Xwe bi xwe fêrî zimanê kurdî bû û dest bi nivîsandina helbestan kir. Ji rewşa ku kurd tê re derbas dibin, bi dehan helbest derxistin. Her wiha gelek kes fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin.
Cîhad Hemdûş 69 salî ye, ji gundê Xirbê Şera yê navçeya Şera ya Efrînê ye û bavê 3 zarokan e. Niha li gel malbata xwe li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa dimîne.
Tevî ku zimanê kurdî ji aliyê hêzên mêtinger ve rastî dihat helandin jî Hemdûş bi rêya gundarkirina li Radyoya Êrîvanê ya bi zimanê kurdî û xwendina belavokan xwe fêrî zimanê kurdî dike. Herî dawî xwe fêrî gramerê dike û dibe mamosteyê zimanê kurdî. Dema leşkeriya rêjîmê dikir, ciwanên kurd jî fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin.
Hemdûş di dawiya salên 80‘yî de dest bi nivîsandina helbestan dike, li ser komkujiyên li dijî gelê kurd, wekî Helebçeyê helbestan dinivîse. Helbesta wî ya yekemîn bi navê “Ziyana Helebçe” bû, helbesta xwe cara yekemîn di Newroza Efrînê ya 1991‘an de xwend.
XWENDEKARAN FÊR DIKE
Di dema êrîşên dijwar ên komên çete li ser gundê Qestel Cindo di sala 2013‘an de, Hemdûş di bin topbaranê de xwendekarên gund fêrî zimanê kurdî dikir. Xwendekarên ku li ber destên wî mezûn bûne niha bûne mamoste. Her wiha Hemdûş gundiyên Xirbê Şera û Qitmê yên navçeya Şera jî fêrî ziman kirin.
Cîhad Hemdûş bi dehan helbest li ser mijarên cuda, herî zêde têkoşîna gelê kurd bi zimanê kurdî nivîsandine û di 3 dîwanan de (Bihara Gelan, Banga Welat û Kew û Kewgiran) kom kirine.
BÛ DENGÊ
BERXWEDANA EFRÎNÊ
Bi dijwariya êrîşên hêzên dagirker ên li ser Efrînê, helbestvan Cîhad Hemdûş wekî bi hezaran xelkên Efrînê berê xwe da Şehbayê. Li vir jî hestên helbestvaniyê li gel wî mezintir dibin, êdî li ser berxwedanê, azarên gel û hovîtiya çeteyan helbest dinivîse.
Hevjîna Cîhad Hemdûş Fadya Beyar ku mamosteya zimanê kurdî ye diyar kir ku Hemdûş beriya 16 salan bi rêya pirtûka Osman Sebrî ew fêrî zimanê kurdî kiriye…ANHA






