwe ji bo beramberiya bi Rûsiya û Çînê re vala bike. Lê belê vî şerî diyar kir ku destberdana ji Rojhilata Navîn destberdana ji serweriya li Cîhanê ye, lewra Nato bi hêzeke mezin berê xwe daye Rojhilata Navîn û bûye sedema metirsiyên Tirkîyê. Îran û tevgerên di çarçova wan de tevdigerin û bûye sedemeke ku Tirkiyê û Îran ketine metirsiya pêşketina doza kurdî û xweseriya demoqratîk di Bakur û Rojhilatî Sûriyê de û dinavbera wan de bi serkêşiya Rûsiya nêzîkatiyên li dij hebûna Nato- Emerîka di deverê de, çimkî  rewşa Rojhilata Navîn li pey şerê Xezayê  wê ber bi guhertinên cidî ve here. Bi şêweyekî  ji şêweyan wê doza Filestînê  çareser bikin, her wiha kirîza Sûriyê û mijara xwefirehkirina Îran di deverê de  û bi giranî doza kurdî, çarenûsa gelê kurd û pirojeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bikeve rojevê de, Rojhilata Navîn dê venegere beriya şerê Xezayê, ji ber ku Emerîka û Nato karibin desthilatdariya Rojhilata Navîn ya nû bikin û ne mumkune  pirojeyên aborî bidin pêş,  bêyî  çareserkirina doza kurdî,  Tirkiyê û Îran vê mijarê baş dizanin û di wê ferqê de ne lewra bi hemî hovîtiya xwe êrîşî  deskeftiyên kurdan dikin, bi kurtasî  li pey şerên giran çareserî jî  dikeve rojevê  de.

2-Siyaseta ku dewleta Tirk li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî dimeşîne û armanc êrişên li ser binesaziya herêmê?

Dewleta Tirkiyê  li jêr desthilatdariya AKP’ê de, li jêr durişma sifir pirsgirêk de, şaneyên ku dê doza kurdî di Bakurê Kurdistanê de jî  çareser bike nîşan dabû û ketibû  nava danûstendinan de. Bi tevgera azadiya kurdistanê re, serdemeke aştiyane bi rêve diçû û hêviyên mezin li ba gelê kurd û Tirk afirandibû ku îdî şer namîne, lê belê bi destpêkirina buhara gelan re, hişmendiya nijadperest û şofen a Tirkiyê xwe daye pêş û bi hevpeymana dinavbera AKP’ê-MHP’ê de xewna pêkanîna Osmaniya nûjen xwe daye pêş. Bi ketina Mursî li Misrê û destwerdana Rûsiya di Sûriyê de, li şûna pirojeya osmaniya nû, mîsaqa milî  ketiye rojevê de û mîsaqa milî tê wateya şer li himber gelê kurd di Rojava û Başûrê Kurdistanê de. Lewra di sala 2015’an de peymana dolme bexçe ya aştiyê bi Rêber Ocelan re binpê kirine û şerkî  vekirî li hember pirojeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevgera azadiyê li Bakur û Başûrê Kurdistanê daye pêş. Bi destkdayîna ji girûpên terorê re, yên ku  girêdayî Ixwan Elmuslimîn, DAIŞ’ê û Qaîde re û him jî bi destwerdana raste rast di Sûriyê de. Armanca sereke binpêkirina deskeftiyên xweseriya demoqratîk, dagirkirina Rojavayê Kurdistanê û ta bighêje Kerkûk û Mûsilê li Başûrê Kurdistanê. Lewra di vê derbarê de siyasetek pir alî daye meşandin, da  ku ji Rûsiya re diyar bike ku ew ji Nato dûr dikeve û têkiliyên berfireh pêre daniye û dagerkirina Efrîn di sala 2018’an  de bi dest xistiye. Her wiha Endamtiya xwe ya di Nato de istismar kiriye û xwe weke parêzvanê Nato li hember Rûsiya û Iranê nîşan daye û di sala 2019’an de bi biryareke çewit ji serokê  Emerîka Tiramp Serêkaniyê û Girê spî  dagir kiriye. Di milekî din de PDK’ê  li Başûr ku xwedî  bando re li ser Partiyên Siyasî di Rojavayê Kurdistanê de istismar kiriye  û dikarîbû  bi rê ya PDK’ê van partiyan li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar bîne û dorpêçkirineke giran li ser Rojavayê Kurdistan ferz bike. Her wiha ferzkirina ne aramiyeke herdem di Rojava de bi rêya êrîşên hewayî û topbaranê de, ku rê li ber koçber û derketina kirîzan veke û heta dawî piştgirî bi çeteyên DAIŞ’ê û girûpên şofen dike, ku xweseriya demoqratîk lawaz bike û vala derxîne. Her wiha êrîşên dema dawî li ser binesazî, kargeh, stasyonên elektirîkê û sivîlan, ev yek beşek ji berdewamiya têkbirina xweseriya demokratîk û pêkanîna mîsaqa miliye ku derfetên siyasî yên navnetewî û herêmî  jê re guncaw bin.

