Rojnameya Ronahî

‘Tirkiye li Asya Navîn piştgiriyê dide DAÎŞ’ê’

Navenda Nûçeyan

Salîh Muslim anî ziman ku dewleta Tirk li Asya Navîn piştgiriyê dide DAIŞ’ê û got, “Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê kengî bişewitîne. Divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn.”

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, liv û tevgera DAIŞ’ê ya li Rojhilata Navîn û herêmê zêde bû. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim li ser têkiliya dewleta Tirk û DAIŞ’ê axivî.

Salîh Muslim anî ziman ku dewlet DAIŞ’ê weke amûrekê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin û got, “Lê belê yek ji dewletên ku herî zêde DAIŞ’ê bi kar tîne Tirkiye ye. Tirkiyeyê ji bo armancên xwe, ji bo tunekirina gelê Kurd her tim DAIŞ’ê bi kar anî. Ji ber vê yekê DAIŞ’ê berda ser Kurdistanê. Li Şengal, Mexmûr, Hewlêr, Kobanê berê DAIŞ’ê da gelê Kurd. Li Kobanê şikest, li Dêrazorê serweriya xwe bi dawî bû, lê belê hîn jî DAIŞ’ê dide pêş. Îdeolojiya DAIŞ’ê bi hêsanî tune nabe. DAIŞ hîn jî li hin koşeyan heye. Dema ku pêwîstiyê pê dibînin dixin nava liv û tevgerê. Di dema destpêkê ya birêxistinkirina DAIŞ’ê de Tirkiyeyê mirovên xwe xist nava DAIŞ’ê. Yek ji wan jî Ebû Muslim Tirkmen bû. Yekî ji Til Eferê bû, alîkarê Bexdadî bû.

Tirkiyeyê li ser wî karên xwe dimeşand. Li Şengalê, li Rojava, li Sûriyeyê bi kar dianî. Mînaka herî şênber jî ew bû ku li Mûsilê Konsolosxaneya Tirk weke biryargeha DAIŞ’ê dihate bikaranîn. Têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re hîn bi dawî nebûye. Bêguman Tirkiye vê nîne ziman. Dibêje ku ew li dijî DAIŞ’ê têdikoşe, lê ev rast nîne. Di êrîşên dema dawî de yên li Îranê teqez tiliya Tirkiyeyê heye. Li Tirkiyeyê jî DAIŞ’ê li dijî gelê Kurd bi kar tîne. Li Rojava jî hîn DAIŞ’ê birêxistin dike. DAIŞ’iyên hatin girtin li vê yekê mikur hatin. Di êrîşa dawî ya li ser Xiwêranê de têkiliya DAIŞ-Tirkiyeyê bi belgeyî hate ispatkirin. Tê zanîn ku ji ku bi rê ketin, amûrên leşkerî çawa bi dest xistin. Îstîxbarata Tirkiyeyê yekser di nav de bû. Welatê ku xwedî li DAIŞ’ê derdikeve, xwedî dike û ji bo armancên xwe bi kar tîne Tirkiye ye. Heta ku piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê bi dawî nebe, metirsiya DAIŞ’ê jî bi dawî nabe.”

Tirkiyê heyanî îro jî DAIŞ’ê bikar tîne

Salîh Muslim anî ziman ku piraniya DAIŞ’iyên êrîşî Rojava kirin ji Tacîkistan, Kazakistan, Efganistanê bûn û wiha dewam kir, “Lewma ev yek nîşan dide ku Tirkiye têkildarî Asya Navîn xwedî planan e. Planên xwe hene ku li Asya Navîn belav bibe û berfireh bibe. Bi vî rengî dixwaze li vê herêmê tevlîheviyê bike. Li vir jî Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ’ê, xwedî lê derdikeve. Dibe ku weke DAIŞ-Xorasan bê pênasekirin, lê belê bi piştgiriya Tirkiyeyê ye.”

