Duyemîn kampa koçberên Efrînê li Şehbayê, kampa Serdem e. Ev kamp li gundê Til Sosînê, di navbera taxa Ehdas û gundê Til Qirah de li ser deşteke bi qasî 11 Hiktaran berfirehe ji sê mehan ve cih digire. Di kampa Serdem de 720 kon hatine venandin. Hejmara malbatên nişteciyên kampê jî 707 in. Ango 2946 mirov in ku jê; zarokên di bin du saliyê de 300, ji 2 heya 6 saliyê 344, ji 6 heya 12 saliyê 499, ji 12 heya 20 saliyê 351 û ji 20 salan û jor de 137 in. Ji vê jimara nişteciyên kampê 688 jin û 627 mêrên zewicî hene.
SEDEMÊN AVAKIRINA KAMPÊ
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kampa Serdem Idrîs Weqas destpêkê de sedemên avakirina kampê ji rojnameya me re vegot û ev tişt anî ziman: Piştî êrişên qirker ên dewleta Tirkiyê û çeteyên wê li ser Kantona Efrînê, gelê me mecbûrî koçberiya ber bi kantona Şehbayê ve dibe. Herêmên Şehbayê ku li ser destê çeteyên DAIŞ hatibûn rûxandin û talankirin, bi rûpîvana xwe ya heyî têrî hejmara şêniyên Efrînê ne dikir. Aliyê girîng jî ew bû ku; gelê Efrînê xwediyê vîna veger û rizgarkirinê bû û ne dixwest li dûrî Efrînê li ti cihekî din bijî. Di serencamê de, bi desteka Rêveberiyên Xweser û ên Sivîl li Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê Kampa Serdem hat avakirin.
SAZÎ Û RÊVEBERÎ
Weqas derbarê aliyên avakirin û rêveberiyê de ev agahî parve kir: Kampa Serdem di aliyê avakirinê de ji çend laperan (Kutleyan) pêk tê. Her laperk bi qasî 100×100 M çar goşe ye. Ji bo her yekê jî destşo, avdestxane û banyoyên taybet hatine avakirin. Di her laperekê de 68 kon hene. Weqas destnîşan dike ji bo birêvebirina jiyanê 11 komînên ji çar komîteyên lihevanîna civakî, tendirustî, ewlekarî û xizmetguzariyê pêk tên, hatine damezirandin. Li kêleka van komîteyan saziyên Jin, Ciwan, Çand û Huner, Perwerde, Yekîtiya Êzîdiyan, Heyva Sor a Kurdî hene.
PERWERDE
Li kampa Serdem bi desteka KPC-Demokratîk dibistanek ji 12 refan hatiye avakirin. Di dibistanê de 280 şagirtên seretayî ders dibin. Beşek ji şagirtên astên navîn û amadeyî li derveyî kampê, li dibistanên gundên derdor xwendina xwe dibînin.
XIZMETGUZARÎ
Destpêkê de xizmetguzarî bi destê mirovên bi tecrube û dildar dihate kirin. Piştî demek kin Şaredariyên Efrîn û Şehbayê mudexele kirin û tiştên pêwîst (valêrên ava vexwarinê, cineratorên ceyranê, destşo, avdestxane, banyo,…hwd) di kampê de ava kirin. Weqas tekez dike ku ji ber kêm derfetiyan û rewşa dorpêçê hîna jî kamp bi hewceyî avahiyên xizmetguzariyê ye. Weqas destnîşan kir ku bi desteka gelên Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyê alîkariyên (xwarin, vexwarin, nivîn, firaq, madeyên paqijî û tendirustiyê,…hwd) li şêniyên kampê tên belavkirin. Li gorî wê jî li kampa Serdem her 15 rojan qifikek ji 10-15 made û pêdiviyên rojane pêk tê û mehê carekê sebze tên belavkirin.
TENDIRUSTÎ
Weqas di vî alî de tekez dike ku li Kampa Serdem xizmeta tubî tenê Heyva Sor a Kurdî li gorî îmkanên xwe pêşkêş dike. Derbarê textorên tên kampê de ev agahî da: Li gorî bernameyek taybet carinan textorên “nexweşiyên hundirîn, çerm, poz û guh, çav û nexweşiyên jinan” serdana kampê dikin. Kamp û tevahî Şehba bi awayekî lezgîn hewceyî alav û amûrên tubî, derman û textorên pispor ên mîna “dil, şekir, wêran, damar û reh, tansyon, penceşêr, şewitandin…hwd” ne. Weqas bal kişand ser kesên ku di encama van kêmderfetiyên tubî û dorpêça bi zanebûn a rejîma Sûriyê de jiyan xwe ji dest didin û got: Mixabin gelek şêniyên Efrînê ji ber van sedeman li Şehbayê jiyana xwe ji dest didin. Di kampa Serdem de gelek mirovên xwedî nexweşiyên giran ên bi hewceyî alîkariya taybet hene. Şîrê zarokan bi zorê tê dabînkirin. Ji bo zarokên yek salî û jor de şîr nayê peydakirin.
PROJE
Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kampa Serdem Idrîs Weqas derbarê peydakirina derfet û firsandên kar ji şêniyên kampê re got: Li kampê sûkek ji 63 dikanên ku zêdeyî 150 mirovî dişuxilîne heye. Armanc xebitandin û peydakirina firsendên kar ji şêniyên kampê re ye. Weqas dibêje: Heya ji me tê em hewl didin derfetên kar li derveyî kampê jî dabîn bikin.
SEKNA GELÊ EFRÎNÊ
Ji ber ku gelê Efrînê gelekî birêxistinkirî ye, 58 rojan li hemberî hovtirîn şêweyên dagirkeriyê li ber xwe da. Îroj bi sekna xwe ya di mewziya duyemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de li Şehbayê jî xwedî vîna azad a jiyana bi rûmet e. Bi mayîna xwe ya li Şehbayê, tevî hemû zor, zehmetî, belengazî, şert û mercên dijawar ên jiyanê, îsbat dike ku; xwediyê îradeya serkeftî ya berxwedanê ye.
EM Ê EFRÎNÊ RIZGAR BIKIN
Hevserokê
Meclîsa Rêveber a Kampa Serdem derbarê hewldanên teslîmgirtina vîna gelê Efrînê de got: Gelek aliyên ku şirîkê dagirkeriya Efrînê bûn, hewl dan li Şehbayê jî derûniya gelê me xira bikin. Texmîn dikirin wê karibin vîna gelê me li vir têk bibin. Lê qet ne dihat bîra wan ku gelê Efrînê gelekî bi hezaran sal nişteciyê vê axê ye. Gelekî welatparêz xwediyê bi hezaran şehîdan e. Dibe ku bikeve, lê dereng namîne serî hil dide. Gelê Efrînê bi sekna xwe ya dilêr a li Kampa Serdem dibêje: Em axê jî bixwin, em serî natewînin. Em ê Efrînê rizgar bikin.
Idrîs HENAN






