Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” destpê kir

27/01/2024
in NÛÇE
A A
Qonaxa Seyemîn a Operaseyona “Mirovî û Ewlehî” destpê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/ Qamişlo

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê  destpêkirina Qonaxa Seyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehî”ya li Kampa Holê ragehand.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) qonaxa sêyemîn a operasyona “Mirovî û Ewlekariyê” li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampa Holê da destpê kirin.

Fermandariyê derbarê mijarê de li Kampa Holê ji bo raya giştî û çapemeniyê daxuyaniyek da.

Di daxuiyaniyê de hat gotin ku Rêveberiya Xweser û hêzên wê yên ewlekarî û leşkerî di salên borî de hemû barên têkildarî rêgirtina li ber zêdebûna metirsiya terorî li kampa Holê û kêmkirina hovîtiya çalakiyên terorîstî yên ku şaneyên DAIŞ`ê li dijî nişteciyên kampê pêk tînin, hilgirte ser milê xwe. Ruxmî kêmbûna asta baldariya hêzên navnetewî ku diviyabû bi berpirsyartiya xwe ya derbarê vê dosyaya xeter de rabin, pêk hat.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di dema derbasbûyî de, çeteyên DAIŞ`ê tevger, çalakî û şaneyên xwe di nava kampê de zêde kirin. Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî hikumeta Şamê de pêk hat. Lewma van çeteyan gelek çalakiyên tirsandin û kuştinê pêk anîn; her wiha zext li ser niştecihên kampê kirin û alîkariyên mirovî yên weke pêwîstiyên tendurustiyê şewitandin, nehiştin bi aramî bigihêjin hundirê kampê. Bi vî rengî hewl dan ku hawîrdoreke gûncav ji bo şaneyên terorî ava bikin, zêdetir zarokan beşdar bikin û bi riya jinên DAIŞ’î yên ku ji bo vejandina DAIŞ`ê roleke aktîf dileyîzin, zarokan li ser fikrên radîkal û tund perwerde bikin. Her wiha planên xwe yên revandin û derxistina tevlîheviyan di nava kampê de zêdetir kirin da ku ewlehiya kampê têk bibin. Li gel van kiryaran, gelek mikurhatinên şaneyên DAIŞ`ê ku di demên dawî de hatibûn girtin, piştrast dike ku çeteyan bi fermanên yekser ji serçeteyê xwe plan kirine ku ji derve bi rêka pêwendiya bi tevgerên şaneyên di hundir de êrîşî kampê bikin. Ji xwe hîn jî Kampa Holê weke hedefa sereke û amûra propagandaya DAIŞ`ê ye û di hemû weşanên xwe de vê bikar tîne. Lewre, weke berdewamiya têkoşîna me ya giranbiha û erkên me yên exalqî û mirovî ji bo pêşîlêgirtina li ber vê yekê, weke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a ku di pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) de beşdar dibe û bi piştgiriya hêzên Hevpeymana Navnetewî ya şerê li dijî DAIŞ`ê, em qonaxa seyemîn a operaseyona “Mirovî û Ewlehî” li Kampa Holê radigihînin. Ev operasyon wê endamên şaneyên DAIŞ`ê û zuhakirina dorhêlên wan, girtina kesên xirabkar ku di nav wan de berpirsên êrîşên terorîstî û hevkarên wan jî hene, her wiha kesên ku fikrên radîkal û tund di nava zarokan de belav dikin, hedef bigire. Weke hêzên operasyonê yên ku di salên dirêj ên têkoşînê de li hember terorê, bi hêz û disiplîna xwe, xwe îspat kiriye û di vî warî de me gelek bedel dane, em girêdana xwe ya bi qanûn û peymanên mafên mirovan, tekez dikin. Nemaze em girêdana xwe ya bi qanûnên ku mekanîzmaya ewlekariyê yên li hemberî jîngehên weke Kampa Holê ku şaneyên terorîst xwe tê de bi cih dikin û ji bo çalakiyên xwe bikar tînin, rêxistin dike, nû dikin. Ji xwe wê hêzên me hemû erkên ku dikeve ser milê wan ji operasyon û tedbîrên ewlehiyê yên bilez an jî demdirêj ji bo têkbirina xeteriya terorê li ser herêmê û gelê wê, pêk bîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.