Rojnameya Ronahî

Zelal Zagros Têkoşîneke bê sînor da meşandin

Ronaz Silêman/Qamişlo

 Zelal Zagros ku salên dûr û dirêj ji bo azadî û rêxistinkirina jinan xebat dan meşandin, xebatên xwe di Rojava de sînordar nehiştin, bi kedeke mezin tecrbûyên xwe derbasî beşên din yên Kurdistanê jî kir û hewil da têkoşîn û rêxistibûyîna jinan bighîne lûtkeyê.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku li serê mirovahiyê bûye bela, komkujî û polîtîkayên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd bê navber didomîne. Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê têkoşerên jin yên kurd  Sakîne Canisiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan li ser destê Mîta Tirk hatin qetilkirin, herwiha piştî vê komkujiyê bi 10 salan careke din Têkoşerên kurd li Parîsê rastî komkujiyê hatin û kujer dîsa MÎTa Tirk bû. Li ku derê jina kurd têkoşînê dide meşandin, faşîsta Tirk êriş dike.

Di berdewamiya qetilkirina pêşeng û têkoşerên jin yên kurd, vê carê di 18’ê Çileya 2024’an de siyasetmedar û têkoşera kurd Firyal Xalid ( Zelal Zagros) li Kerkûkê hate qatilkirin. Bi 10’an şoreşger, siyasetmedar û aktîvîstên jin li Ewropa, Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê hatin qetilkirin. Dewleta Tirk ji bo asta têkoşînê ya jinên Kurd lawaz bike jinên pêşeng û azadîxwaz dike hedef, vê yekê jî bi hevkariya PDK`ê pêk tîne. Lê her êriş û komkujî li ser jinan pêk tên îradeya jinên Kurd xurt dibe, biryardaniya ji bo tevlîbûna li nava refên têkoşîna şoreşgerî hîn mezin dibe.

Zelal têkoşîna xwe sînordar nehiştin

Siyastmedar û şoreşgera kurd Zelal Zagros bi nav (Feryal Xalid) di sala 1975’an de li Amûdê hatiye dinê. Malbata Feryal xwedî mîraseke mezin a têkoşînê ye. Feryal Xalid di salên 1990’î de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kiriye û di sala 1993’yan beşdarî tevgera azadiyê bûye. Ji vê dîrokê ve di gelek qadan de bi awayekî serkeftî kar û xebat daye meşandin. Di van 31 salên xwe yên têkoşînê de di serî de li Rojava, Ermenistan û Şamê, ne tenê ji bo jin û gelê Kurd, ji bo tevahî jin û gelên bindest kar û xebat daye meşandin. Bi taybet li Bakur, Başûr, Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî xurt kar û xebatên rêxistina jinan û gelê heremê kiriye û li van deran kedeke bêhempa daye. Feryal piştî ku di lêgerîna li tiştên li derdora xwe û Kurdistanê diqewimin de gihişt wê qenaetê ku rêya xilasiyê di şopandina têkoşîna tevgera rizgariyê de ye. Herwiha di 15`ê Tebaxa 1995`an de ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîneke bêhempa meşand û bi lêhûrbûna li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîna xwe ya azadiya jinan bi pêş xist. Zelal Zagros ji bo di nav jinên Ereb, Suryan, Kurd û Êzidî de Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser bide rûniştandin, li ser bingeha wekhevî û azadiyê, avakirina civaka exlaqî û polîtîk bi roleke gelekî girîng rabûye. Tecrubeyên xwe yên rêxistin û hevgirtina jinan bi Rojava re sînordar nehiştin, herî dawiyê ji bo hevgirtinekê bi têkoşîna jinên li Başûrê Kurdistanê yên her roj di encama polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker de li Kerkûk, Silêmanî û Hewlerê tên qetilkirin, hevgirtinekê çêke çûbû Kerkûkê.

