Endamên Koma Dengê Jinên Azad anîn ziman ku çand û hûner bi destê jinê hatiye avakirin û diyar kirin ku ger çand û hûner tune be jin jî tune ne.
Endamên Koma Dengê Jinên Azad rola jinê di qada çand û hunerê de vegotin û diyar kirin ku jin ji dîrokê û heta niha afrînerên hunerê ne.
HUNER BI JIYANÊ TÊ AVA KIRIN
Hûnermenda Koma Dengên Jinên Azad Sema Ozel Asî, anî ziman ku çand û hûner tim bi heve girêdayî ne û diyar kir ku mirov nikare çand û hûnerê ji hev veqetîne. Sema, diyar kir ku çand û hûner ji bo jinan gelek girîng e û wiha got: “Çand û hûnerê bandoreke mezin li ser jinê kiriye. Ji ber ku hûner jin e. Ji ber huner estetîk e xwezaya wê jin e. Dema jinek dibe dayik ji zarokên xwe re lorikan dilorîne, stranan dibêje. Bi vî awayî çand û hûner pêş dikeve. Her wiha hûner di xwezaya jinê de pêş dikeve. Çand û hûner bi xwe ava nebûye. Hûner tim di nava jiyana jinê de hatiye avakirin. Dema ku em dibêjin çand ev jî di nava jiyana jinê de heye. Ji ber ku jin dema diçûn çandiniyê û aletên ku bi kar dianîn hemû pênaseya çandê bûn. Di dema niha de dema ku em wekî jin bi hûnerê eleqeder dibin em bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin.”
Sema, di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku dema xebatên çand û hûnerê dimeşînin bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin, lê ew têdikoşin û ev tişt got: “Mirov dikare ji dîrokê jî minaka jinên têkoşer yên wekî Eyşe Şan, Meyrem Xan mînak bide. Di dirokê de ji bo hûner hinek bê ziman gelek xebat hatin kirin û di dema van xebatan de jî pirsgirêk hatin jiyîn. Lewra jî di çand û hûnerê de cih û şopa jinê hîn heye û winda nebûye. Em ê nehêlin ku winda bibe. Dema ku mirov xwedî çanda xwe dernekeve mirov asîmîle dibe. Banga min ji jin û ciwanan re ew e ku xwedî çanda xwe derkevin.”
JIN BI STRANAN XWE AZAD HÎS DIKIN
Hûnermenda Koma Dengê Jinên Azad Kudret Uçuk jî da zanîn ku dema jin hûnerê ava dike bi hêstên xwe çêdike û wiha got: “Jin di çandê de azadî û cuda bûna xwe dibîne. Hûner tiştekî gelek mezin e. Çand û hûner ji gelek beşan pêk tê. Jin dema stranan dibêjin xwe azad hîs dikin û dibînin ku hûner û çand tiştekî çawa mezin e. Rihê jinê bi stranan derdikeve holê. Ji ber ku jin dema stranan dibêjin êş, kêfxweşî û hebûna xwe tînin ziman. Nêzîkî 3-4 sal in li dijî çanda kurd êrîşên gelek dijwar tên kirin. Ji ber van êrîşan gelek saziyên me yên çandê hatin girtin û ji ber vê jî xebatên me ne wek berê dimeşin. Lê li aliyekî jî divê em zû dev ji têkoşînê bernedin û heta dawiyê xwedî çanda xwe derkevin.”
Kudret, bi lêv kir ku çand û hûner tim girêdayî jinê ye û ev tişt got: “Jin di hêla jiyanê, xebatê de di pergala baviksalar de, pirgirsgirêkan dijî. Ji ber vê divê em li hember van tiştan serî rakin û jî hêla hûnerê de xebatên xwe berdewam bikin. Em bawer dikin ku têkoşîna jinê wê îro jî berdewam bike. Em ê çand û hûnerê di pêşerojê de diyariyî zarokan bikin. Çand û huner hebûn û pêşeroja me ye. Bi taybetî jî jinên ciwan divê xwedî hûnerê derkevin û ji civakê re bibin mînak.”






