Rojnameya Ronahî

  Bêdengiya cîhanê rê li ber kuştina kurdan vedike

Ebûdê Mexso

Ev ne qedere ta ku mirov rûpelên vê qederê biqetîne, hûrhûr bike û li ber ba û bahozên bêbextiyê bidêre. Zana û nezan jî zanin kuştina kurdan pîlaneke zor e bi destê xwînmijên civakê pêk tê. Li vê cîhana qaşo demokrat, aştîxwaz û berfireh komkujî û mirina bi balafiran, tang û topan, li daristan û deryayan bûne xwarina devê masiyên mezin, bi her şîwazî dimirin, lê dîsa jî cîhana bêbext xwe kor, lal û  bêdeng dike.

Di dîrokê de, berî sed salan bi dehan komkujî pêk hatine, lê ne bi seyr û mezinbûna komkujiyên ku li ser kurdan pêkhatine. Ev mirin berî hezarê salan pêkhatiye û heta vê gavê jî pêk tê. Welatê kurdan parçe kirin, bi saxî ew şewitandin, çekên qedexekirî li wan barandin, ew dewletên desthilatdar kurdan wekî mirovên ji rêjeya duyemîn û sêyemîn dîtin. Bi bêbextî û pîlanan ew kirin kol e ji xwe re. Êrişî çand, huner û kelepora wan kirin. Peyv, stran, çîrok û wêjeya kurdî gunehekî mezinbû, lewra mişextî, kuştin û zindan li benda kurdan bû.

Piştî şerê cîhanê yê yekemîn pirisgirêkên hêzên desthilatdar eşkerebûn. Gelek derî  hatin girtin û hilweşiyan û gelek derî vebûn û bûne kurtêlxurên hêzên serdest. Mîna peymana Saykis Bîko. Di nav vê xirecira cîhanê de kurdan xwe bi hêz û rêxistin kirin û bi ber meydana hebûnê ve çûn. Neqişa hinek welatan di Rojhilata navîn de li gorî bercewendiyên wan hêzan hatin guhertin û peymana sîver ji bo kurdan di wê demê de gaveke pîroz û baş bû. Lê lîskên li paş perdê û di odeyên reş de mîna bendên peymana Qahira û Lozanê li ser tunekirina kurdan hatin meydanê û pêk jî hat. Dîsa di bazarên li ser xwîna kurdan  de lihev kirin, bi erzanî kurd û welatê wan firotin hev. Ji xwe em para kurdên bêbext û xwefiroş ji bîr nakin. Dewleta Tirk piştî van peyman û komkujiya ermeniyan gelek êl û hozên kurdan koçber kirin, ev jî şêwazekî nû bû ji mirina kurdan re. Li Enqerê û derdora wê bi cî kirin. Lewma navê kurdên serîhildan kirin eşqiya û tirkên çiya. Li Sûriyê jî ev pîlan di salên 1960’î heta 1970’ê de pêk hat. Li başûrê Kurdistanê cînosaydeke berfireh bi çekên kîmawî û enfalan pêk anîn. Bi vî rengî mînakên mirina kurdan pirin, lewra bi dehan serhildan rabûn mîna şêx Seîdê Pîranî, Ihsan Nûrî Paşa, Seyid Riza. Lê li hember van qirkirinên ku mîna pelên darê zivistanê diweşiyan û dimirin di çiya û şikeftan de hebûna xwe parastin. Îro jî piştî destkeftiyên bi saya xwîna keç û xortan û gelê berxwedêr di Rojava de mayînde bûye, dîsa dewleta tirk ew şêwazên mirinê  pêk tîne û berdewam dike. Bi şewata bîrên Sotemeniyê, Eletirîk, Nexweşxane,çapxane… bi giştî jêrxane û binesaziyên gel şewitandin. Bersivdana li hember van şêwazên mirinê xwendin, hevgirtin, vîn, rêxistin, bîr û bawerî, girêdana bi xakê û piştgiriya hêzên leşkerî ji her milî de xebat, kar û tevgereke bê sekin û hedan girînge û wê bersiva herî rast be.