Ayşa Silêman/Qamişlo
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12’ê Berfanbara 2023’an Hevpeymaneke Civakî ku ji 134 madeyan pêk tê, erê kir. Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferîd Etê diyar kir ku Hevpeymana Civakî yek ji destkeftiyên gelên herêmê ye û mafên hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mîsoger dike.
Li gorî pêvajoya heyî û destkeftiyên ku bi hevgirtina gelên herêmê hatiye bidestxistin Rêveberiya Xweser pêwîstî bi çêkirina Hevpeymanek Civakî dît. Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn Kurd, Ereb, Aşûr, Suryan, Ermen, Kildan, Çaçan û Êzidî. Hevpeymana Civakî ji bo parastina mafê her pêkhateyê derbasî qonaxa herî girîng bû.
Di 12’ê Berfanbara 2023’an de, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hevpeymana Civakî ku ji 134 madeyan pêk tê erê kir. Ragihandina hevpeymana civakî di qonaxeke ewqas girîng de serkeftineke ji bo gelên herêma bakur û rojhilatê Sûriyê bû.
Di derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê ji Rojnameya me re axivî.
Ferîd Etê derbarê girîngiya Hevpeymana Civakî de wiha got: “Ji bo reşnivîsa Hevpeymana Civakî komîte hat amadekirin, ev komîte ji 158 kesan pêk hat, komîte ji tevahî beşên civakê bûn wek; partiyên siyasî, rêxistinên sivîlan, Rêveberiya Xweser, Sazî û tevgerên jin û ciwanan û bi vî awayî kar û xebat ji bo reşnivîsa hevpeymana civakî dest pê kirin. Sedema rewşa heyî karê komîteyê demekî hat rawestandin, lê carek din karê xwe berdewam kirin û hevpeyman bidwaî kirin, piştî bidawîkirinê niqaşên berfireh li ser hat kirin, ji bo hemû beşên civakê nêrîn li ser Hevpeyma Civakî careke din hatin girtin. Di 7’ê berfanbara 2023’an de 4 rojan bi berfirehî nêrînên gel hatin girtin, nîqaşkirin û sererastkirin, herwiha tiştên pêwîst carek din li reşnivîsê hatin zêde kirin û di 12’ê berfanbara 2023’an de Hevpeymana Civakî hat erêkirin, piştî erêkirina hevpeymanê xalên ku di hevpeymanê de hatîn erêkirin li ser rêgez, azadî, maf û sîstema civakî pêk werin û li ser vî esasî kar û xebat hatin kirin.”
Madeya 7’ an ya Hevpeymana Civakî
Etê da zanîn ku zimanê mirov nasnameya mirov e û wiha got: “Zimanê Kurdî, Erebî, û Siryanî, li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, zimanê fermî ne, girîngiya vê madeyê ku her beşekî civakê bi zimanê xwe kar û xebat bide meşandin û xwendina xwe bike, her wiha wê gel bi riya zimanê xwe çanda xwe pêşbixe, di heman demê de her pêkhateyek wê perwerdeya xwe bi zimanê xwe bibe, li ser vî esasî ziman wekhevin , ev gaveke dîrokî ye ku em karibin çanda herêman ya ku her kes bi zimanê xwe bixwîne vegerînin, piştî 2014’an heta roja îro bi tevahî serxwebûna zimanan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zengîniyek daye, ji ber ku di civakê de her kes bi zimanê xwe biaxive û bixwîne ev bi xwe esasê demokrasiyê ye, heta ku ziman serbest nebe demokrasî ava nabe.”
Madeya 12’an ya Hevpeymana Civakî
Etê diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêre civaka birêxistinkirî ya demokratîk û mirovê azad û wiha domand: “Rêxistinên xwecihî yên gelan, kom û pêkhateyan jî li gorî rêgeza demokrasiyê yekser ji xwe re bingeh dibîne, ji ber ku civaka ne birêxistinkirî û ne demokrasî wê civakeke tevlîhev be, lê ya birêxistinkirî û demokrasî dikare xwe îfade bike, berjewendiyên xwe pêk bîne û xwe biparêz e, mirov wê di wê civakê de azad be jî, ji ber wê bi bawerî û bê fişar dikare kar û xebatên xwe bike û wiha got: “Her netewek xwe li gor rêxistina xwe di civakê de karê xwe bike, wek rêxistina gelên aşûrî, sûryanî, Kurdî, Erebî bi riya vê yekê kelem li pêşiya demokratiyê çênabe, ji ber ku demokrasî ji beşê civakê yê piçûk dest pê dike, ev rêxistin gava tên avakirin dibin bingehê demokrasiyê, her wiha Rêverberiya Xweser divê were bi rêxistinkirin li ser sîstemekî civakî, bi rêya vê sîstemê mirov çawa dikare bi azadî jiyan bike, di heman demê de jî biberferehî di Hevpeymana Civakî de ev sîstem hatiye diyarkirin ku wê çawa komîn û meclis werin avakirin û birêxistin kirin.”
Madeya 27’an ya Hevpeymana Civakî
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em karibin sîstema civaka xwezayî biparêzin û zirarê neghênin xwezayê, parastina jiyan û sîstema ekolojîk erka her welatî, civak, rêxistin û saziyan ne, di van demên dawî de encama sîstema kapîtalîzm ya cîhanî û pêşxistinên ku di aliyê têknolojiya de çêbûne, gelek zirar gihand ekolojiyê, her wiha di hundirê vê ekolojiyê de mirov û lawir jî jiyan dikin, ji ber vê yekê erkê her welatiyekî ye parastina ekolojiyê bike, da ku civak bêtir saxlem bijî bê nexweşî, di heman demê de hemû saziyên Rêveberiya Xweser jî erkek ji erkê waye ku parastina vê ekolojiyê bikin, ji ber ku parastina xwezayê parastina mirovan bi xwe ye û parastina mirovan jî parastina xwezayê ye, girêdanek dinav bera wan de heye, ji ber vê yekê parastina xwezayê bû xaleke sereke di hevpeymana Civakî de.”