3-Çalakiyên Gêrîla yên di dema dawiyê di gelek rojnameyên Erebî de deng vedana wê çêbû. Dewleta Tirk di hundir de şikestinekî abûrî û leşkerî jiyan dike, bi taybet jî piştî binketina wê li hemberî Gerîlayên azadiyê wê rewşa Tirkiyê ber bi kûve biçe?

Ji roja li darketina peymana Lozanê  di sala 1923’an de  ku komara Tirkiyê hate avakirin li ser hesabê inkara gelê kurd  û  heta roja îro gelê Kurdistanê li himber vê neheqiyê têkoşiyaye û bi sedhezaran qurbanî daye. Lê belê dewleta Tirkiyê li şûna çareserkirina doza kurdî herdem qirkirin û şer daye pêş, hemû Şoreşên Kurdistanê di nava xwînê de hatine fetisandin. Lê belê ji sala 1984’an de, bi derketina partiya karkerên kurdistanê re, şoreşeke nûjen û xwedî fikir, îdyolojî, vîn û bawerî derketiye holê. Hemû hikûmetên li Tirkiyê hatin avakirin, nikarîbûn vê şoreşê vemrînin, tevî  ku di nava komployeke navnetewî de Rêber Apo ramanger û serokê şoreşê hatiye dîlkirin jî,  lê belê şoreş venemiriye û bi pêş de çûye. Bi hatina AKP’ê re di sala 2002’an de, li ser desthilatdariya Tirkiyê, di bin navê aştî, biratî û çareserkirina doza kurdî de, Tirkiyê siyaseta xapandin û bi demê lîstin daye pêş, bi armanca vala derxistina tevgera azadiyê û xwe avakirin,  xwe bihêzkirin û bidestxistina piştgiriya gelê kurd ji bo cîbicîkirina desthilatdariya xwe, lewra ji sala  2015’an de Tirkiyê ketibû wê baweriyê de ku dikare doza kurdî bi rêbazê leşgerî çareser bike. Anku bi qirkirinê û komkujiyên mezin li Bakurê Kurdistanê (Cizîrê, Nisêbîn, Amed )û gelek deverên din de pêkaniye, pêngavên leşgerî li pey hev bê navber li hember gêrîla li Başûrê Kurdistanê bi hemî teknîka xwe ya li pêş daye meşandin. Her wiha dergehên zindanan li ber rayedar, çalakvan û welatparêzên kurdistanê vekiriye, ku di encamê de Tirkiyê ragihandiye ku wan PKK’ê li Bakur tune kirine û li Başûrê Kurdistan çend kesayet mane û bi tenê li Bakur û Rojhilatî Sûriyê xwe bi rêxistin dikin û emê  dawiya wan jî  bînin. Lewra çalakiyên ku PKK’ê li Bakurê Kurdistanê dikin,  mîna çalakiya êrîşa fedayî  li ser navenda ewlehiya hundirîn li Enqera yê di sala 2023’an  de, demildeste Tirkiyê diyar kirin ku  kesên fedayî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine û gelek çalakî mîna wê kirine. Mebest ew bû ku Tirkiyê bêje doza kurdî li Bakur tuneye, Tirkiyê bi ewleye, lê belê ji derveyî sînor êrîşî me dibe, him xapandin ji raya giştî ya hundirîn re û him jî bê hêvîkirina gel li Bakurê Kurdistanê û di heman demê de paşguhkirina doza kurdî jî. Lewra çalakiya Gêrîla ya di vê heyvê de li hember baregehên leşgerî di çiyayên kurdistanê de û kuştina bi dehan leşgerên dagikeriya  Tirk, ne çalakiyên ji rêzê bûn, giraniya wê ne di jimara kuştiyan de bû  bi qasî  di mesac, dem û wateya wan de bû û mesac evbûn :