Salîh Muslim ragihand ku cihekî siya DAIŞ’ê hebe li wir aramî nabe û got, “DAIŞ krîz û kaosê diafirîne. Dibe sedema mirina mirovan, şerê navxweyî kûr dike. Li cihê ku DAIŞ lê hebe timî paşketin heye. Çalakbûna DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn xetere ye. Ev tê wê wateyê ku rojên tarî wê dirêj bibin. Tirkiye DAIŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û şantajê li welatên Ewropayê dike. Hebûna DAIŞ’ê li welatekî bi taybetî jî li Rojhilata Navîn ji bo gelan hemûyan, ji bo gelên cîhanê metirsî ye. Di têkoşîna me de ya li dijî DAIŞ’ê em timî ji koalîsyona navneteweyî re dibêjin, ku ‘eger hûn dixwazin xetereya DAIŞ’ê ji holê rakin, hingî divê hûn pêşî li piştevanên DAIŞ’ê bigirin, yên ku alîkariya çekan, malî û perwerdeyê bi DAIŞ’ê re dikin divê hûn asteng bikin’. Lê belê ev hêz li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin û tevî ku zanin piştevanê DAIŞ’ê Tirkiye bi xwe ye, Tirkiyeyê ji nedîtî ve tên.”

Divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn

Hevserokê PYD’ê got, “Welatên Ewropa, Rûsya û Emerîka zanin ku Tirkiye yekser piştgiriyê dide DAIŞ’ê. Mikurhatinên DAIŞ’iyên li van welatan hatin girtin jî bi têra xwe têrker bûn. Li xwe mikur hatin bê çawa di ser Tirkiyeyê re derbasî Rojava bûn û têkiliya bi Tirkiyeyê re nîşan dan. Tevî vê yekê jî li hemberî dewleta Tirk bêdeng dimînin. Bêdengî ispata têkiliyên li gorî berjewendiyên cuda ne. Di çarçoveya berjewendiyên aborî de çav ji hev re digirin. Dibe ku ji Tirkiyeyê re gotibin, bila di bin kontrola te de be, nêzî welatê me nebe, tu Kurdan, Ermenan qetil dike bike; dibe ku şertekî bi vî rengî jî danîbin.

Dibe ku di têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re berjewendiyên welatên cuda hene. Ji xwe Tirkiye DAIŞ’ê li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Li Kurdistanê Huda Par a ku piştgiriya wê dikin, DAIŞ bi xwe ye. Huda Par jî DAIŞ a Kurdan e. Li her devera ku siya Tirkiyeyê heye çeteyên DAIŞ’ê hene. Başûrê Kurdistanê jî bi DAIŞ’ê tijî kir. Hikumeta Iraqê bila deverên ku Tirkiye lê ye lêkolîn bike, wê bibîne ku piraniya wan DAIŞ’î ne. Yanî di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de têkiliyeke organîk heye. Bêdengiya li hemberî têkiliyên DAIŞ û Tirkiyeyê tê wateya lîstina bi agir. Ne diyar e bê agir li ku derê û kengî bişewitîne. Yanî divê sînorek ji Tirkiyeyê re bê danîn.”

Di dawiya axaftina xwe de Salîh Muslim got, “Bi destê DAIŞ’ê li dijî gelan komkujî û qirkirin tê kirin. Dibe ku Tirkiye ji hin welatan re dibêje ku ew DAIŞ’ê li dijî Kurdan bi kar tîne, lê ev rast nîne. Mesele ne tenê ev e. DAIŞ ji bo tevahiya gelan xetere ye. Eger Tirkiye ji bo armancên xwe DAIŞ’ê ji nû ve çalak bike, çawa ku beriya niha li Fransa, Hollanda, Elmanya û Îngilistanê teqîn çêbûn, ev rewş wê DAIŞ’ê ji nû ve geş bike. DAIŞ mîna gogek ji agir e. Hêviya me ew e ku her kes vê rastiyê bibîne û van lîstikên qirêj ên Tirkiyeyê asteng bikin.”