Rojnameya Ronahî

Teşegirtina nasnameya mirov û civakê

Rohat Bulut

Pênaseya her jîndar û heyînekê li gorî taybetmendiyê wî/wê tê kirin. Ew taybetmendî di bingeha xwe de dibe nasnameya hebûnê. Heyînek an jî zindîwareke bê nasname tune ye. Bêguman ev ji bo me mirovan zêdetir şênber dibe û tê gotin. Em (mirov) jî wekî heyîneke civakî xwedî nasname ne û ev nasname me ji jîndarên din cuda dike.

Ya ku hebûna me ji jîndarên din cudatir dike ramanê me ye. Lewre ew raman dihêle ku li gel nasnameya xwe ya mirovî em ji xwe re di ser çand, ziman, bawer û erdnîgariyê de nasnameyek etnîkî yanî neteweyî jî ava bikin.  Belê em mirov heke bi taybetmendiyên xwe yên giştî bên nirxandin watedar dibin. Heke taybetmeniyekê bi xwe jî em ji nedîtî ve werin an jî hewilbidin tune bikin dê ew heyîna me jî wateya xwe winda bike.  Di vî warî de divê hemû ravekirin bi heyîna giştî re bên kirin da ku bi wate bibe. Bi gotineke din, divê hemû ravekirin heyîna giştî ya mirov îfade bike.

Heke em nasnameya mirov û civikî binirxînin divê em berfirehî li ser rawestin. Li vir, nasname hemû taybetmendiyên kes ku bi demê re, bi potansiyela wî/wê re diguhezin an sabît dimînin, vedibêje. Li gel vê yekê, ji bo ku ji aliyên cûrbecûr ve vekolînek çêbibe hin cûdahiyên çêkirî jî gengaz e. Mînak, analîzkirina aliyên madî û manewî. Herdu alî  jî di pêkhatina nasnameya miro û civakê de gelekî girîng e. Mirov bi hebûna xwe ya madî û manewî heye. Lewre jî nirxandina nasnameya mirov û civakê bi taybetî di vê çarçoveyê de gelekî girîng e.

Di vî warî de dema ku nasnameya mirov bê nirxandin, heta ku ji dest tê divê mirov bi giştî li ber çavan bigire û binirxîn e. Dema lêkolîna hêmanekê tê kirin ku em hêmaneke din tune bihesibînin, dê ev bandora li hev a bi hev re jiyînê û hebûna bi hev re asteng bike. Di vî warî de dema ku li ser mijara nasnameyê lêkolîn tê kirin, ji potansiyela biyolojîk a mirov bigire heta bijartiya wî, hemû hêmanên ku em dikarin lê binêrin, li ber çavan tê girtin.

Dibe ku gelek caran em zêde ne di ferqa wê nasnameya xwe ya me temsîl dike de ne. Lê nasnameyek wiha bi hêsanî çê nabe. Gelek zor û zehmetiyên wê yên ku rû bi rû dimîn e heye. Wekî tov an jî dendikekê ku li erdnîgariyekê tê çandin û wekî dareke fêkiyê mezin dibe, teşe digire, mirov jî bi hilberîna xwe ya zanistî, di pêkhateya civakî de teşe digire. Bi hêsanî ev pêvajo bi ser nakeve. Ev jî di heman demê de nêrîna civaknasiya zanînê ya li heqîqetê ye. Ji ber vê yekê nasname bi hemû hêmanên mirovî re weke berhemeke pêkhateya civakî tê dîtin.

Bi gotineke din li ser mijarê, em nasnameyê di pêvajoya civakbûyînê de û zanînên li ser hilberîn û fêrbûnên ku ji aliyê civakê ve pêş ketine dihesibînin.  Ev mijareke rasterast a sosyolojiya zanînê ye.  Ji ber ku sosyolojiya zanînê têkiliya di navbera zanîn û pêkhateya civakê de dinirxîne, dê bersivên gelek pirsên li ser mirov û pêkhatina nasnameya mirov-civakî jî bide. Lê ya rast ew e ku mirov bi xwe hêmayên nasnameyekê ye û civak jî nasnameya mirov e. Mirov, çiqasî nirx û pîvanên civakî piparêze û pêş bixe dê nasnameya mirov û civakê heyînek qewîn ava bike.  Divê em mînaka rastiya civakî, nasnameyên hevpar û etnîkî ku çawa û di bin bandora kîjan hêzên civakî de derdikevin holê baş bibînin û li gorî wê nîzîkatiyekê rave bikin.