-Bi rêbazên leşgerî doza kurdî tune nabe û ne jî Gerîla tune dibe, Gerîla di her şert û mercan de dikarin tevbigerin  û derbeyên giran li leşgerên Tirk bidin.

-Siyaset û armancên Tirkiyê ku doza kurdî bike, dozeke terorî, ev yek vala hat derxist her wiha hat işkerekirin ku ewlehiya Tirkiyê ne di şerên ji derveyî sînor de ye, lê belê di çareserkirina doza kurdî de ye.

– paşguhkirina doza kurdî wê dergehên şerên giran li himber desthilatdariya Tirkiyê veke.

– Heger Tirkiyê aşîtiyê dixwaze çaresrî li Êmralê ye û heger bi rijdebe di rijandina xwînê de wê Tirkiyê ne cuda be ji bobelatan.

Di Tirkiyê de çalakiyên Gêrîla dergehê  pirsan li himber AKP’ê û MHP’ê vekirin û piropogenda AKP’ê û MHP’ê  ya nemana Gêrîla  û nepixandina asta serkeftinên xwe neyînî li wan vegeriya, lewra bi hovane êrîşî Bakur û Rojhilatê  Sûriyê kir, da ku li ser têkçûnên xwe binuximînin, çavên derdorê li ser xwe rakin û bala raya giştî kişand li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, da ku bidin xuyanî kirin ku wan toleke mezin ji tevgera azadiyê standin.

4- Nirxandina êrîşan, di milê siyasî, diblomasî, rêxistinî û civakî de û li beramberî van êrîşan pêwîste çi were kirin, da ku destkeftiyên Şoreşê pêne parastin û  serkeftin pêkwere?