Zelal fikir û hişmendiya azadiyê di dilê xwe de mezin kir

Zelal 15 salan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Piştre çû Ermenistanê, ji bo ku doza Kurd û Kurdistanê bide nasandin. Şehîd Zelal di 8 salan de karî kesayeta jinên Kurd a fermandar û şoreşger bi awayekî layîq nîşan bide. Piştî destpêkirina çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê, berê xwe da Rojava ji bo ku tecrûbeya xwe ya têkoşînê û şoreşgerî bi xelkê herêmê re parve bike. Lewra cihê xwe di avakirina komîn û meclisan de li navçeya Tirbespiyê girt. Rolek di xurtkirina têkiliyên pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de lîst û di demeke kin de ew xebat meşandin û bi ser xistin. Zelal fikir û hişmendiya rizgariyê di dilê xwe de mezin kir û berê xwe da navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo. Di nava gel de bi sadebûn û dilovaniya xwe hate naskirin. Zelal piştî destpêkirina pêngava rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê sala 2016`an, bi destpêkirina rizgarkirina gundên Minbicê re, Zelalê israr kir ku biçe bajêr û gelê herêmê bi rêxistin bike. Ji ber ku baş dizanî bingeha avakirina her civakekê ji avakirina kes û civakê bi rê û rêbazan û li gorî felsefeya neteweya demokratîk dest pê dike.

Zelal bi têkoşîna jina azad dihate naskirin

Şehîd Zelal yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê bû û roleke mezin di tevlêkirina gelek kesan de, lîst. Her wiha yek ji taybetmendiyên wê yên herî girîng ku li Minbicê xuya bûn, tevlêkirina her kesî di dayîna biryaran de bû da ku her kes cihê xwe di avakirina civakeke azad de bigire. Piştî Minbicê, şehîd Zelal bi destpêkirina sala 2018`an çû Dêrazorê û têkoşîna xwe domand. Bi destpêkirina rizgarkirina herêman ji DAIŞ`ê, tevî zehmetiyan û gefên DAIŞ`ê li dijî wê, lê li wan herêman têkoşîn meşand. Li Dêrazorê têgeha biratiya gelan û têkoşîna nîştimanî ji bo rizgariyê sepand. Piştî meşandina têkoşîneke mezin, Zelal çû Şamê ji bo ku gelê Kurd ê li wir bi rêxistin bike û xwe bigihîne tevgerên jinan ên li wir. Di vê çarçoveyê de perwerdekirina jinên Ereb û tevahî jinan li Sûriyeyê, girte ser milê xwe. Zelal bi têkoşîna jina azad dihate naskirin. Çavê Zelalê li ser rizgarkirina Kurdistanê bi rêya rizgarkirina jinan bû. Lewra berê xwe de Başûrê Kurdistanê û li Kerkûkê dest bi birêxistinkirina jinan kir. Têkoşîna jinan û girîngiya birêxistinkirina wan, bi wan da nasîn.

Di derbarê şehadeta siyastemedara kurd Firyal Xalid, Hevseroka PYD`ê ya bajarê Amûdê Minewir Xalid ji rojnama me re axivî.

Minewir Xalid diyar kir ku di xeta azadiya jin Zelal bi israr bû û wiha got: “Zela di nava malbat û derveyî malbatê de pir dihat hizkirin û berî ku Zelal tevlî nava refên Rêzgariya Kurdistanê bibe, her tim xwe wek jineke azad û bi hêz didît, lê di nava tevgera jin de ev hêza wê li pêş ket. Zelal moralê herî mezin ji Rêber Apo digirt û Rêber Apo hêviya azadiya jinê didît. Zelal nirx û ked jinê diparast. Jineke şoreşger, qehreman û him siyasetmedar bû. Herwiha xeta azadiya jin di ruyê wê de xuyabû. Ji xwe ne tenê Zelal bi vê komkujiyê hat şehîdxistin, şehîd Sakîne, Evîn û Nagîhan jî bi vî şîwazî hatin şehîdxistin. Em malbata şehîd Zelal bi kîn û nifret li hemberî van îxanetkaran û welat firoşa wan şermezar dikin û em ê li dû van kojera bin heta xeta îxaneta wan bi dawî bikin. Û em soza xwe li hemberî şehîdan nû dikin û heta em hebin em ê xeta Rêber Apo û Şehîdan bişopînin.”