Komara Tirkiyê di sala 1923’an de li ser bingehê tunekirina gelê kurd û Tirkkirina mirov, xweza, çand û dîroka Kurdistanê avabûye, bê guman avabûna komara Tirkiyê û bêpar hiştina gelê kurd ji azadiyê re dinava siyaseteke navdewletî de hatiye meşandin, an ku dewletên hegemon mîna Birîtaniya, Firensa, Îtaliya hwd. Li gorî berjewendî û ejendeyên xwe Rojhilata Navîn organîze kiribûn, beriya peymana Lozanê, peymana Sêverê hebû ku di sala 1920’an de,  ku tê de kurdistaneke ser bi xwe hebû lê di lozanê de hatiye redkirin, lewra Tirkiyê di fobiya avabûna dewleteke kurdî ji avabûnê de jiyan dike û lewra di destûr û siyaseta xwe de heta dawî kurd inkar kirine. Piştî avabûna Başûrê Kurdistanê weke herêmeke fedral di sala  2006’an de ku Tirkiyê ew bi gavekê bi nav kiriye, di sala  2012’an û şûn de li Rojavayê Kurdistanê  gavên avakirina herêmeke azad hatin avêtin, ku xweseriyeke demoqratîk encama vê gave bû, avabûna herêmeke azad di Rojavayê Kurdistanê  de, bi taybet li ser fikra Netewa Demoqratîk a ku ji ramanên Rêber Apo û dengvedana wê di Cîhanê de. Weke nimûneya qehremantî û  aktîvbûna di şerê DAIŞ’ê de, her wiha piştgiriya  navnetewî ya li himber DAIŞ’ê ji hêzên xweseriyê re wek; hêzên YPG’ê,YPJ’ê û QSD’ê re, Tirkîyê xistiye nava metirsiya avabûna herêmeke fedral di Rojavayê Kurdistanê de. Lewra fobiya ketina komara Tirkiyê û azadiya gelê Kurd di zihniyeta şofen û nijadperest a desthilatdariya Tirkiyê deye. Ji sala 2015’an û şûnde şerekî siyasî, leşgerî, diblomasî û taybet li himber xweseriya demoqratîk  daye meşandin û hîn jî ev şer berdewame. Di heman demê de bi riya siyaseta qirkirinê, koçberkirinê, tunekirina derfetên jiyanê di Rojavayê Kurdistanê de, di nava lihevkirinên bi dewletên Esîtana re wek; Rûsiya, Îran, Tirkiyê û sûriyê, bi rêya êrîşên hewayî û topbaranê re daye meşandin û tevaya armancên van êrîşan ku binesazî û bingehên jiyanî hedef digre ewe ku:

– Gelên Bakur û Rojhilatî Sûriyê  neçarî koçberiyê bibe.

– Gel li himber xweseriya demoqratîk derkeve.

-Li hevketinê dinava tevgerên siyasî yên kurd de derxe pêş.

– Zemînê amade bike ji dagerkirinê re, heger derfetên siyasî yên herêmî û navdewletî guncaw bin.

Weke li jorê jî me anîbû ziman parvekirin û rewşa heyî di Kurdistan û Rojhilata Navîn de girêdayî dewletên hegemon û ecendeyên wanin, di 1923’an  de di peymana Lozanê de nexşe û sîstema Rojhilata Navîn diyar kiribûn. Her wiha parvekirina Kurdistanê jî encamên wê bû. Lewra di demekê de ku Rojhilata Navîn bi giştî dinava guhertin û veguhertinan de ye pêwîste li ser hemî  qadên siyasî, leşgerî, diblomasî û navxweyî xebat werin kirin:

-Li dergehên hemî dewletên têkildar yên Navnetewî were xistin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê  bingeha têkbirina DAIŞ’ê bû û parastina tevahiya Cîhanê kiriye û pêwiste li vê herêmê û gelê wê  xwedîderkevin.

-Haydarbûna ji dek û dolabên Tirkiyê û Îranê ku bi hemî derfetan dixwazin piştgiriya Navnetewî û bi taybet ya kwalisyona navnetewî ya li hember DAIŞ’ê  ji xweseriya demoqratîk re  rawestînin.

-Bi hêzkirin û xurtkirina rêxistina hêzên Sûriya Demoqratîk.

-Xurtkirina  hundirîn ji aliyê  siyasî, civakî, îdyolojî, û aborî.

-Pakkirina Xweseriya Demoqratîk ji gendelîyê û ji nûve pergalkirina saziyan û bihêzkirina şerê li himber çete, sîxur û xizmetkarên dagirkeran.

-Yekkirina Xweseriya Demoqratîk û civakê  di nava şerê gelê şoreşgerî de.

Di dawiyê de, Rojhilata Navîn ya nû  dîzayinkirin û cihê qelsan di nav de dê tunebe û şêweyê nêzîkbûna li Xweseriya Demoqratîk û çarenûsa wê  dê  çarenûsa beşên din yê Kurdistanê jî  diyar bike, an ku kilîta çareseriyê ji Bakur û Rojhilatî sûriyê despê dibe.